Helbest u pexşan

Ji bo qamişlo

  Dilbend xelîl 

Newroz îro tu xemgîne
Li ser qamişla evîne
Vê buharê tev xwe reş kir
Hêsir barandin ji kîne
 
Rûkê van çiya tev reş bû
Bi arê newrozê geş bû
Bû wek xwîna wan şehîdan

Newroza vê salê meş bû
Newroz wan li me kirin xem
Xwîna me rijandin wek çem
Gelî kurdan ne çilminsin
Got nabe me divê berhem
 
Ne tenê newroz xemgîne
Ro ava pêre xemgîne
Rokê hêdî serî danî
Bê hiş ma bû ew jî dîne
 
Ev buhara xweş û şahî
Ev ezmanê bê ewr sahî
Li me kirin xem kul û derd
Kirin ser me ax û ahî
 
Çilmisîn gulên buharê
Li ser te hey gulîzarê
Gulîzara wan şehîdan
Ne hiştin herin mezarê
 
Wer ji xwel Amûdê bi ner
Alê reş bilindin li ser
Başûrê bi çûk xwe reş kir
Dinya tev hejiya ji ber
 
Ne tenê kul , êş û lave
Ev êşa han bû girdave
Ev çi hat bi serê kurdan
Danyik bi qîrîn û lave
 
Hey lê dinyayê dinyayê
Qey ev zor ji te hilnayê
Ta kengî em kurd bin dest bim
Di bin destê zor daryayê
 

Gawirtî ew tim dûm dike
Qet zordarî ew dûm nake
Çi qas ew zordar jî pir bin
Gawirtî wê xwel wan rake
 
Çi qa xwe xurt kin bin kînê
Qet nabe himber peqînê
Peqîna başûrê bi çûk
Ji bo azadyê û jînê
 
Hew ne sebr û aram nema
Kurdo xwe nexîne xema
Gotin jî bi zordar nabe
Xwînê birjîne wek çema
 

Amûdê        21/3/2004

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…