Dr.Ebdilmecît Şêxo
Kêşeya Musilê û Başûrê Kurdistanê: Di dîroka nûjen de diyar e ku li gor hevpeymana “Sayiks -Pîko ” di sala 1916 an de û piştî şerê cîhanê yê yekem ku dewletên koledar, dewletên Ereban û du beş ji Kurdistanê ji “Împiratora Osmanî” dagîr kirin. Firansa Rojavayê Kurdistanê di çarçewa Sûriyê de zep kir û Birêtaniya wîleyeta Musilê( bajarê Musilê û Başurê Kurdistanê) ji ber dewlemendî û stratîciya wê ya ciyografî, di çarçewa Îraqê de xiste bin nîr û destlatdariya xwe.
Şerê cîhanê kuta bû, lê di navbera Turkiyê û Birêtaniya de gelşî li ser wîleyeta Musilê berdewam bû, lewra jî evan herdu dewletan xwestin kêşeya wîleyeta Musilê li nik “Komka Netewan”çareser bikin.
Hîn di hevpeymana “Lozanê” di sala 1923 an de serokê şandeya komara Turkiyê Îsmet Înêno goti bû :” Hemû rîniştvanên wîleyata Musilê Turk û Kurd in, li wir bi van sê zimanan têtin axivtin; Turkî, kurdî û erebî. Lê Kurd bi regez û koka xwe ne “Arî “ne, ewanan bi binyata xwe “Toranî “ne…û ewî hîn got ibû; piraniya rûniştvanên wîleyata Musilê Turk û Kurd in û eger piraniya hemwelatiyên bajarê Musilê Ereb bin jî, ewa na be sedemek ku danîştvanêm şarê Musilê çarenûsa wîlayeta Musilê bi giştî çareser bikin, ji ber ku gelê Ereb di wîleyetê de kêmnetew e…. û bi ser dejî ewî nirîna xwe weha vekirî derbirî bû ; ” Turkiyê ne amede ye ku wîleyeta Musilê bide tu hêzên din li cîhanê .
Li gor biryara “Komka Netewan ” di sala1925 an de diviya bû, wîleyeta Musilê di çarçewa dewleta Îraqê de bimîne û di sala 1926 an de, Musil û Başûrê Kurdistanê bi fermî di çarçewa dewleta Îraqê de ma ye .
LêTurkiyê ta roja îroyên her du çavên xwe di bajarê Musilê û Başurê Kurdistanê de mane
Wek Nimûne; weke ku rojnama “Hiriyet” di 6 .06. 1994 an de bername û pirojeya serokêTurkiyê Turgot Ozal eşkere dike û dinivîse; pirojeya Turgot Ozal ew e ku ewa dixwaze Îraqê parve sê dewletên biçûk bike1- Dewleta erebî. 2- Dewleta turkî.3- Dewleta kurdî.. Yanê niyaza wî ew bû ku ji bajarên Musilê(erebî) û parêzgeha Kerkukê (kurdistanî) komareke turkmanî ava bike û paşê wê bi dewleta Turkiyê ve girêde. Lê li aliyê din “Partiya netewa turkî” dibêje; divê em wîleyeta Musilê( Musil û Başurê Kurdistanê ) ya ji aliyê Birêtaniya de hati bû dagîrkirin, dîsan wê rizgar bikin û wê têxin çarçewa dewleta Turkiyê. Her weha, Sulêman Dêmêrîl jî di sala 1995 de xwest ku sênor di navbera Îraqê û Turkiyê de serast bibe û dîsan wîleyeta Musilê têxin bin destên xwe .
Piştî şerê Kendavê,Turkiyê di 14.05.1997- 21.06.1997 de hêrişek leşgerî ajot ser Başurê Kurdistanê.
