EBDILBAQȊ ELȊ
Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê digerin ku xwe pê bigirin. Li vir rola vê medyayê derdikeve holê: ku bibe çavkaniya ku “rastiyê” dide mirovan berî ku “belavkerên gotegotan” bidin wan. Erê, ev ne xweşkirina rastiyê ye, ne xemilandin û sipehîkirina rastiyê ye, lȇ belȇ birêvebirineke hișmend ȗ jîr a rastiya krîzê ye, ku li ser bingehȇn saxlem ȗ zexim a belavkirina agahiyên rast û pêbawer, zelaliya ku mitmane ȗ pêbaweriyê ava dike, û peywendiya bi bandor ya ku bi lez bersiva tirsên cemawer dide, radibe ȗ ava dibe. Armanca herî mezin rêvebirina vegêrana medyayê û kontrolkirina vegotina kirîzê ye ji bo kêmkirina ziyanên derûnî û civakî, xwertkirina aramiyê, û rêberiya mirovan ber bi rȇnmayên rast ve, dûr ji tevlȋheviya gotegotȇ û agahiyên şaş.
Ev pêşgotina teorîk me rasterast dibe ber rastiyeke jiyanî, ku em mînakeke zelal ȗ berbiçav a girîngiya van pirensîpan tê de dibînin, ew jî rewşa gelê kurd li Sûriyayê ye.
Bêguman rewşa ku gelê kurd li Sûriyeyê tê de dijȋn, balȇ dikișȋne ȗ pȇwȋstiya wȇ bi dilovanî û piştgirîyê heye, nemaze di vȇ dema dawȋ de ku metIrsiya rewşa mirovî ya ku di nav şer û pevçûnên dawî de derketiye holê, ji her kesî re eşkere bûye, û vȇ yekȇ hișt ku Serok Mesûd Barzanî bi rȇ ya peyamên xwe yên curbicur ji aliyên têkildar re hișyariyȇ bide ȗ zengilȇ metirsiyȇ lêxe, daxwaza aramiyê û dûrketina ji ketina nav şerekî neteweyî di navbera kurd û ereban de bike. Ȗ peywendiyên wî yên dîplomatîk ên berfireh agirbesteke ku can û mal parast û derî ji danûstandinên ku berhema wan li hevkirinên ku dest bi pêkanîna wan li ser erdê hatiye kirin vekir encam dan, ȗ her wiha hișt ku Serokê Sûriyeyê Ehmed el-Şer’a biryarnameyekȇ derxe ku danpȇdanȇ bi mafên çandî û taybetmendiya neteweyî ya kurdan li Sûriyayê dide.
Ev rewşa aloz a hanê bû ezmȗneke rastîn ji bo medyaya ku bi doza kurdî ve mijûl dibe. Di vê çarçoveyê de, diviyabû ku platformên medyayê bibûna dengê gel û neynika êş û janên wî, û rola xwe di ҫarҫova piransȋb ȗ berpirsyariya medyaya kirîzê de, ya ku me berê aniye ziman, bilîstana. Lê mixabin, ketȗbar an karguzariya ragihandinȇ ya hin platforman (yên dîjîtal, satelîtî û rûpelên civakî) rêyek yan rȇgezeke cȗda girt ku Gewl, dijwarî, ȗ tevlȋhevȋ bihtir kir, û li şûna karkirina jibo aramiyê, ew bû sedema gurkirin ȗ zêdebûna girtin, kel û aloziyê.
Belkî metirsȋdartrȋn tișta ku bȗ encamderȇ vȇ karguzariya ragihandinȇ ya astengkirȋ derketina diyardeyeke endȋșnak di vȇ dema dawȋ de ye, ku di veguhertina hin ji van platforman bo mȋnaka “odeyȇn operasiyonȇn handanȇ” hewl didin yan dixwazin ku vegotineke yek alȋ bi ҫesipȋne û hișkirina dengên dijber, bi bihaneya berevaniyȇ diber doza kurdî de. Tișta ku dihȇle ew dev ji rola xwe ya ronakbîr û bêlayan berde. Ev diyarde bi awayekî eşkere di kiryar ȗ riftarȇ hin pêşkêşvanan de xuya dibe, yên ku mîna ku doza kurdî di kesên wan de kur bûbe ditevjin ȗ tevdigerin, ku heyecana ҫȇkirî û bilindkirina deng bi awayekî zêde serdest e, mîna ku ew di qada şer de ne, xwe ji veguhêzên sade yên nûçeyan vediguherînin “rêberên rewșê” yên ku xwe wek xwediyȇ rastiya mutleq dibȋnin, ew jibîr dikin ku medyaya rastîn ew e ku kom dike neg ji hev vqetîne, ava dike û hilnaweşîne.
