Mehmûd Badilî
Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin. Di vê têvajoyê de, helkeftina di navbera deshilata demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de bala gelek kesan kişand, hin kesan ew wek gaveke pêwîst ji bo yekgirtina welêt dîtin, lê hinên din hişyarî dan û destnîşankirin ku tenê yekgirtina leşkerî û ewlehiyê nikare aştiyeke domdar ava bike.
Bi ragihandina gihîştina qonaxeke nû di rêça yekgirtinê de, pirsek derdikeve pêş ku nayê paşguhkirin yan jî paşxistin: Yekgirtin anku tevlîbûna ku çêdibe ji bo gelê Kurd çi wateyê dide, heger mafên wî yên neteweyî û demokratîk di destûrê de bi rengekî zelal neyê danasîn û bicihkirin?
Pişaftina “HSD” wek hêzeke leşkerî yan rêxistinkirina nû ya saziyên wê di nav saziyên dewletê de, bi xwe nayê wê wateyê ku pirsgirêka Kurdî hatiye çareserkirin. Pirsgirêka Kurdî ne pirsgirêka rêxistineke leşkerî ye ku were yekgirtin yan were rakirin, ne jî pirsgirêka kesan e ku di saziyên dewletê de werin wergirtin, lê ew pirsgirêka miletekî ye ku xwedî nasname, ziman, çand, dîrok û mafê neteweyî û demokratîk e, anku pirsgirêka gel û axê ye.
Pirsa Kurdî ne pirsgirêka ewlehiyê ye:
Divê dewleta nû ya Sûriyê xweş têbigihêje ku kurtkirin û kêmkirina pirsgirêka Kurdî tenê bo aliyê leşkerî yan ewlehiyê, şaşiyeke siyasî û dîrokî ya pir mezin e.
Miletê Kurd li Sûriyê ne komeke awarte li welêt in, ne jî komeke koçberên nûhatî ne. Ew pêkhateyeke neteweyî ya bingehîn û dîrokî ya Sûriyê ne, li ser axa xwe ya dîrokî ku ew beşek ji welatê kurdistanê yê dîrokî ye dijîn, û xwedî ziman, çand, nasname û bîranîna civakî ya xwe ne. Ji ber vê yekê, nasîna Kurdên Sûriyê wek gel û neteweyeke bingehîn a pêkhateyên Sûriyê divê nebe mijara bazirganiya siyasî, lê divê bibe beşek ji bingeha destûrî ya dewleta nû.
Pirsa ku Kurd li benda bersiveke zelal in ev e: Ma destûra nû ya Sûriyê dê vê rastiyê bide nasîn, an dê heman rengê kevn bi xwe be lê bi navên nû dîsa bên avakirin?
Destûra Sûriya nû çi ye?
Qet nabe Sûriyeke nû bi hişmendiya destûrên berê were avakirin; destûrên ku dewletê li gorî nasnameyeke tenê ya neteweyî pênase dikirin, di demekê de ku rastiya civaka Sûriyê pirreng û tevlihev e.
Heke Sûrî ya nû bi rastî dixwaze bibe dewleta hemû hemwelatiyên xwe, divê di destûra xwe de vê pirrengiyê nîşan bide û hemû cureyên cudabûna neteweyî, olî û mezhebî bi awayekî zelal bi dawî bîne.
Di pêşiya van mijaran de jî danasîna destûrî ya gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî, siyasî, çandî û zimanî tê, û divê ku bikaranîna van mafan di çarçoveya yekîtiya dewleta Sûriyê de were garantîkirin.
Danasîna destûrî ya gelê Kurd nayê wê wateyê ku Sûriyê tê parçekirin, an jî ku divê dewleteke Kurdî ya serbixwe bê avakirin, wek ku hin kes dixwazin mijarê wisa nîşan bidin, tevku ji mafê gelê Kurd e li gorî yasa û hevpeymanên navdewletî ku çarenûsa xwe bi xwe binivîse. Berevajî vê, nasîna zelal ya mafên gelê Kurd dikare bibe yek ji bingehên herî girîng yên parastina yekîtiya Sûriyê, ji ber ku yekîtiya rastîn li ser mandelkirin û înkarkirina nasnameyan nayê avakirin, lê li ser nasîn û rêkxistina têkiliya wan di nav dewleta hemwelatiyê de tê avakirin.
Yekîtiya ku di rêya zorê re ava bibe, dikare biteqe; lê yekîtiya ku di rêya danasîn, lihevkirin û hevpariyê de ava bibe, dikare bêhtir bidome.
“Komara Erebî ya Sûriyê” û pirsa nasnameyê:
Nav û nasnameya destûrî ya dewletê jî ji wan mijarên girîng in ku hewceyî danûstandineke niştimanî ya rastî ne.