Dîsan Leşgerên Turkiyê bi buhaneya hebûna wargehên Girîlayên PKK li çiyaên Qendîlê (Başurê Kurdistanê) di 21 .02. 2008 an de hêrişek mezin bir ser Başurê Kurdistanê. ArmancênTurkiyê yên nîzîk û rasterast ji vê hêrişê çi bûn?1- Ewê dixwast wireyên gelê Kurd li herêma Kurdistanê ji binî de hilweşîne 2- Ewê niyaz dikir ku bingeha avahiya jêrîn birûxîne, ta ku hukumeta kurdî sernûva bi tijîkirina valahiyan mijûl bike û wê ji xala 140 ji destura Îraqê ya nûh bidûrxîne .3- Turkiyê dixwast şerê birakujiyê di navbera Kurdan de peyda bike. lê dîsan Turkiyê nikanî bû armancên xwe ji ber van sedeman bi chi bihanîna.1- Girêleyên PKK berxwedanên dilawerî û kamêranî li dijî leşgerên Turkiyê kirin .2- Rêberên herêma Kurdistana azad bi pêşengiya serok Mesud Berzanî biryarek gelek hişmendî ragîhandin, ku rewsa siyasî çawa dibe, bila bibe, lê şerê birakujiyê.kurdî –kurdî ne gengaz e.3- Yekbûna helwesta partiyên kurdistanî li dijberî hêrişa Turkiyê 4-.Pêşmergên qehreman ji bo berevanî û parastina Kurdistanê xwe amede kirin.5-Gelê Kurd li sê beşên din jî û li dervayî welêt dengê xwe li dijî hêrişa Turkiyê rawestiya.6- “Yekitiya Ewropî” namek ji Turkiyê re şand û ewê tê de nivîsî bû; eger tu ( Turkiyê )leşgerên xwe ji Kurdistanê venekşînî û vê daxwaza me bi pêk nînî, dê “Yekitiya Ewropî” li dijî hêrişa Turkiyê hin biryaran bistîne .7-Emerîka jî ji Turkiyê re got, divê tu di hundir du heftan de leşgerên xwe ji Kurdstanê vegerînî û divê astengî bi awayên siyasî, aştiyane werin çareserkirin, her weha j, goti bû, divê tu giringiyê bidî kêmnetewa Kurd li Turkiyê.8-Serokê giştî yê “Netewên Yekgirtî “, Birêtaniya, Firansa, Îtaliya jî li hember hêrişên Turkiyê bê deng neman. lê divê em vê rastiyê jî bidin xûyakirin ku dewleta Îsraîl ji bo berjewendiyên xwe bi Turkiyê re, nexwest dengê xwe li dijî hêrişên Turkiyê bilind bike. Lewra Turkiyê dîsan neçar bû, leşgerên xwe di 29.02.2008 an de ji Kurdistanê vekşîne. Li vir em kanin bêjin ku siyaseta Turkiyê li hember Îraqê û herêma Kurdistanê ne li ser bingeheke dîrokî; zanistî û rasteqînî ye, lewra jê ewa ne niha û ne di pêşerojê de nikane Îraqa fêderal perçe bike û xewnên xwe yên toranî vejîne; ji ber ku, li gor nirîna me, ne dewletên Ereb, ne gelê Kurd, û ne jî siyaseta gorepana navnetewî rêbazaTurkiyê ya toranîst dipejrînin û bi ser de, dê ewanan hemû bi tundî li dijî gavavêtên koledarî rawestin.
Turkiyê û pêwendiyên wê bi Îranê û bi hin komarên îslamî re
Tevî ku di dîroke de diyar e ku “Împiratora Osmanî” û “Împiratora Sefewî”” li dijî hev şer kiri bûn, têkeliyên wan di sedsalên duhatî de, ne bi dijmantî û ne jî bi dostanî dihatin naskirin.
Lê piştî ku şoreşa îslamî bi seroketiya A.E- Xomeynî li dijî M.R. Behlewî di sala 1979 de li Îranê bi serket. Turkiyê ji hewşvedana ola îslamî-îranî ya radîkalîst ditirse, ji ber ku Îran berxwe dide akamên xwe di warê olî li hundir Turkiyê bike. Lê gava ku Sovyetistan hilweşiya û komarên îslamî li Asiya Navîn serxwebûnên xwe ragîhandin, vê carê di navbera Turkiyê û Îranê de, berbirkek dest pê kir ; her yek ji van herdu dewletan dixwaze van komarên îslamî ji aliyên aborî û nemaze di warên “Zêrê Reş” û “Gaz” de bi stratêciyên xwe ve girêde. Lê Turkiyê gavên xwe hîn ji vê pirtir di destdirêjkirina nav dewletên Asiya Navîn û Kafkasê de ( Ezerbêcan,Turkmanistan , Kazaxistan , Uzbêkistan, Kêrgîzistan û Tacîkstan ) avêtine ; ewa ne tenê dixwze sudên aborî û diravî ji van komaran bibînê , lê ewa