Kurdan di ristezincîrên Erebî de mîna hêzeka mêtinger didin xuyakirin

Nivîsîna: Dilşêr Husên*
Wergerandin :Diyar Ehmed

Di ristezincîrên Erebî de ji me re hatbû naskirin ku naveroka wan ristezincîran li ser dagîrkariya Firinsî û Engilîzî ji welatên wan re di axivîn, hin carên kêm li ser dagîrkariya Israîlê ,û di vê dema dawiyê de li ser dagîrkariya Emerîkî ji Iraq û Efganistanê re jî di peyvin.
Lê belê rojekî ji rojan me guman ne dikir ku di ristezincîrên Erebî de kurd bibin hêzeka mêtinger û xaka welatê Ereban dagîrbikin.
Li roja 26/1/2008 ê, di dîtineka balkêş de, li zanîngeha Teşrîn li bajarê Laziqiyê, katjimêr nêzîkî /12/ dozdehê nîvro xelekek hate wênekêşan ku girêdayî bi dagîrkirina leşkerê (Kirbistanî) ve bû, wek ku wan nav lêdikir, ya ku pişt re ji me re hate xuyakirin ku ew leşkerê kurdistanî ye ne ku yê (Kirbistanî) ye ku zanîngehên Iraqê dagîrkirine, ev dîtin (xelek) li naverasta pêşberî pertûkxaneya navendî di hundirê zanîngehê de hate wênegirtin,û di dema me xwe gihand yekî ji karmendên ku di rêveberiya ristezincîrê de kardikir, yê ku nexwest ne navê xwe û ne yê derhênerê wê ji me re eşkere bike û me li ser rastî û şêwerengê vê ristezincîrê û li ser derhênerê wê jê pirsî,ewî bersiva me da û got: ev ristezincîr ya derhênerekê Misrî ye û navûnîşana wê (siha serbazekî ye) û ew li ser hêzên dagîrkariya Israîlê li Iraqê di axivê,me bi matmayî jê pirsî hêzên dagîrkariya Israîlê û li Iraqê !!?? bersiv da û got:belê, ma we bi Herêma Kurdistana Iraqê ne bihîstî ye,ya ku dixwazê ji Iraqê cuda bibe,û dewleta xwe ya serbixwe ava bike,û em vê yekê bi Israîla diduwê navdikin û ev xelek îro dagîrkirina wan ji zanîngehên Iraqê re dide diyarkirin,û dîsan got ev ristezincîr li gundê (Sinober) ku ser bi bajarê Laziqiyê ve ye hatiye wênegirtin,û Hikumeta Sûriyê gelek hêsankarî û piştgirî ji çekên sivik û giran,herweha serbaz jî ji wan re pêşkêş  kirin,û rê da wan ku ew  wênekêşana wê di cîgehên giştî de jî bikin.

Û li vir hêjaye em diyar bikin ku tevaya zarvekeran ji efser û serbazan li ser milên wan hêma û nîşanên ala kurdistanê hat bû danîn û li ser hat bû nivîsandin(Leşkerê Kirbistanî), û me karî em yekî ji wan zarvekeran nasbikin,ew jî zarvekerê Sûrî yê navdar Basim Yaxor bû,yê ku cihê efserekî di leşkerê Kirbistanî de digirt,wek ku wan nav lêdikir,lê ya seyîr û cihê pirsê di vir de ewe,ku welatên Ereban dagîrkirina Israîlê ya ku ala wê li esmanê pêhtirî dewletên Ereban bi bilindî pêl dide û bi xurtî dike pirpir jibîr dikin yan jê dixawazin jibîr bikin,û dagîrkirina Iranê ji Ehwazê re,û dagîrkirina Turkan ji Lîwa Eskenderonê re paşgulê xwe ve bavêjin,û xwe derbasî tiştin pûç bikin wek dagîrkirina Leşkerê Kurdistanê ji xaka wan re,tevî ku miletê kurd ta dema îro di bin simên mêtingerî, sitem û zordariya wan de dinalê.
Ka vê yekê hizir bikin xwedê çavnêrî we bê ??!!

——-

Çavkanî: (Dengê Kurd) rojnameya navendî ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (ALPartî) bi zimanê Erebî – jimara (399) Sibat 2008 ê z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…