Qado Şêrîn
Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan neda û li dijî zulm û kiryarên pkk ên şaş derketa. Di dema komkujiya Amûdê de, Ehmed li Amûdê bû, lê li dijî wê komkujiyê helwest neda û derneket, bêdengiya wî, bandor li navê wî bigiştî kir.
Ehmed dema ji Swêdê bar kir û çû “Rojava“(Rojavayê Kurdistanê) û hema hema deh salan di bin sîwana deshilata Pyd-pkk de jiya, dema çû Hrrk a me piştî serhildana 12ê adarê li Europa damezirand, talan kir û bir kir saziya fermî ya wê deshilatê û ji bo nivîskar û rewşenbîrên apoçî bikaranî. Her wiha piştgiriya wî ji Pyd û Pkk re. Di wan deh salan de Ehmed li dijî kiryar, komkujî, binpêkirin, revandina zarokan, girtin û kuştin û zulma Pyd nerawestiya, tim bêdeng bû.
Ji xwe berê bi helbesta “Ocelanos Qendîlos“ pesnê Ocalan dabû, û ji wê helbestê asta wî nizim bû, belkû amadebaşî bû ji bo biçe li “Rojava“ bijî.
Îca, bi texmîna min van kiryaran hemûyan, bandor li rêz û kesayet û helbesta Ehmed Huseynî kirin, belkû ji ber wê kêm xelk bi cenazeyê wî re meşiyan. Bê guman wî ziyan gihande xwe û helbesta xwe, dema bû pesindarê Ocalan û aboçîzmê.
Eger Ehmed li Swêdê maba, wek helbestvan jiyana xwe bijiya, neda dû apoçiyan, wê wek mezin û navdarekî kurdan mezin bimra.
Gelê kurd dilsozên xwe piştguh nake, xwedî li wan derdikeve, belkû wan mezin dike, nimûne jî gelek in.
…
Hezar rehme li giyanê Ehmedê Huseynî yê helbestvan bin.