Helbest u Vidyo

Dirbêsiya Derman

Eymen Bekir

 

Dirbêsiyê،
ji roja ku tu çûyî
şev li dilê min dirêj bû.
Çirayên hêvî bi yek yek
li nava sînga min vemirîn.

Ez li her derê te digerim،
li dengê bayê، li bîhna baranê،
lê tu nayê،
û navê te li ser dilê min
wek birînek nû dimeşî.

Çavên te
di xewnên min de têne
û her car
ez ji wan bi girî têjim.
Ev evîn çi ye ku
her şev min dijî،
û her roj min dikuje؟

Dirbêsiyê delal،
ez ji te re
ne şert, ne şertandin dixwazim،
tenê carekê
destê xwe bidî destê min
da ev dil bê aramî bimîne.

Dûrbûn
wek darê qelew di nav me de mezin bû،
kû mirinê xwe dixwaze
û jiyana min dihêle.

Ez dizanim
eger tu bibî,
eger tu vegerî،
ev dil ê bi te re
ji nû ve hîn jiyanê bibe.

Dirbêsiyê…
navê te
her şev li ser dilê min
bi xwîn tê nivîsandin.
Û kenênin te wek firiştek
te firandin
Û pûrên te her roj te hûnandîn

Dirbêsiya min…
welatê evînê،
welatê dilê min

Ma ne bese koçberî؟
Ma ne bese penaberî؟
Ma ne bese kovên êş û azar
dilê peqî؟

Dirbêsiya nûjdar
Eymen nexweşe
Kanî tu?
Tu derman

Dirbêsiya dilovan
Êdî min di gora xwe veşêre،
ey dil û can

Dirbêsiya Derman
carêk tenê،
min jî ser sînga xwe Razîn،
wek kepz û çûlbesan

2026/12/26
Sofya

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…