Sê M bi xewnan şuştî

  Tengezarê Marînî

Daku sirûdên te adareke sêgulî bilorênin, sê dilopên helbestê sûndeke aşiqane li goristaneke bênavnîşan- navê wê
Qamişlo ye- verêsin, çend xewn û xwezîkên derengmayî dê bişkuvin.
Em dibûn berfeke nuxumandî,  ji pêlên bahozeke di nav  jiyaneke bihî de.
 Di bedena xwe de, me çîrok bi hêsiran diguvaşt. Li rojeke bi  dîrokê  hilçenî, me  şîna xwe dimerast .
Li wir,  çiya. Li wir, welatê di kêferatên evînê de xem rêsan. Li  kolanên şevan,  giyanên şûndemayî, sirûda  sê buharên  zindî li ber dergehê xwîna min lêdan.  Welat, adareke denvedayî ye dîsan!
Kîjan henasê xatir ji  şevê xwest? Kîjan rojê, kîjan sipêdeyê, kîjan xemê, dîsan pêşwaziya hawarên dayka sê Mihemedan kir?
Wê demê, şev û roj yek in. Wê rojê  şev  xwezîkên xwe ber bi sinoran ve dibe û  şev û rojê hêviyên xwe li nav wan çiyan çandin. Û wê rojeşevê, em helbestên xwe berdewam dikin û dengê azadiyê hêrza wan çiya gur dike.
Bigire, berf odeya min xemiland û bêdengiyê vedihûne.
Dengê te adareke ji xwînê, kilîtê diguherîne.
Belê peyva te li ber guherînê ye.
Ba li nav demên vî welatî, peyveke ji berfê digindirîne.

Li rêwingiyê, du bajarên ji  şîna kelehan, du çiyayên dilê min, yek mişt helbest û yê din mişt ji xwîna helbestê.
Welatê min awira kenekî darbestane.
Şev di nava hezkirina zuha de, govendeke girtî, tilîliyeke aşopane!
Li vî welatî, li welatê sor , li welatê ku serê zarokên xwe ..!..
Welatê girî, welatê şînê, welatê  li kêlîkên  jiyan û mirinê  siwar!
Welatê sê M û bi milyonan tîpên axretê
Welatê dengê min, welatê sozên te, welatê stiranan, welatê kolanên birîndar
Helbestek im, dikelim!
Di kelehên şevê de, vegereke bêbinayd. Agirekî dûr, di awirdana peyvê de.
Laş, dilê rûbarekî bêdeng û gencekî xwehiştî û dest bi te kir!
Li vir agir / tu / mirin / dil û xeyaleke şêt.
Li vir masî û xwîna gerim.

Ji bilî te, çi ji mirinê bihêztir e
Çend  silav bi dengê reş daxdan!?.
 Mirin çend caran di himbêza hilbesta min de şîr vexwar?
Pênivîs serpêhatiya navê sor e.
Derbederekî kurd:
teqez wek xwe,
navê welatê xwe biçûk dinivîse.
dibêjim kurdland.

Helbestek.
Li nav dilê min neqşa soserta adarê.
Gulîzerek.
Tu ez im, ez im tu.
Tu û ez serpêhatiya welatê mij.
Ez û tu helbesta meyandî bi rondikan, silavên xemgîniyeke îsotane.
Darekî li nav sîbera rêyeke dirêj. Ne tu digihî û ne jî rê.
 Dikarim biçim, darek bim,
dikarim biçim û qurmekî kolayî li vê xakê.

Henasa xwe digire helbest,
tu bayekî ji desthilanîn dixî, bayekî biyan î, di zivronkên van hevokan de.
Yariya ronî û sîberê yî,
şîn û kesk,
li her deverê tu kolanek.
Li kû jî be, palde, li ser gorekê.
Li Li vir be,
 li wir be, li çep, rast, bakur, li başûr
 Welatek .
Goristan û dayika min î, li xunaveke nûgihayî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…

Bavê Zozanê

Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê…

Can Yûsif*

“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û…

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…