Beşîr Botanî
Çîroka Stiranê
Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:
- Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re pêşkêş kir, ya ku min gazî dikirê “Dayê”. Min gelek bêriya wê dikir lewre min ev stiran çê kir.
Êdî Xemse kî ye? Ez ê li pey pêzanînên malbat û xizmên xwe ron bikim.

Malbata Alan Botan û malbata me
Egîd Axa birayê Resûl Axê ye, Resûl serokê êla Jêliyan bû û Egîd alîkarê wî bû û bapîrê min Ehmê Temer li Erih-Sêrt-Botan berpirsek ji berpirsên çekdarên vê êlê bû. Malbat û xizmên me li gundên Lodê dijiyan (Lodê, Şîşil, Xwaran û Şêx Şehwelî) û malbat û xizmên Egîd Axê li Deşta Mişarê dijiyan (Gundên Mendekeran) û Egîd Axa bixwe li gundê Goveşilê dijiya. Dibêjin dema bavê min Sebrî Botanî hat dunyayê, Xemsê navê (Sebrî) jê re hilbijart û her wesan navên çend endamên malbata me jî ji pêşniyazên malbata Resûl û Egîd Axê bûn.
Tahir Lodî behsa Xemsê kir
Xalê min Îslam‘î li Zaxoyê dengê bavê xwe Tahir Lodî tomar kir. Ez carekê li Zaxoyê mêhvanê wî bûm û gote min:
- Bûrayê min Ehmed‘î ji Silopyê hat Zaxoyê û ew kasêt ji min bir û hêşta nevegerandiye. Bavê min di kasêtê de behsa rûdanek kir ya ku di sala 1929an de li Botan rûda, hingê leşkrê dewletê hêrişa êla me Jêliyan kir û piraniya endamên malbata me digel malbata Resûl û Egîd Axê ji cih û warên xwe revîn û berbi Sûriyê ve çûn û di wê hêrişê de tenê bi destê Xemsê heft serbaz hatin kuştin. Malbatên axayên me û piraniya endamên malbata me û digel gelek malbatên dî gehiştin Sûriyê, lê bavê min rêka xwe winda kir û gehişt Zaxoyê.
Reva mezinên êla Jêliyan
Serhildana êla Jêliyan sala 1929an bû, sê heyv kêşa û paşê şkest, mezinên êlê berbi Sûriyê ve revîn; dibêjin nêzî 400 malbat bûn; malbatên axayên me û piraniya endamên malbata me û gelek malbatên dî. Bi kurtî, bapîrê min Tahir Lodî navê keça xwe kir Xemse, ji ber ku ewî rêz li binemala Egîd axê digirt û bi dîtina wî ku Xemse leheng bû.
Ez û Xemse
Piştî ku me Kurdan li başûrê welêt otonomî wergirt, Xemse hat bo serdana Şoreşa Eylûlê û carekê ewê bi alîkariya bavê min serdana Baregehê serok Mustefa Barzanî jî kir. Min carekê Xemse li gundê Nawpirdan-Bakûrê Hewlêrê li mala bavê xwe dît, min albûmê bavê xwe jê re anî û wênê bapîrê xwe Ehmê Temer‘î nîşa wê da, ewê di cih de ew nasî û rondik ji çavên wê jî barîn.
Û dema min sala 1988an li Stockholmê ji Alan Botan re serdana dapîra wî bo Şoreşa Eylûlê behs kir, bêhna wî teng bû û got:
- Ez nuho jî bêriya dapîra xwe (Xemsa keça Bişarê Çeto dikim) û min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser wê çê kir, lê pir mixabin e ku hunermend Şivan Perwer‘î ev stiran bi navê xwe kir kopîrayt “anku helbest û awaz: Şivan Perwer“.
Min bêriya te kiriye
Awaz û peyvên vê stiranê ka çawan ez ji Alan Botan fêr bûm, min welê jî nivîsîn.
Min bêr´ya te kiriye
Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye
Bipirse j´ rengên biharê
Bipirse j´ gulên wê darê
Min bêr´ya te kiriye
Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye…
………………………..
Ev çend sala ´z girtî me
bi evîna te dijîme
bi evîna te d´jîme
Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye
Dema te d´ bîra xwe tînim
Hêstirên nû dirijînim
Min bêr´ya te kiriye
Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye…
………………………..
Evîn nebe jîn şîn e
Jîna bê te qîmet nîne
Jîn bê te qîmet nîne
Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye
Bipirse j´ kevokên aşt´yê
Ew ê j´ te re bêjin rast´yê
Min bêr´ya te kiriye
Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye…
Xwendewarên rêzdar, di dawiyê de ez bixwe daxwaza lêborînê dikim eger min kêmahiyek yan çewtiyek di vê gotarê de hebe û ez supasdar im.