Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo
Di hejmara sêhem de em tenê kanin sê gotaran bixwînin;1-(Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro(Îrqa),Soro,2-(Kurdistan û serxwebûn3-Kronolojiya nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakur) Hemreş Reşo.
Herwisa jî di vir de (9)helbest hatine weşandin;1-(Rojî reşî şeşî Eylû) Kemal Fuad,2-(helbestek bê navnîşan)Hejar,3-(Sewaş ji Xwedê re. 4-Xwrok.5 -Axa welat) Hemreş Reşo.
6-(Meşa Xorta Kurda,7-Newroz,8 -Hoşiya min ) M.Bor. 9-(Ho xorto) Osman Sebrî.
Lê tenê di vir de serpêhatiyek di bin navnîşana ( şerê mêşa de) bi pênûsa Dr.N.Zaza cihê xwe girtiye,herweha jî dîsan çîrokek di bin navnîşana (Diz û lawik) de bi pênûsa M.Bor de li tevnê ketiye.
Soro di gotara xwe (Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro de) li ser hin pirsgirêkan bi hurgilî radiweste;ew bi van wateyan dibêje:Ev bûye nêzîkî sê salan ku miletê me li dijî hukumeta xwînmij û keleş li Îraqê berevaniya xwe dike,bi hezaran ew bûne pakrewanê Kurdistanê û bi sedan gund hatine wêrankirin,lê pêşmergên qehreman bi pîdarî li hember karbidestên Îraqê radiwestin,lê gava partiya(Bes) bûye destlatdar,ewê soz dabû gelê Kurd ku daxwaza gel(awtonomî bo Kurdistanê û dêmoqratî bo Îraqê) bi cihûnin, mixabin li dewsa mafdayînê,ewê di Pûşpera,sala1963 an de êrişek dirinde û hovane bire ser Kurdistanê,lê Kurdan digotin:(Kurdistan yan neman!),lê piştî Selam hate ser textê Îraqê,carek din şer rawestiya û danûstandin di navbera Kurdan û hukumetê de dest pê kir,di encamê de çareserî ji kêşeya Kurdî re nehate kirin,şer sernûve dest pê kir,li dawiyê Soro gelek bi azadiya Kurd û Kurdistanê bawermend bû, ew nameyek ne rasterast ji destlatdara Besiyan re dişîne û dibêje:( hukumet bi destên xwe gora xwe dikole).Em di vir de kanin bêjin ku Soro di nivîsîna xwe de pir serkeftî bû,ewî bi hemû awayî tovên geşbînê di dilên xwendekarên Kurdistanê de li dervayî welêt diçandin.
Lê sernivîserê kovarê Hemreş Reşo di gotara xwe (Kurdistan û serxwebûn de) li ser rewabûna damezrandina dewleta Kurdistanê serbixwe dipeyive û ew dibêje:Di sedsalên me de nema kes bi galgalan,baweriyên bê zanistî û tarî înan bike û têkoşînê ji ber wê da bike,lê ev sedsala dema rastî û şiyarbûna gelan e.Gotarnivîs mercên gelbûnê bi xwendevanên xwe dide nasîn û dibêje:Di vî sedsalê me de,divê bi tenê ew gelê ku di welatekî de dijî,bi dîrokek kevin bi hev ve hatibin girêdan,ew kesên wî gelî bi dilsozî bixwazin bi hev re bijîn û pêşve biçin,gava ev mercên jorî di gelekî de hate dîtin,ew wek gelekî tête naskirin û gava dewlemendiya welêt jî têrî wan kir,serxwebûn dibe mafê wan.Hemreş Reşo hîn dibêje:Emê karibin gelên din bawerkirin bidin ku nema gelê Kurdistanê bê serxwebûn û girtina mafên xwe dikare bêdeng bisekine û destên xwe li ber neyar û gelên din mîna parsokan verge,ji ber ku hemû mercên gel û netewayetiyê cem Kurdan hene, bi hezaran xort û keçên me di şoreşên Agirî,Dêrsim û niha jî sê salên li Kurdistanê xwîn tête rijandin.Herweha Hemreş Reşo dewlemendiya Kurdistanê bi herdu çemên navdar(Dicle û Feratê)jî di ber çavên xwendevanên xwe re derbaz dike,lewra ew serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa dibîne û bi vî awayî; nivîskar çirek geş di hişên xwendkarên Kurd de li Ewropa vêdixe,lê ne tenê wisa,H.Reşo di vir de gelek helbestvanên Kurdistanê yên ku rolên xwe di pêşketina wêje û hestên netaweyetî de lîstine bi xwendekarên Kurd li Ewropa dide nasîn û ji wan ev in:1-Melayê Cizîrî.2-Elî Herîrî.3-Feqiyê Teyran .4-Melayê Batî .5-Şerefedîn Bitlîsî.6-Ehmedê Xanî û hin din .
Em tenê dixwazin li vir du malikên pir navdar yên helbestvan Hejar mîna zengileke dengdar di guhên xwendevanan de dikin hawar û qêrîn,ew dixwaze bi Kurdî bijî û bi Kurdî jî bimre û bi Kurdî jî here gorna xwe
(…..
Bi Kurdî ejîm,bi Kurdî emrim
Bi Kurdî edem weramî qebrim .
…).