Domandina navê “Komara Erebî ya Sûriyê” di dewleteke ku gelê Kurd, Suryanî, Asûrî, Tirkmen û pêkhateyên din tê de dijîn, herwiha di nav cudabûna olî, mezhebî û çandî de, pirseke rewa li holê derdixe: Ev nav gelo dikare ta çi astê hemû pirrengiya Sûriyê temsîl bike?
Êdî nayê qebûlkirin ku nasnameya dewletê tenê nîşana nasnameya pêkhateyekê be, û ji pêkhateyên din bê xwestin ku xwe wek hevpar û wekhev bibînin di dewleteke ku nasnameya wan ya pirreng nîşan nade.
Sûriya ku em dixwazin di pêşerojê de ava bikin divê Sûriya hemû pêkhateyên wê be, ne Sûriya ku xwe di pênaseyekê tenê ya neteweyî de kurt dike.
Ji ber vê yekê, guftûgoya li ser navê dewletê divê bibe beşek ji hevpeyvîna destûrî ya neteweyî û berfireh, ne bibe mijara zimandirêjî û tawanbarîkirinê.
Mafê gelê Kurd ne mineta çi kesî ye:
Herwiha divê awayê nerîna li mafên Kurd bê guhertin. Mafên neteweyî û demokratîk yên gelê Kurd ji hêla desthilatdariyê de ne tiştekî biminet û bexşane ne, ne jî xelata siyasî ne ji ber helwestên taybet, ew ne kaxeza danûstandinê ye ku bi hevsengiya hêzên leşkerî ve were girêdan, ew mafên hebûneke dîrokî ne ku bi hebûna miletekî xwedî nasname, dîrok, ziman û çand in û li ser xaka xwe ya dîrokî jiyan dike, ji ber vê yekê, divê destûr bi zelalî danasîna gelê Kurd û neteweya wî destnîşan bike, û mafên wî di ziman, perwerde, çand, beşdariya siyasî, rêveberiya herêmî, xwevakirin û pêşketina hevseng de garantî bike. Herwiha divê ewle bike ku Kurd ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rastî çi cureyeke cudakariyê yan ciyawaziyê nebin.
Di heman demê de, garantîkirina van mafan divê di nav projeyeke neteweyî û demokratîk de bê kirin; projeyeke ku heman mafan ji bo hemû gelên Sûrî û hemû pêkhateyên wê garantî bike, ji ber ku dadmendî qet nayê parçekirin.
Gotebêja kîn û nefretê: metirsiya ku ji metirsiya çekê ne kêmtir e:
Lê tenê destûr, herku çiqasî pêşketî be jî, ewê nebes be heke gotina nefretê û gûrkirina tundûtûjiyê di civak û siyasetê de berdewam be.
tiştê ku îro nîgeraniyê çêdike, derketina dengên ku li dijî Kurd û pêkhateyên din ramanên nijadperestî, mezhebî û tunekirinê didine belavkirin; wekî ku Sûriyê ji salên dirêj yên desthilatdariya zordar û salên şer tiştek fêr nebûbe.
gûrkirina li ser bingeha neteweyî, olî yan mezhebî tenê “nerînek siyasî” nîne, bi taybetî dema ku ber bi gûrkirina tundûtûjiyê de tê veguhertin yan dîtinên ku kuştin û tolhildanê rewa dikin.
Ji ber vê yekê, her bûyera kuştinê, revandinê, êşkenceyê yan jî pelişandina laşî, di nav de mijara kuştina ciwanê Kurd Sîpan hiso ku di van rojên dawî de hat belavkirin, divê bibe mijara lêkolîna dadgehî ya zelal û serbixwe, her wisa bûyera şewata zindana Kobanê jî. Berpirsyar divê ku bêne cezakirin, bêyî ku li neteweya yê ku bûye qurbanî an li nasnameya yê sûcdar were nerîn, ji xwe tiştekê rewa ye ku dewleta qanûnê nikare di sepandina qanûnê de hilbijartî be.
Heke desthilatdariya nû dixwaze rûpela borî bigire, divê nîşan bide ku jiyana hemwelatiyê Sûrî ji hemû girêdanên siyasî, neteweyî û mezhebî buhatir e; sûc sûc e û kujer kujer e, bêyî ku ew ji kîjan aliyî be.
Yekgirtina rastîn ji destûrê dest pê dike:
Yekgirtina rastîn a di navbera pêkhatiyên Sûrî de ji baregehên leşkerî dest pê nake, lê ji destûrê dest pê dike. Heger ji gelê Kurd tê xwestin ku di nav dewleta Sûriyê de bibe yek, divê dewlet jî amade be ku bi rastiya Sûriya pirreng re bibe yek. Nabe ji miletekî bê xwestin ku amûrên xwe yên siyasî û leşkerî bihêle, û di heman demê de mafên wî yên destûrî bi rengekî nexuya bêne paşxistin. Yekgirtina pêwîst divê yekgirtineke hevbeş be: hemû kes di nav dewleteke yekgirtî de bibin yek, û dewlet jî bi rastiya civaka Sûriyê û pirrengiya wê re bibe yek.