niyaz dike ku wan dewlet û miletan di warên siyasî, nijadî û çandî jî bi xwe ve bibestîne, ewa niha xwe mîna birayekî mezintir ji pênc gelên Turkaxêv re dibîne. Dîsan weke tête zanîn, rêxistina (E C O) ji bo hevkariyên aborî di sala 1960 î de, di nav van dewletan de ,Turkiyê,Îran û Pakistanê ve hatiye avakirin , lê piştî rûxandina Soyetistanê, di sala 1992 an de Ezêrbêcan ,Turkmanistan ,Uzbikistan , Tacîkstan dibin endamên vê rêxistina abrî (E C O) û komara kêrgîzistan di vê rêxistinê de ( E C O) mîna dewletek çavdêr tête destnîşankirin. Turkiyê dixwaze bi van hewaldanên xwe, rola xwe di van herêman de hêztir bike, ta ku ewa kanibe rêkê li pêş armanc û daxwazên Rusiya û Îranê li wan herêman bigre û li pêş wanan mîna gêrbendekê raweste. Li aliyê din jî Turkiyê dixwaze bi van çalakiyên siyasî, aborî , û çandî helwestên xwe li hember “Yekitiya Ewropî ” û dewletên Rojava xurt bike . Turkiyê ji bo pêkanîna armancên xwe pir gav li van herêman avêtine. Di warê siyasî de; ewê hîn di sala 1991 ê de serxwebûna van dewletan bi şeweyekî fermî pejirand û balyozxaneyên xwe li wan komaran vekirin û komîtek taybet ji nav wezîrên xwe ji bo karûbarên van balyozxanan destnişan kirin. Di warê leşgerî de; Turkiyê hevpeymanek hevbeş ji bo berevaniyê bi Ezêrbêcanê re mor kiriye. Herweha jî ewê peymanên din leşgerî bi hin van komaran re girêdane. Di warê aborî de; ewê têlên telîfonên xwe bi yên wan komaran ve girêdan, pirojeyên bazarganî, gumrikî ( bacbirin ), çandinî, neftî, industrî û riyên çûyên û hatine li wan deran ava kirine .Dîsan Turkiyê di warê rêgihandina Neftê de berberitiya Rusiya dike; ewa jî dixwaze Neftê ji “Deriya Kezwînê”, ji Bako di nav erdên xwe re derbazî Ewropa bike.
Herweha jî Turkiyê hewal dide ku têkeliyên xwe yên aborî bi welatên din îslamî re xurt bike. Di sala 1997 an de Turkiyê bi van heft dewletên îslamî re; Misir , Pakistan , Îran , Bengladêş, Nêcîriya , Indunîsiya, Malîziya “Komeleya Heyşt Dewltî” damezrandin. Armanca Turkiyê ev e; ku ewa derhênanên xwarinî û çekên xwe bifroşe van dewletên jorîn.
Di warê çandî de jî, Turkiyê ji bo xwe gavên kêrhatî avêtine;1-Ewê di sala 1993 an de bi hevkariya van welatan; Uzibkstan, Turkmanistan, Kazaxstan, Kêrkîzistan, Ezerbêcan, Alfabayeke hevbeş bi tîpên latînî-turkî ji bo van welatên jorîn terxandin.2- Evan welatan bi hev re ferhengên zimanê turkî bi ( zaravên turkî ) amede kirin û Turkiyê mamostên zimanê turkî şandin û dişîne van welatên Asiya Navîn 3-Turkiyê baregehên nûh ji bo tilfiziyonê ava kirin û bernameyên nûh arasteya van komaran dike .
Tevî em dibînin ku Turkiyê çiqas hewaldanan ji bo pêkanîna armancên xwe li wan welatan dike, lê diyar e, riya wê ji ber van sedeman ne ewqas dûz û serast e.1- Turkiyê di warên darayî, aborî û zanistî de ne xurt e. 2-Serokê Kazaxistanê Nor Sultan Nizar Babayêf carekê goti bû; Turkiyê dixweze mîna Sovyetistana berê bi serê me bike, ewa dixwaze xwe ji me re weke birayekî mezin bide nîşankirin. 3-Ezêrbêcan û Kazaxistan bi xwe dixwazin roleke pêşengî di Asiya Navîn û hawîrdora wê de bilîzin4- Weke tête zanîn; %45 ji rûniştvanên Kazaxistanê bi zimanê rusî dipeyvin, bê guman ewanan naxwazin peyrewiyê ji dewletaTurkiyê re bikin. Lê di baweriya me de, tevî van hin aloziyên jorîn ,Turkiyê destên xwe ji van dewletên Asiya Navîn nakşîne, ji ber ku siyaseta dewleta Turkiyê di naveroka xwe de nijadperest e û belkî ewa dixwaze di pêşerojê de Împiretoreke turkî nûjen damezrîne.