Lê Osman Sebrî di helbesta (Wefda Kurdî) de û ya bi (144) malikên niştimanperwerî û şoreşgerî hatine ristin û bi dengê bilind û zelal bang li
gelê xwe dike û dibêje:Divê hûn li mafên xwe bibin xwedan û eger di destên xwedanmaf de dar û çek tune be,yanê ew rêya mirinê ye û em tucarî jî Kurdistanê nabînin .
(Dibêjin wefdeke Kurdî
Li ser zînat û sitemkariya Ecem
Nivîsareke dûr û dirêj
Li parîsê daye sekretêrê (Heyata Umem)
Çêla biserhatiya Kurdên ciwanrû
Ku hinde jê hatine kuştin ..
Ma kînga heq tête dayîn ..Ho?
Heke xwedî heq ne dest bi dar be
Qelsî reya mirin û wenda bûnê
Bê şer û gelş û qîrên û lêdan
Lingê me naçe nav axa Kurdistan
Ho .. xortê Kurdê hêja
Rabe bi merdî serî hilde
Di nava gelên cîhanê de
Tu tenê ma ye bê nav û nîşan û deng..
………….
Osman Sebrî di helbesta (Ho xort) de bi dengê bilind bang li xortên Kurdan dike û erkên welatperwerî li ser milên wan jî dibîne,lê ne tenê wisa,ew dixwaze ji xortên Kurdan re rasterast bêje:Hûn pêşengên gelê xwe ne û hêviya Kurdistanê bi we bilind e,ku hûn serkêşiya doza gelê xwe bi dilêrî ji bo serbestiyê bikin,lê peyrewî bi ramanên biyaniyan,gelê Kurd dê herdem bindest û kole bimîne û divê armanca miletê me yek be û rêzan û ramana me jî ji bo pêkanîna mafên netewî yek be.
Ho xortê Kurd
Pêşengê xebat
Hêviya welêt
Ji bo azadî
Bi ramanên xelkê
Li ser reya wan
Dê bibin bindest
Çavên xwe veke
Wek her carê
Neyî xapandin.
M.Bor di çîroka xwe (Diz û lawik) ya ku di Buharê de derbaz bûye wisa dibêje:Nîvî şevê derbaz bûye,lê tariyê rind perdên xwe li ser bajêr de berdabûn, çavan çav nedidît,tenê car li caran ji dûr ve dengê dîkekî,an jî qijîna pîpka payerên kolanan dihatin,lê xûşîna baranê jî çiqas xweş bû,eger helbestvanek li wê derê hebûya,ewî kanîbûya derbarê zulmetê de helbestek binivîsiya.Lê bûyerên vê çîrokê li Diyarbekirê (Amedê )derbaz dibin,diz dikarî di şevê de dîkanekê talan bike,lê di sibê de; divê ew biçe mizgeftê û Mela ji mizgeftê derdikeve û diçe ba jineke bi mêr,ev Diyarbekir bû,ew tijî çîrok û efsane bû.Kalemirovek hebû ,bi wî re digotin Apo,ew dizekî jêhatî bû,Memo zarokek bû,lê ew bûbû dostê apo,herduyan dizê dikirin,lê apo ew berdida hundir dîkanan taku ew diziyê bike,lê ew bi dizîbûna wî ne qayil e, ji ber ku ew biçûk e û nikane pir tiştan ji hundiran derxîne,apo girs û por spî bû,tariyê dîsan dorhêl vegirt û ji bo dizan fersendek baş bû,lê kalê me sud ji dizîyê nedîtibû,ewî dixwast bixebite,lê tukesî ew li nik xwe neda xebtandinê, ev kalemêra dîsan diziyê dike û li dawiya dawiyê ew li kolana Amedê tête kuştin.
Bi rastî;M. Bor vê çîrokê pir baş li tevnê dixîne, di vir de carna nêrînên hevdij,carna nêrîn û helwestên erênî têtin holê,di navbera kalemêrê me û civakê de hevkêşeyên ne dirust peyda dibûn, xûya ye; ne tenê mirov gola civakê diherîmîne,lê carna jî civak jî nizane mirovê xwe perwerde bike û çavên xwe li ser kêmkasî û şaşiyên borî damrîne û rûpeleke nûh ji serastkirinan re veke .
Wek di dîroka tevgera gelê Kurd di Rojavayê Kurdistanê de baş diyar e ku Dr.N.Zaza Siyasetmedarekî jêhatî û navdar bû,ew sekretêrê (Partî Dêmokrata Kurdistanê) li Rojavayê Kurdistanê bû,ewî jî mîna pir hevalên xwe di zîndanên dewleta Bas de pir lêdan û êş dîtibû,lewra ew direve Libnanê,li vir Dr.N.Zaza serpêhatiyeke xwe di bin navnîşana (Şerê Mêşa ) dirêse;Dr.N.Zaza (15) rojan jiyana xwe li mala Kurdekî belengaz derbaz dike,ew li wir demên xwe bi kuştina mêşan derbaz dike û ew li wir ji ber mêşan û girînên zarokan gelek bêhteng dibe,ew mêşên ku nedihêştin Dr.N.Zaza raze,mîna endamên partiya Bes li pêş wî dihatin xûyakirin.
Li dawiyê em kanin bi sanahî bêjin ku ev hersê hejmarên nirxbuha di bin navnîşana (Hêviya Welêt de) bi pênûsên gelek siyasetmedar û wêjevanên Kurdistanî roleke berçav di pêşketina tevgera rojnamegeriya Kurdî de lîstiye.