Bavê Zozanê
Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê wê bixwe de ye wek yarim ger ne di cihê xwe bê danîn ti sûdê nadê dîwêr..Em karin bêjin ku sivikbûn û sipehî û şêraniya peyvê ewe ku di cihê xwe de bê gotin wek ristên yan jî miherkên yan jî morîkên gerdena bûkê ne ku hîn ji dûr ve diçirisîn in.
Bê ku ez dirêj bikim ew yarimê li nik melayê Cizîrî manendê peyva tenik li nik Hevraz ê Hesko di strana” Tu nehatî “de min dît .
Çend êvar û şevê tarî min bûrandin tu nehatî
Ji xwe timî dibêjim zimanê me pir xweş û nazik e niza çima em wî xwarumaro dikin,carna em libne biyanî libne latînî û carna jî libên qucir û zîwanê jî em tevlî ardê xwey spî dikin ,bi kurtî dikarim bêjim ev kirêt e çênabê em stwê gotinê xwar bikin bizîvirênin yan jî hilqetînin.
Erê peyva Êvar gotinek normala
lê çima Nivîskar Hevraz Hesko di cihê wê de bikar aniye li ser xweşbûna wê ,şêrîn û naziktir kiriye,dive hin bêjin ji xwe zêdeye pêwistnake em wê binvîsênin tenê şevên tarî cihê xwe digre û wateya êş û zora lihêviyê an bendewariyê nişan dide,lê ligorî dîtina min dema Hunermend Hevraz Hesko peyva Êvar li pêşiya şevê danîye bêguman şev dirêj tir kiriye ,êşa kesê evîndar agirê dilê wî kûrtir û geştir kiriye.Berê bapîrên me gotine bi peyva xweş tu dikarê mû ji mara bikê..Ji xwe helbest li ser peyva xweş ava dibe ne peyva mijgirtî û tevlîhev eger peyv nexweş be nependî be wê helbest kulek û seqet derkeve.
Ji xwe gotina tu nehatî wekî heyva çardaye wek stêra Gelawêj e tu dikarê cih û rêgehan pê û jê veqetîne.Tu nehatî gotina herî resene ençax pê tu dikare dûrbûn û şewata dil ê evîndar rave û derbirîn bike.Tu nehatî ev gotina zelal asan wekî şewqa rojê helbest bi tîn û rewan xwîn û goşt kiriye.
Ji xwe nehatî bûn dûrbûnê çêdike dûrbûn jî wê keskatiya geyê dikuje merov tar û mar dike dihêle ku ew hertiştî jibîr bike lê bi rastî Helbestvanê me xwênerê xwe dihejîne dema dide xuyanîkirin ku dûrbûn ewqasî pîse ta asta dihêle ku mirov rengê çavê hevala xwe jibîr bike,ma ka çi ji vê bobelatê mestir heye.Wisa helbestvan dûrbûnê şirove dike.
Tu nehatî mi rengê çavê te jibîr kirin tu nehatî
Ji bilî van hemûyan, ji bilî dûrbûnê, ji bilî jibîrkirinê, ji bilî gelek tiştên din, helbestvanê me eşkere dike ku dûrbûn û nehatî ,hemî hêviyan tevlî evînê dikuje , bîtir wisa jî dibe sedema dînbûnê.
Tê kengî bê evîna te ez dîn kirim tu nehatî
Norwegen 23.12.2025