Bi giştî siyaseta Turkiyê ya derve (Xeleka duhem)

Dr.Ebdilmecît Şêxo

  Pêwendiyên Turkiyê bi Emêrîka re

Piştî şerê cîhanê yê duhem têkeliyên Turkiyê bi Emêrîka re hîn bi hêztir bû, Emêrîka dixwast roleke giring û stratîcî bideTurkiyê, ji ber ku Emêrîka dixwast bi alîkariya Turkiyê bi tundî li dijî Soveytistana berê raweste û destên wê yên dirêj li Rojhilata Navîn jî kurtir bike. Ji bo pêkanîna vê armancê, Emêrîka pir baregehên leşgerî li ser xaka Turkiya û Kurdistanê ava kirin û li hember vê yekê, Turkiyê kanî bû gelek alîkariyê di warên çek û diravî de ji Emêrîka bistîne.
Di dema ku Turkiyê beşek ji Qubrisê di sala 1974 an de dagîr kir, ta radeyeke pêwendiyên herdu welatan bersarî bûn. Lê piştî ku şoreşa îslamî bi seroketiya A.E. Xomênî li dijî Şahê Îranê Muhemed Riza Behlewî di sala 1979 de bi serket û piştî ku Afganistan ji aliyê Soveyetistanê dehate dagîrkirin, peymaneke berevanî û aborî di navbera Emêrîka û Turkiyê de di sala 1980 î de hate morkirin. Lewra jî têkeliyên van herdu dewletan li gor berjewendiyên hevbeş bi hev re hîn xurtir bûn.Turkiyê li bin siya vê peymana du alî jî gelek alîkarî (darayî, leşgerî ) ji Emêrîka dîsan wergirtin.

Gava ku cengê sar bi dawî hat, Sovyetistan û welatên sosyalîst ji binî de hatin felşandin, mirov bawer dikir ku rola Turkiyê di stratîciya Emêrîka de lawaz bibe, lê weke ji me re tête xûyankirin ku ev texmîna ne pir rast  e. Ji ber ku hîn baş tête zanîn ku çawa Turkiyê kane rola kilîtekê yan pirekê di navbera Asiya û Ewropa de bilîze, ewa dikane akamên xwe li Belkan, Asiya Navîn, Kafkasê û Rojhilata Navîn bike û li dijî neyarên Emêrîka raweste. Herweha jî giringiya Turkiyê ji Emêrîka re hîn pirtir dibe, çimkî ewa dizane ku  “Neft û Gaz” li welatên  ber “Deriya  Qezwînê ” gelek hatine dîtin û ew dewletan jî, têkeliyên xwe dîrokî, netewî, çandî bi Turkiyê re henin. Li aliyeke din jî, Emêrîka hêvî dike û belkî bawer dike ku evan welatan li ser şopa dêmokratiya Turkiyê u ne ya Îrana radîkal biçin. Li hember berjewendiyên Emêrîka, Turkiyê jî berxwe dide ku Emêrîka zorê bide ser dewletên ewropî, ta ku  ewanan wê di nav xwe de mîna endam bipejrînin. Li gor nirîna me jî, çareserkirina kêşa kurdî û binpêkirina mafên mirovan liTurkiyê niha ji Emêrîka re ne derd e û ewana jî nabin  sedemên têkçûna têkeliyên Emêrîka bi Turkiyê re.

  Siyaseta Turkiyê li hember dewletên îslamî û cîhana erebî

Weke tête zanîn gelê Ereb jî mîna pir gelên din li dora 400 salî di çarçewa Împiratora osmanî de dijîn, gelê Ereb di vê baweriyê de ye ku (Dewleta Osmanî) di bin bandêra(parola) ola îslamî de welatê Ereban dagîr kiri bû. Li aliyê din jî,Turk dibêjin; Ereb û hin dewletên ewropî koledar, pîlanên xwe li dijî me çê kirin û dewleta me hilweşandin, ji ber vê jî di destpêkê de têkeliyên van dewlatan bi hev re pir xerap bûn û gelşiyeke mezin di nav wan de hebû. Mîna me berê jî nivîsî bû; Turkiyê dewleta îslamî ya yekem bû ku damezrandina  dewleta Îsraîl rewa dît û ewa pejirand, têkeliyên dîplomasî hîn di sala 1950 î bi wê re girêdan û ewa bû ye endamê gelek hevpeymanên navdewletî li dijî welatên erebî û îslamî.

