Qado Şêrîn
Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.
Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist bû pêşî têkistê bixwînim û di dûv re lê temaşe bikim.
Pirtûka: ليل القرابين, مسرحيات قصيرة. للكاتب احمد اسماعيل اسماعيل…) Şeva Qurbaniyan), şanoyên kurt, Ehmed Isma`îl Isma`îl.
Derhêner: Adil Isma`îl.
Lîstikvana rola Nisrîn: Gulîstan Sobarî.
Ji ber cawaziya zimanê pirtûkê û şanoyê, mixabin ezê nikaribim berfireh li ser binivîsim, tenha ezê hin têbîniyan binivîsim, belkû têbînî giştî bin:
-pirtûk bi erebî hatiye nivîsandin û Gulîstan şanoyê bi zimanê kurdî dilîze. Ji bo vê pirsgirêk tune. Gulîstan bi zimanekî xweşik û famkirî diaxive.
-dema min li şanoyê temaşe dikir, du sê caran giriyam. Ne cara pêşî ye li ber filman digrîm, belkû gelek caran digrîm. Lê, vê carê ji ber du egeran giriyam, şano gelekî xemgîn e, zêde gemgîn e, û belkû ji ber ku Gulîstan di rojên dawî de wefat kir.
-dema min li şanoyê temaşe dikir, min ji xwe pirsî: gelo derhêner nikarîbû xemgîniyê siviktir bike? Xuyaye ku wî bi mebest û hişyarî hewqasî xemgîn kiriye. Bi texmîna min wî xwestiye bîneran eşkence bike, û dikarîbû li şûna xemgîniyê şanoyê bike komîdya, kêm zêde di hin dîmenan de.
-dema min “Monodrama Nisrîn“ di pirtûkê de dixwend, min di nava xwe de, û ji xwe re got: mirovê bi vî şêweyî bikaribe binivîse, helbet dikare romanê jî binivîse, yan jî dikarîbû çîrokê bike roman, çima nekir? Ji ber nivîskar şanonivîs e û bi nivîsandina şanoyê navdar e. Di vê derbarê de, dema Nisrîn wêneyê piçûkaniya xwe ji çente derdixe, wêne dibe egera vegera dibistana seretayî û balkişandina li ser heval Mûsa yê mamosteyê zalim, wate ji bo guhertina mijar û babetan, egerên xweşik û mentiqî lazim in, ev jî dîmenên romanan tîne bîr û bala mirov.
-derhêner roleke sereke di guhertin, kêm û zêdekirina têkista şanoyê de lîstiye. Bi texmîna min wê bi erê û rêkeftin li gel nivîskar be. Wek nimûne: nivîskar navê hunermend Mihemed Şêxo bi nav dike, dema Nisrîn egera navê xwe şirove dike, lê derhêner li ser zimanê Nisrîn wiha pêşkêş dike: “ew gula ku gelek hunermendan li ser straye“. Nimûneya din nivîskar qala Dara wek qurbaniyên teqîna Qamişlo nake, lê derhêner li ser zimanê Nisrîn navê wî dibêje, belkû ji ber hevûdu nas dikirin.
-Gulîstan gelek stranan di şanoyê de dibêje, ew şaş e, belkû asta şanoyê kêm û lawaz dike. Di pirtûkê de stran tune ne, tenha nivîskar li ser zimanê kesayetiyan dibêje ku stranek got, bê ku stranan destnîşan bike. Wiha diyar e ku derhêner li ser Gulîstan ferz kiriye gelek stranan bêje, ji ber Gulîstan hunermend û stranbêj e,
Têbîniya dawî, eger derûniya we lawaz e, zû xemgîn dibin û li ber bayê tenik û sivik digrîn, li şanoyê temaşe nekin, tenha pirtûkê bixwînin, hûn poşman nabin.
Bila giyanê Gulîstan şad be.
18-09-2026