Hozan Yûsiv
Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê
Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji windabûn û qehremaniyê.
Ji bo Kurdan, Adar ne meheke asayî ye; ew di navbera tunebûna “Helebceyê” û hebûna “Newrozê” de dergeheke neçar e. Di Adarê de bajar dikevin bin barê dagirkeriyê û ji nav komkujiyan şoreş derdikevin.
18ê Adarê: Di “Zeytûnên” Efrînê de xewn şikestin
Di salên dawî de, roja 18ê Adarê weku birîneke kûr û xaleke werçerxan di hişmendiya siyasî ya Kurdî de, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, cih girtiye. Tevî ku ev roj weku salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyeyê tê pîrozkirin, lê ji bo Kurdan roja ketina Efrînê ye, ew jî piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên bi ser ve di sala 2018an de. Lewma avakirina welatekî hevbeş nabe eger beşek pîrozbahiyê bike û beşê din di nava şînê de be.
Ev ne tenê rûdaneke leşkerî bû, lê hewldana şikandina sembola Kurdî bû berî çend rojan ji Newrozê. ji salvegera koça dawî ya Barzanîyê nemir di serê mehê de, heta şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed di dawiya mehê de, ku ev yek Adara Kurdî ji her çar aliyan ve di nava dorpêça mirinê de dihêle.
Ji karesatê ber bi berxwedanê ve:
Adar ti carî nebûye meha teslîmbûnê, berovajî wê, herdem meha “Raperîn û Serhildanê” bû. Di dilê vê mehê de birîna Komkujiya Helebceyê (16ê Adara 1988an) heye; ew tawana ku tê de bêhna sêvê û jehra kîmyewî tevlî hev bûn taku bajarek di xewê de bimire ku bû sembola stemkariya li Kurdan. Lê bersiva Kurdan herdem ji rengê êşê tê; ji nav wê êşa giran “Raperîna Mezin” a sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir taku bajaran ji lepên dîktatoriyê rizgar bike.
Li Rojavayê Kurdistanê jî, 12ê Adara 2004an mîna birûskekê bû, roja Serhildana Qamişlo ku tê de Kurdan bi sîngên tazî li hemberî dezgehên tepeserker sekinîn û gotin ku dema bêdengiyê bi dawî bûye. Heta gihîşt Adara 2016an, dema ku sîstema Rêveberiya Xweser hat ragihandin wek gavekê ji bo çespandina hebûna siyasî ya Kurdî di nava bahoza Sûriyeyê de. Ev vîna mayînê, bi xwînê hat morkirin.
Newroz: Qîrîna vejînê ji alafa berxwedanê
Di nav kavilên karesatan de, 21ê Adarê (Newroz) ne tenê weku cejnekê lê weku çalakiyeke hebûnê derdikeve pêş. Di vê rojê de sala 1982an, şoreşgerê Kurd Mazlûm Dogan li zindana Amedê ya bitirs laşê xwe kir pira agir ji bo Newrozeke nû ku tariya zindanan ronî bike û gotina xwe ya zindî li dû xwe hişt: “Berxwedan Jiyan e”.
Sala Kurdî bi nûbûna siruştê re dest pê dike, lewma her tiştê ku berî 21ê Adarê rû daye weku beşekî “bihurî” tê dîtin ku divê li paş bimîne. Newroz “Roja Nû” ye ku çîroka Kawayê Hesinkar li dijî “Dehakê” serdemê vedijîne. Bi vêxistina agirê Newrozê re, Kurd saleke tije êş (di nav de jî jana 18ê Adarê) li dû xwe dihêlin û rûpela biharê vedikin, bi vê yekê tekez dikin ku nasnameya Kurdî bi ti awayî nahê tinekirin.
18ê Adarê û “pişguhxistina êşa kurd”..
Kêşeya sereke ya 18ê Adarê ne tenê rastîhevhatina dîrokê ye, lê “nedîtina êşa kurd” e. Pîrozkirina vê rojê wekî destpêka şoreşa Sûriyê, bêyî nasandina karesata dagirkirina Efrînê, nîşana qelşeke kûr e di wijdanê niştimanî de. Avakirina welatekî rastîn, naskirina êş û janên hevbeş dixwaze; nabe beşek pîrozbahiyê bike û beşê din di şîna bêmalî û bêwariyê de bimîne.
Adar, ku şîna Helebceyê û vejîna Newrozê digihîne hev, ezmûna salane ya bîrweriya Kurdî ye. Her carê tekez dike ku rûpelên kevn çiqasî giran bin jî, bi ruhê “agir û azadiyê” tên girtin; erd ji xwediyên xwe re dimîne û azadî weku rêça dawî ya rêwiyên çiyayan her dimîne.