Di encama van hevtêkeliyên xurt de, gava ku du dewletên erebî Misirê û Sûriyê xwe ji yektiyekê  re amede dikirin,Turkiyê hîn di sala 1957 an de li dijî yekitiya herdu dewletan rawestiya û ewê hêzên   xwe yên leşgerî şandin ser sênora dewleta Sûriyê û ewê xwest Sûriyê bi vê yekê bitirsîne û lingên wê li berhev xîne. Herwisa jî Turkiyê rêk dabû Emêrîka ku ewa hêzên xwe yên leşgerî ji baregeha leşgerî “Incerlik” bişîne Libnanê û ewa (Turkiyê ) di sala 1958 an de, di  ” Netewên Yekgirtî ” de li dijî  azadiya Firansa nirîna xwe derbirî û ta niha jî Turkiyê naxweze bêje ku ewê hîn di sala 1939 an de herêma Îskenderonê bi erêkirina Firensa dagîr kiriye .          
  Di dema ku komara Turkiyê ava bû, ewê giringiyeke mezin hîn ne dida dewletên erebî û cîhana îslamî ta ku têkeliyên erênî bi wanan re çê bike. Lê piştî ku guhertinên siyasî li fêz û gurepana cîhanê de hatin holê. Turkiyê ji wê hîngê de berxwe dide danûstandinên beranberîbûn û hevteraziyî bi welatên îslamperest re li gor sudên xwe bihûne.  Tevî ku Turkiyê di sala 1976 an de  dibe endamê “Rêxistina Kongira Îslamî, lê dîsan  têkeliyên wê bi dewletên erebî û îslamî re erneyênî ne, ango helwestên wê hêlkandî ne û ne cîwest in. Di vê derbarê de Turgut Ozal carekê ragîhandi bû; “Belkî em kanibin aşitiyê bibin navçeyên erebî û îslamî, em emede ne hemû pirojeyan li wir bi pêk hûnin, ew pirojeyan dikanin wan herêman di warê aborî de bi pêş xînin, wek nimûne em dikanin evê ji çemên xwe bigînin “Girava Erebî” û wirzeyên çandinî li wir dewlemend bikin …”

Lê Turkiyê,  siyaseta xwe li hember cîhana erebî û îslamî di salên nudî de li ser van bingehan danîye;1- Kutabûna şerê sar û rûxandina Yekitiya Soveyt.2-  Şerê kendavê yê duhem.3-Diyalogên  Ereban bi Îsraîl re û hêdî  pir dewletên Ereb jî wê dipejirînin û dijmantiya wê nakin.4-Xurtbûna şepêla îslamî li Turkiyê.5-  Turkiyê pêwendiyên xwe di warên bazarganî, pirojeyên aborî û yên din kêrhatî bi Dewletên Kendavê, Mexribî, Misir û Urdinê baş kirine. Lê divê em bêjin jî, pêwndiyên wê bi Sûriyê û Îraqa berê re ji bo pirsa avê, ango ji bo çemên Feratê û Dicle ne rind  bûn û dê di duhatî de jî  ne rind bin. Ji bo parvekirina ava van herdu çeman çar hevpeymanên navdewletî jî li darketine. 1-Hevpeymana firansî – birêtanî di 13.12.1920 î de.2-Hevpeymana Lozanê  di 24.07.1923 an de .3- Hevpeymana dostanî û dirawsêyeyî di navbera Firansa (Sûriyê) û Turkiyê, li Ankerê di 30.05.1926 an de ji bo parastina çema Qiwêqê li Helebê. 4- Hevpeymana Helebê di navbera Turkiyê, Firansa û Birêtaniya di 3.05.1930 î de.

Di sala 1966 an de li Hêlsinkî biryar hati bû istandin, li gor wê, divê cidabûn di navbera van herdu rudawên xweristî de tune be; 1- Cihderê avê ji ku dibe, bila bibe.2-Av di kuderê re diherike bila biherike .