Têkeliyên Turkiyê bi dewleta Îsraîl re
Me berê di rêzên jorîn de goti bû; têkeliyên Turkiyê û Îsraîlê di pir waran de hîn ji dest pêkê de baş bûn.. Turkiyê dewleta îslamî ya yekem bû , ku di sala 1049 an de damezrandina dewleta Îsraîl pejirand , û ewê di sala 1950 î de pêwendiyên dîplomasî bi wê re dest pê kir.
Di destpêka salên 9o î de têkeliyên herdu dewletan di pir aliyan de baştir bûn. Ev herdu dewlet jî li Rojhilata Navîn hevalên stratîcî ji Emêrîka re ne. Di sala 1996 an de Turkiyê û Îsraî peymanên leşgerî bi hev re morkirin û li gorî vê hevpeyama dualî, 16 peymanên nûh di warê hevkariyên leşgerî de li darxistin, yekek ji wan hevpeymanan ev e; Îsraîl kane ezmana dewleta Turkiyê ji bo balefirên xwe bi kar hûne; lewra jî dewleta Îsraîlê ta niha gelek sud ji ezmana Turkiyê dîtine; ewê jî pir pêzanên li ser dewletên dirawsê ji xwe re civandine .Li aliyê din jî Turkiyê kane tangên Îsraîlê bikire; Îsraîl kane bi 600 milyon dolar 54 balefirên leşgerî yên Turkiyê nûhtir bike.Turkiyê divê ajentiyê ji Îsraîl re bike û pêzanînên nehênî li ser Sûriyê, Îranê û Îraqê bide Îsraîlê. Di encama van hevkariyên jorîn de, Îsraîl jî alîkariyaTurkiyê û Emêrîka kir û serokê PKK rêzdar Ebedele Ocelan di sala 1999 an de ji aliyên wan de hate revandin.
Dîsan pêwîste em carek din li vir biçespînin û bêjin; Têkelî û hevpeymanên Turkiyê bi Îsraîl re encamên neyênî li hember herêma Kurdistana azad jî rû dide; di sala 2008 an de Turkiyê bi buhaneya hebûna “Girîleyên PKK” hêrişek mezin bir ser Kurdistanê de ajot, dengên pir welataên dêmokrat li cîhanê li dijî wan hêrişên ne dadmend bilind bûn , lê Îsraîl ji bo razemendiya Turkiyê, bê deng ma bû.
Turkiyê hîn ji vê pirtir gavên xwe avêtine, bernamên xwe yên leşgerî amede kirine; ewa dixwaze di destpêka 2020 î de baregehên çekên atomî li Kurdistanê ava bike. Dêmek va ye em dibînin çawa Turkiyê dixwaze xwe li Rojhilata Navîn mîna Îsraîl xurt bike, ewa ne tenê dixwaze rêkê li pêş pêşketina tevgera azadîxwaza Kurdistanê û destkewtinên gelê Kurd bike, lê ewa hîn dixwaze rêkê li pêş armancên Îranê jî li herêmê bigre.
Li rexberî van hevpeymanên jorîn ; pêwendiyên aborî di navbera herdu dewletan de pêşda diçin; ewanan hîn di sala 2000 î de ” Bazara Azad ya Hevbeş” di nav xwe de ava kirin. Li aliyeke din jî Turkiyê soz daye Îsraîlê ku ava çema Manoçatê bifroşe wê. Îsraîl jî niyaz kiriye ku alîkariyêTurkiyê di pirojeya “El Xab” û bi taybetî di şêweyên avdana çandinî de bike.
Bi vî rengî me gelek bi kurtî hin xale ji siyaseta Turkiyê ya derve anîn zimên, lê em dixwazin biçespînin ku eva mijara giring bi pêwîstiya pir lêkolînên berferh hene, lê armanca me ev bû, ku em hinek ji ronahiya mumekê bavêjin ser siyaseta Turkiyê ya derve û rolên wê yên neyênî di Rojhelata Navîn û Asiya Navîn de bidin xûyakirin.
Çavkaniyên kêrhatî
1- Turkiyê û pirsên siyaseta derve . Bi zimanê erebî, Xorşîd Husên Delî. 1999.
2-Kurdistan di navbera serxwebûn û dagîrkirinê de. Bi zimanê kurdî û erebî, Muhemed Mile Ehmed.2005.
3-El-Barzanî û tevgera azadîxwaza Kurd,birê duhem . Bi zimanê erebî , Mesud Berzanî,1997.
4- Doza kurdî di kongirên navdewletî de. Bi zimanê erebî, Dr. fuad heme Xorşîd mistefa, 2001.
5- Selemen cenêralat el.nesir el Kurdistanî. (Gotar bi zimanê erbî ) 2008.