Ezîz Xemcivîn
Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe dibirrin
û bi “Alahû-ekber” jî, li ser kelexên me dilîlînin…
Em bira ne, waxxxxx !
Biratiya dirindeyên serdemî ne…
Mar û dûvpişkên bi jehrê xemilî ne…
Biratiya bi destê neyaran çêkirî,
di alfabêya wê de em kole û peykerên kedî û kehî ne…
Ah ev e, fermo bikin,
bi kujtin û dax û ziyan em daxdayî ne…
Dijmin bi rastî birayetiyê bi cih tîne…
Di kujtina me de çi partî û rengînî li bal nîn e…
Wekheviyê di sotina dilê dayikên me de pêk tîne…
Biratiyê bi nimêjên serjêvekirinê,
dardakirin û talankirinê re dixwîne…
Çek bavêjin,
radest bikin,
kêşe li bal birayetiya dijmin nîn e…
Em bê viyan bin,
bê şiyan bin,
bê giyan bin,
bê hêz û bê jiyan bin…
Bila em koleyên hemûyan bin,
bila melûl, zelûl û dilperitî,
can herişî,
ker, kor û lal bin,
wisa birayetiya me dipejirînin…
Ji qehremaniya me re li çepikan didin,
qesr û qonaxên bêrûmetiyê ji me re ava dikin…
Doza we tevlêbûn e,
bê nasname bijîn,
bê maf bijîn,
bê welat bijîn,
bê dewleta netewî bijîn,
bê ziman bijîn,
bê rûmet bijîn,
bê al bijîn,
bê serxwebûn bijîn,
bê desthiladar bijîn,
bê çav bijîn,
bê guh bijîn,
em birayên hevûdu ne…
Wisa bi kenekî xapînok
dibêjin:
Bend û beniyên mêrxas hûn her bijîn…
Birayên me,
hûn her bijîn!
12.09.2026