lȇ Tiştê herî bi seyr veguheruna girîn an jî girȋkirin ȗ xwegiriyandin a li ser Ekranê di weșana zindȋ de bo kiryareke xwenȋșandanȇ ya dubarebûyî li cem hin pêşkêşvan û nȗҫegihanan, yên ku carinan vê rêbazê wekî amûrekê ji bo kişandina balê an pêşbaziyê bi kar tînin, wekî ku ew di pêşbaziyeke nîşandana “kîjan bihtir diêşe” de bin tê bikaranîn. Ev reftar êşa rastîn a gel vediguherîne madeyek yan malzemeyeke xerckirinê ya ku armanc jê bilindkirina rêjeyên temaşekirinê ye, lȇ bi vȋ awayȋ jibȋr dibe yan tȇ Ji bîrkirin ku rastbȗn, pêbawerî û bandora kûr ji veguhastina mîsabetê yan bȗyera tirajȋk ȗ dikșewat bi rûmet û objektîfî tên, ne bi hestekî sȗnȋ ȗ çêkirî.
Ev kiryar ne tenê șașiyên takekesî ne, lê belȇ ew encama tevlȋheviyeke ji xweperestȋ yan quretiya kesane, fișara pȇșbaziyê ya li ser hejmara dȋtin ya temaşevanan, Lawazȋ ȗ qelsiya perwerdehiya pîşeyî û nebûna çavdêriya navxweyî ya bibandor ku di navbera rastgo û sextekar de cihêtiyê çêdike ne. ȗ ҫareserkirina vê diyardeyê pȇwȋstȋ bi perwerdehiya pîşeyî ya domdar, bihêzkirina çavdêriya edîtoriyê û hişmendȋ ȗ zanebȗna ku medyavanê rastî li şûna mirovan qîr nade, lȇ belȇ ji wan re derfetan vedike ku êşên xwe bi rêzgirtin diyar bikin ȗ bȇnin ziman heye.
Pirsgirêka Kurdî, pirsgirêka gel û civakê ye, ne saman yan xwedȋtiya kesane yan jî platformek e ji bo xuyakirina kesayetiyê, ȗ êşa gelê Kurd kûr û rasteqîn e, lewma pȇwȋstî bi zêdekirina şanoyî yên ji bo xwiyakirinê nîne, lê pȇwȋstî bi ragihandina ku lihevkirinȇ di navbera pisporî û mirovahî de bike, rȇzȇ li hişê wergir bigire, û ȇș ȗ janê wî binirxîne, û dizane ku veguhastina trajediyê bi rûmet û objektîvî ji her hestekî sûnî bandortir e heye. Rêzgirtina jîr û têgihîştina bîner û şiyana wî ya ji hev cudakirina rastgo û duristker, bingeha vegerandina rastgoyiyê û parastina rola ragihandinê ye weke piştgirek ji bo pirsgirêkê, neg bar li ser wȇ.
Parastina dozeke dadperwer bi ҫewsandin ȗ tepisandina nȇrȋnên dijber pêk nayê, lê bi afirandina derfetan ji bo pevguhertina nȇrȋnan û pêkhatina ramanan tê bidestxistin. Ȗ eger mêvanek sînorê edebê derbas bike, dibe ji mafê pêşkêşvan ku polîtîkaya bernameyê bîne bîra wî, ne ku bername bo êrîşkirina mêvan û bi dawîkirina wî bi awayekî li dijî rêzikên pîşeyî were veguherandin. Wekî din,naxwe wateya vexwendina kesê cuda bi xwe çi ye?