FERAT

Salih Kobanî

 Ez nizanim, ka…
ji peyamên bê peyman re,
ji katjmêrên bê wijdan re,
yanjî
ji binê salê re, lê ji serê salê re bilorînim?

Ji te dûrim… Ferat !
Ez nikarim di vê zivistana bê pergal de,
Te
Bi laşê xwey tije guneh,
bi tîna salên bê reng.. te bipêçim.
Yanjî, xwe bi te,
xwe bi xewnên te,
bi çîrokên te, yên ko kevn nabin, nawestin
sar nabin.
Xwe bi wan bipêçim.
 tujî pîr nabî, ezjî bîr nabim…
                              bîr nabim.

Ya te,
her tişt tê bîra te, lê ne yamin?.
Tê bîra min em direviyan..
Em biçûk bûn direviyan
Em ciwan bûn direviyan
Em mezin bûn direviyan
Bi her alî de direviyan…
Ferat .. bi bakur de em direviyan.

Çiqas sale te nas dikim,
dûr dikevim, te ji bîr bikim,
Nêzik têm, ko te bi awirên xwe yêsîr bikim
Serê te bişom,
Pişta te mistdim,
Qilêra sal an
ko însan an bi ser gerdena tey bê tewande
bi bar an dibarandin
nifret û gemara nava xwe
dibarandin
çîrokên evîna şikestî
bi ser te de diweşandin
hêviyên ronedî diweşadin.

Bibhûre eze bipirsim bibhûre!
Nava te çend kûr e, bibhûre,
em bi herçar aliyan de direviyan,
Çima berê te her li başûre?

Berê te her li başûre

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…