Ev yekgirtin hewceyî hevpeymaneke neteweyî ya nû ye ku bersiva van pirsên bingehîn bi zelalî bide:
Wek Sûrî em kî ne?
Şêwaza dewleta me çi ye?
Em wekheviyê çawa diparêzin û garantî dikin?
Cihê neteweyan û pêkhateyên cuda di destûrê de çi ye?
Em mafên siyasî, çandî û neteweyî çawa diparêzin?
Û em çawa rê li ber vegera desthilatdariya zordar û nijadperestiya neteweyî, olî û mezhebî digirin?
Li ber Şamê derfeteke dîrokî heye:
Rêbertiya demkî ya Sûriyê li ber ezmûneke dîrokî ya rastîn e, tevku ez bi xwe ti hêvîyan li ser girênadim, lê tev wilo jî ew li pêş di rêya ye, yan divê qonaxa îro wek derfeteke avakirina dewleteke nû ya li ser hemwelatîbûn, wekhevî û nasîna pirrengiyê bibîne, yan jî dewleta kevn bi nav û siloganên nû dîsa ava bike. Di vê rewşê de pirsgirêk nayê çareserkirin, lê tenê tê paşxistin. Nêrîna li ser pirsgirêka Kurdî wek pirsgirêkeke ewlehiyê an dosyaya danûstandinê ya demkî, dê aramiyê pêk neyne. Lê danasîna wê wek pirsgirêka gel, ax, mafên neteweyî û demokratîk, û danîna van mafan di navenda destûra nû ya Sûriyê de, dikare bibe derîyekî rastîn ji bo çareseriyeke dîrokî ku pêşeroja miletê Kurd û hemû Sûriyan bi hev re garantî bike.
Kurd ne hewceyî sozên demkî ne, ne jî garantiyên devkî ne ku bi guhertina hikûmetan re tê guhertin. Ew hewceyî nivîsarek destûrî ya zelal, girêdayî û bicihbar in; nivîsarek ku hebûn, nasname û mafên wan wek gel û neteweyeke bingehîn a Sûriyê biparêze.
Sûriyê bi tunekirina yên dîtir nayê avakirin:
Di dawiyê de, divê têkiliya di navbera Kurd û Ereb, yan jî di navbera her du pêkhateyên Sûriyê de, nekeve warê hevsengiya neyînê ku yek alî bi ser dikeve û aliyê din dikeve.
Ya pêwîst ew e avakirina dewletekê ye ku hemû kes tê de bi ser bikevin. Sûriya pêşerojê nikare dewleteke Ereb be ku Kurdîtiya xwe înkar dike, ne jî dewleteke Kurd be ku Erebîtiya xwe înkar dike, û ne jî dewleta ol, mezheb an partiyekê be, ew divê dewleta hemû miletên Sûrî be.
Kesê ku yekîtiya Sûriyê dixwaze, divê pirrengiya wê biparêze.
Kesê ku dawî li şer û pevçûnan dixwaze, divê sedemên wan çareser bike.
Kesê ku yekgirtina Kurd di nav dewletê de dixwaze, divê ji wan re cihikî rastîn û destûrî di wê dewletê de garantî bike.
Lê paşguhkirina pirsgirêka Kurdî, paşxistina mafan, çavgirtina ji gotebêja kîn û nefretê û xwesipartina li ser çareseriyên ewlehiyê, dê tenê bibe sedema ji nû ve çêkirina alozî û krîzê di şêwazeke nû de.
Pirsgirêka Kurdî li ber avakirina Sûriya nû ne astengiyek e; awayê ku ev pirsgirêk tê dîtin û çareserkirin dê diyar bike ka Sûriya nû dê bibe dewleta hemû zarokên xwe, an dê di bin barê pevçûnên borî de bimîne.
Îro Sûriyê li ber rêyeke dualî ye: yan destûrek ku dê hevpariya neteweyî ya rastîn ava bike û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên dîtir garantî bike, yan jî hemû welat dê li ser mista dêwekî bimîne û li benda doreke nû ya pevçûnê be; dorek ku dikare ji bo hemûyan hîna dijwartir û zivirtir be.
Li dawiyê dixwazim bibêjim ku berpirsyariya biryarê, berî her kesî, li ser milê wan kesan e ku îro saziyên dewletê di destê wan de ne ku ew berpirsiyariya rengê pêşeroja wê hildigirin.