kelkela hestên cemidî

Xizan Şîlan

ez
li derûniya jiyana kambax
laşê ber devê
dilşadiya kurm û kêzika me
li valahiya asîman
bersiva pirsên nependî
yê gerdûna nava xwe me
li tenetiya şevistanên bizdonek

hesretkêşê li nav koçberiyê me
giyanê min
li taristana şevê
di tirs û jana xwe de
diperpite
di kelkela tîrêjên tava rojê de
diqefilim
li ber seqema zivistana xopan
ji german diqewirim
xêrnexwezan
li şefaqên welatê rojê
beybûna qûntarên çiyayên min
çilmisandin
awaza bilbilê baxê dil
di darbesta jiyana zindî de
fetisandin
di xewn û xeyala pêşerojê de
movikên pişta bedenê min
şikadin
her şev
ferişteya xewnên tarûmar
li ber pencereya koşka dilê min
destmala silava mirinê
dihejîne
ez di bin çirpandina baskên
mirina bêwext de
piyala şahiya bi yarê re
dadigrim û vedixwim
bi saya neynokên giyanê xwe
di koka êş û xeman de
ken û şadiyê
dikolim
ji nav striyên hişkebeyaran
kulîlkên bihara qurmiçî
berhev dikim
di bin lêdana kamçiya zaliman de
porê serê îxanetê
dirûçikînim
kirasê azadî û serkeftinê
li bejna hêviyên cemidî
dixemilînim
êşa kul û birîna bîranînan
bi neqişa keskesora aso
radipêçim
di xwîna rehên laşê xwe de
konê vejîna çirûskên azadiyê
vedigirim
min
tovê bêçaretiya deman
di hembêza çerxa felekê de
çand
tofana serdemên genî
li qolinca derwêşê sebirê
sîwar kir
hêlîna hestên penaber
li bandeva dîroka efsaneyan
ava kir
û bi kilîta henasa helbesta xwe
deriyê zîndanên rûtirş
vekir

2007-12-02

Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…