Emel Hasen
Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.
Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،
Da ez dibim siya wê de،
Serê xwe danim
Li qebra reş û tarî
Rehet binivim.
Lê ji bîr nekin lêlos û pênûsa min،
Bi min re veşêrin،
Ji ber ku tenê ew hevalên
Xem û êş û derdên min bûn،
Hem şahî hem dîlan û kêfxweşiyên min bûn—
Bêyî ku min biêşînin
Yan jî derba xiyanetê li pişta min bidin.
Pênûs، lêlos û alayê welatê min،
Li goristana sard û bêdeng
Bera hevalên jiyana min a nû bin.
Belkî ez bikarim bi wan re
Wan hêvî û mermên ji min windabûn
Ji nû ve wan xweziyan pêkbînim.