(TÊ BÎRA MIN )- ŞEYDAYIYA ZIMANÊ KURDÎ

Dr.Zara Brahîm

Berhemekî nû tevlî pirtûkxana kurdî bû, bi taybet ya beşê rojavayê Kurdistanê.Bîranînên Dr.Heznî Haco yên ku di 2007an de hatiye weşandin dibin navê ( Tê bîra min ).
Bêguman ev cihê kêfxweşiyê ye û zengîniye bo wêjeya kurdî, çikû ew ne tenê serpêhatiyên kesayetî ne, lê belê dîroka gelê rojavaye wek civat û bizava siyasî ji bilî gelemperiya pirtûkê li ser rewşa gelê kurd li hemû parçan.

Bi rastî ew hestên hezkirina zimanê kurdî xweşik diyar dibin li cem nivîskarê mey hêja, weke ku wî jî dabû xuyakirin sedemên nivîsandina wî bi zimanê kurdî û ew dilketbûna bê sînor ji zimanê wî re. Ev hezkirin tê wê watê ku pirtûk bi zimanekî kurdî xweş û hesan hatiye nivîsandin, ew zimanê kurdî yê rewan û şêrîn li herêma cizîrê-beşê rojava, nemaze ku ev ziman ta roja îro li gund û deverên herêma me tê axaftin. Nivîskar bi wî zimanê paqij yê ku bêtir li gundên kurdan tê parastin, bîranînên xwe xemilandine û ji ber ku wî zaroktiya xwe li gund derbas kiriye, ew gotinên kurdî ê Kevin û resen bi karanîne û ta radeyekê ku roja îro gelek ji wan gotinan nema bikar tên û jibîr dibin li hin deveran.
Em Karin bêjin ku pirtûk ji aliyê zimanê nivîsînê ve, xweş hatiye hûnandin û nivîsandin, û ev tişta han nirxê wê bilind dike wek berhemekî wêjeyî di pirtûkxana wêjeya kurdî de, ji ber Textor alavên nûjen jî tevlû kirine û di hin deveran de têrmên latînî bikar anîne û wata wan jî danî ye, ev gava han ziman dewlemend dike, dema ku ew gotin bi kurdî nebê, helbet weke hemû zimanên cîhanî, zimanê kurdî jî pêwîste ku xwe tevlî vê cîhana nûjen û pêşketî bike.

Pirtûk bixwe bîranîn û serpêhatiyên kesayetî ne yê Dr.Heznî û malbata wî, lê ev kesayetiya han helbet tê girêdan bi civatê ve û rewşa gelê kurd ve di wê demê de, û ev pêwendiyên han tên xuyakirin di hundirê pirtûkê de lê ne bi wî rengê fereh, ji ber ku pirtûk bixwe li ser jiyana nivîskare û mirovên wî ye. Bi rastî nivîskarê me bi hemû şêweyên xwe ve xwedî bîr û baweriyek intêlêktwale, ew hestên mirovayetî( homanizm ), pir diyar dibin li nik wî di buyer û demên jiyana wî de nemaze ew giyanê kurdistanî û girêdana netewî, loma ez dibêjim ku wî hinekî bi berferehî li ser  rewşa kurdî rawestane, bi taybet aliyê siyasî û civakî ji ber ew bixwe çavdêr û çalakvan bû di pir bûyeran de wek kesayetiyek erênî, wê çaxê pirtûk bêtir ew rengê dîrokî-dûkomental wê bistanda, lê dîse jî ew xwediyê pirtûkê ye û mafdare ku çi bi nivîsê li ser jiyana xwe .
Bi rastî em Karin textor Heznî wek nimûnek pir pozîtîv binirxînin, nexasim di warê hezkirina ziman de tevlû ku dereng jî hat, lê cihê şahiyê ye ku xwedî li zimanê xwe derdikeve û bi astekî bilind jî dinivîsîne, û bêguman ev pirtûka wî didê xuyakirin ku ew ne kêmî van nivîskarên kurdî yên navdare ku ji wan ne xurtir be jî. Loma em jê hêvî dikin ku vî karê xwe berdewam bike û wê jiyana gelê kurd bi giştî beramber wan kar û serpêhatiyên wî bi wan hestên kurdayetî dîroka beşê rojava em bêtir li ser rawestin û bi nivîsin û ziman û wêjeya kurdî pêşbixin. 
   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…