Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî
Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê
Bi lêvegera Dr. Necarî
EZ JINEKE HINDÎ ME
Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.
Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.
Ez ew kes im ku ji birûskê çêbûme.
Ez ew kes im ku hemû zindiyan fam dikim.
Ez ew kes im ku bi serbilindî diaxivim.
Ez ew kes im ku bi welêt re dijîm.
Ez keça erdê me.
Ez ew kes im ku digirîm.
Ez ew kes im ku dûndetiyê diparêzim.
Ez ew kes im ku bi Xwedayê gewre re dimeşim.
Ez ew kes im ku jê re dibêjin Hindî.
Ez Hindîyeke ji gelek gelan im.
(1990)
TOFANA MEZIN
Xwedayê Gewre dibêje:
“Rovî yê avê, kûr noq bibe
here bibîne ka li binê vê avê erd heye.”
Roviyê belengaz kûr noq dibe û careke din venaegere.
Hinga Xwedayê Gewre dibêje:
“Were mişkê belengaz, ji ber ku tiştê ku ez ê ji te bipirsim pir girîng e,
û ji laş re dijwar e.
Kûr noq bibe û binêre ka li binê vê avê erd heye.”
Mişk demeke dirêj nebedî bû.
Dûv re, nîvzindî, mişk di rojeke sar de diyar bû,
ax û heriyê di nav pêçiyên xwe de hilgirtibû.
Xwedayê Gewre piff kir wê perçexaka biçûk,
û çiya ber bi asîman ve bilind bûn.
Dîsa piff kirê,
di cih de giravên kesk xuya bûn,
û erdeke tev giya.
Ha eve çîroka Tofana Mezin.
1994
ÇEM
Hêsir, mîna çeman,
qet dev ji herikandinê bernadin.
Çem, mîna hêsiran,
ziwa dibin û dimiçiqin.
1990.
WÊ GÊRIKÊ BIPERÇIQÎNE!
“Wê gêrikê biperçiqîne,” mêrê min ji min re dibêje.
Yekser ez di ser gêrikê re meşîm.
“Tu dizanî çima min ji te xwest tu wî gêrikê biperçiqînî?”
Ji min pirsî.
“Ji ber ku tu ji min hişktir î.”
“Rast e?” Min hinekî bi acizî pirsî.
Piştî vaqase salan,
pendyariya wî,
alîkarî û navtêdana wî ez matmayî hiştim…
Wê gêrikê biperçiqîne
1994
ÇIMA?
Çima jiyan nikare heman jiyan be,
weke jiyana beriya sedsalan?
Bê elektrîk.
Bê otobus.
Û bê komên mezin ên zibil.
Çima?
1997.
BAVITÎ
Bavekî baş
ne tenê ewê ku ji bo zarokên xwe dixebite.
Lê ew ê ku dizane çawa bi zarokên xwe re bijî.
1997
MAL
Hechecîka biçûk maleke xwe heye:
neqebên piçûk li ber qeraxên çemên sernişûv.
Mala gêrikê jî heye:
girên piçûk di hinavên erdê de.
Kunda guhqut bi lez bûrî û malek di daristanê de hilbijart.
Segderya di nav avê de dijî,
ji ber ku ew mala wê ye.
Mala min – erd, ezman û av e-
maleke sade ye,
mîna malên gêrik, kund, hechecîk û segderyayê.
1996.
XEWNEK
Di xewnekê de
Deriyekî veke.
Rojavabûneke pirteqalî di di qermîçonkên jora golê de belawela dibe.
Min dîmenek ji zarokatiya xwe dît.
Mala min, ne deriyên wî hebûn,
ne jî dîwar.
Bav û kalên min
çîrokên xweş ji min re digotin.
Wan bi keşûhewayê zanibûn
û dikarîbûn weke ku di pirtûkekê de bixwînin:
Daristanên kesk,
giravên ku bi daran dorpêçkirî bûn,
û her tiştê ku li çolê:
ew mala min bû.
Min kêfa demsalan dijiya,
Min dida ser riya bav û kalên xwe yên koçer,
Û berî dida rokê,
ew roka rûgirover.
(1990)
DI PIRTÛKÊN DÎROKÊ DE
Di dîrokê de:
Li ser rûpelên spî yên mezin
çend rêzên bi tîpên piçûk,
çend rêzên nazik
li ser Hindîyan nivîsandin.
Peyvên çapkirî:
Çîrokên li ser gawirên pûtperest
û li ser serokên mêrxas.