Turkiyê û Sûriyê, Turkiyê û Îraqê ji bo çareserkirina kêşa parvekirina ava herdu çeman gelek caran bi hev re hevdîtin çêkirin û di sala1982 an de her sê dewlet bi hev re rûniştin, lê ta niha jî ewanan bi hev re ne gihane hevpeymaneke cîwest, yanê Sûriyê û Îraqê hîn nizanin parên wanan di avê de çiqas in, lê  divê em bêjin jî, Turkiyê di sala 1987 an de soz daye Sûriyê ku ewê bi kêmasî di her saniyekê de 500 M. ev ji çema Feratê bi ser Sûriyê de biherikîne 

Turkiyê dixweze hîn pirojeyên berbestên avê, ji bo berjewendiyên xwe li dewltên herêmê bi kar hûne;

1- Turkiyê “Pirojeya Ava Boriyên Aştiyê” di sala 1987 an de ragîhand,  armanca Turkiyê ji vê pirojeyê ew bû; ku ewa avê ji çemên Sihan û Çîhanê bide welatên Rojhilata Navîn, Turkiyê dixwast ji pişt vê pirojeyê di  her salekê de li dor du Milyar Dolar qezenc bike. Lê dewletên erebî eva pirojeya ji ber van sedemên jêrin nepejirand.1-Dewletên erebî ditirsiyan ku mafê bikaranînê avê herdem li gor daxwazaTurkiyê be, û ewa avê ji xwe re mîna çekekê bi kar hûne.2-Kirîna avê ji Turkiyê ji bo weletên Ereban pir buha bû.

2-“Pirojeya Xabê;” eva pirojeya  ji 22  berbestên avê û ji 19 wargehên ênergiya cêlanê (kehrebê ) pêk hatiye. Ji  berbestên herî giring, berbesta Ataturk e, ewa di sala 1992 an de li ber çema Feratê hatiye avakirin. Mîna tête nivîsîn; ewa bi pirbûna ava xwe li cihanê ya 15 ê ye. Di encamê de mirov kane bi sanahî bêje, ku niyaza Turkiyê ji van pirojeyên jorîn ev e; ku  ewa bi riya avê hevsarê dewletên Ereban di warê çandinî  bi dest xwe ve hûne  û bi ser de jî dixwest û dixwaze ava xwe  bi çekan û zêrê reş biguhêre.

Kêşa herêma Îskenderunê: Firansa û Turkiyê di 20.10.1921 ê de bi hev re peymanek li darxistin, li gor wê peymanê sînorek di navbera Turkiyê û Sûriyê hate çespandin û dîsan li gor wê peymanê, sistêmeke rêvebiriyê û taybet li herêma Îskenderunê bi cih hat. Eva sistêma li gor berjewendiyênTurkiyê bû, Turkiyê kanî bû, zimanê turkî li vê herêmê jî bike zimanê fermî, ewê hejmara hemwelatiyên xwe (Turk) li vê herêma erebî pirtir kir. Lewra jî gava ku Turkiyê di sala 1938 an de bi alîkariya Firansa  hilbijartin li herêmê kir, dengên kêmnetewa Turkan di encumena bilind de, ya ku ji bo rêvebiriya herêmê hati bû hilbijartin, pirtir bûn.(  Yên Turkan 22  nûner û yên Erebên surî 18 nûner bûn ).

Turkiyê bi vê destdirêjkirinê tenê qayil ne bû, ewê di wê salê de jî hêrişek leşgerî bire ser herêma Îskenderunê, lê Firansa li dijberî Turkyê û hêrişên wê ranewestiya.  Bi ser vê de jî, di 23.06.1939 an de Firansa ji bo qazancên xwe yên koledarî, herêma Îskenderunê  raberî Turkiyê kir. Bi vî awayî beşek ji axa Erebên Sûriyê jî mîna Kurdistanê di bin nîrê  komara Turkiyê de ma ye.

Di nirîna me de, ne Sûriyê û ne jî dewletên din erebî, dagîrkirina herêma Îskenderunê ji xwe re kirine qisawet, Sûriyê car caran  wê herêmê tîna bîra xwe û li ser wê di civatên navdewletî  de dipeyve û dibêje; em dixwazin herêma Îskenderunê bi riya ” Netewên Yekgirtî ” dîsan li me vegere..Lê diyar e ta roja îro tu kes guhên xwe nade van daxwaz û bergerînên qels û sistexavî.
            Dumahîk heye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…