Tê bîra min, li dibistanê dipirsîn:

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne çar

Li ba min wa bû, diran,

Du lêv û ziman nabin çar,

Dibin zar û pêk ve dikin hawar

Li ba min wa bû, du dest

Û du nigên mirovî nabin çar

Di laşekî de tên kar

Li ba min wa bû, tax, xanî, kolan

Û cade nabin çar, dibin şar

Tê de dijîn dewlemend û xelkên hejar 

Li ba min wa bû, kok, qurm, şax 

Û pel nabin çar, dibin dar

Hinek kurt û hinek dirêj, wek çinar

Li ba min wa bû, evîn û dil, ciwanî û pakî

Nabin çar, dibin yar li ba dildaran

Ew hemûyên wiha du û du 

Dibin yek, nabin çar

Yekcar gelek in, lê li ku têne jimar

Tenê ez wisa zanim:

Heger laşê min sed parçeyî bikin

Heger min bidin ber guleyan 

Û biçim sêdarê

Tiştê di dilê min de, li ser zimanê min e:

𝐊 𝐔 𝐑 𝐃 𝐈 𝐒 𝐓 𝐀 𝐍 a min her welatek e û nabe çar.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…