Ev di pirtûkên dîrokê de hatiye nivîsandin.
Ez di stranên kevin de
li rastiyê digerim.
Pirrê caran,
di pirtûkên dîrokê de
li ser gelê xemgînnanivîsin.
Rûyên bêhejmar ên resen
doza aştiyê dikin.
Ew êdî nema şervan in:
Ev di pirtûkên dîrokê de hatiye nivîsandin.
(1990)
STIRANA ÇEMEKÎ
Çemê Şîsasippî, gewr e bi ser şîn ve ye,
beriya demeke dirêj, çemekî bextewar bû.
Dem hat guherin.
Dema cengê hat.
Hoz û êl ji hev parçebûn.
çem gem kirin
Ji bo ku kîlowatan derbas bikin.
Çemê bextewar winda bû
Niha digirî.
Li qûma zêrîn digere.
Çemê Chisasippi:
gazî canê xwe dike
lê êdî nema dengê gelên kevnar dibihîze.
(1991)
KULÎLKEKE CEMSERÎ
Di goleke çiravî de,
Min kulîlkeke cemserî dît.
şên dibû û dihejiya,
Di sema ciwan,
nazik û sipî de
kulîneyên xwe bi jor ve hildidan.
Guleke kêmpeyda, bi çîqê xwe yê efsûnî,
Û bedewiya xwe ya lihevhatî, balkêş û bejî
Ji sipîbûnê û ji zêr,
pempoyê cemserî dîl dike.
1991.
*
HA EM EV IN
Mîna ku ji bo çemekî,
Guhertin herheyî be.
Jiyana me herikîneke domdar e
ji tevger û guhertinê.
Wekî çem,
divê em her tev bigerin,
da em karibin bijîn.
Ha em ev in.
*
HEBÛ NEBÛ
Rojekê ji rojan dayika min çîrokek ji min re got.
Piraniya çîrokên gelê Krî ji bo hestkirina tiştan têne vegotin,
ne tenê tiştên bi xwezayê ve girêdayî, lê di heman demê de tiştên bi
demeke din, kesekî din û cîhekî din ve girêdayî jî.
Wê ji min re got ku rojekê çend gencan li nêzîkî kevirekî mezin dilîstin.
Yek ji wan li kevir terpilî,
qîriya û destê xwe li ba kir û hejand.
Hestê wî nefretkirina eşkere ya ji kevir bû.
Kur li himber kevirê mezin sekinî,
da ku xwe ji ser rêya wî bide alî.
Li pişt wî, çend gencên din dest bi pistepistê kirin:
“Ti nêta Kevirê mezin tune ku me biêşîne.”
Lê kur nexwest tiştekî bibihîze.
Her roj nerazîbûna xwe ji kevir dida xuyanî bê çima di rêya wî de ye,
daxwaz dikir ku kevir were rakirin.
Rojekê, dema ku xort bi lîstika xwe mijûl bûn,
bêyî ku bizanin çiqas dem derbas bûye, wan hest kir ku ew kur êdî bi wan re ye.
Ew çûbû ku derê?
Wan bi navê wî gazî kirin û qîriyan.
Bersiv tune bû.
Nizanibûn çi qewimî,
û tiştek nebihîstin.
Bi rastî, kevirê mezin bê ked lebitî.
Û kurê ku tinazên xwe pê kiribû di bin de bû.
Gencan hewl dan ku herin û alîkariya wî bikin.
Ber bi malê ve bazdan da bi hewara wî ve herin.
Lê ti kesî nikarîbû kevir ji cih bileqîne.
“Ji min re bêje, dayê, kevirê mezin çawa karîbû bilive?”
Dayikê bi rêzdarî bersiv da,
“Kevir, hetta yên mezin jî, dilivin û diaxivin jî, kurê min…” (1994)
JIYAN
Di vê serdema pola
û lezê de,
pêwîstiya me bi helbestê heye.
Mîna hevalekî
dilovan û rastgo.
Hêstirekê dibarîne.
Dibîne tiştê daleqyayî,
ji jor ber bi jêr ve digindire..
Tiştên nedîtî berçav dike,
ber bi tiştên em dibînin ve tê kişandin.
Mîna rojavabûnê
Ku rengên wê can geş dikin,
Berbangeke nû:
Di cîhanên wê yên şînê tarî de,
Her tişt bi lez û bez diçe.
Û niha ew zûtir û zûtir dibûre.
(1989)