Firyal Hemîd
Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.
Ew çaxê serjêkirina dermala bû.
ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.
Çima tiştên berê jî bîra min naçin?
bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û xwe jê bernadin.
Ew hilm bi destpêka zivistanê ve girêdayî ye.
Pirteqal, salê Carekê me wan didît, hilma wan cuda bû.
berî ku wê biqeşêrim, min ew têr bêhn dikir, di nav destên xwe yên biçûk de, ber bi himbêza xwe ve tanî.
Min dixwest ku ew bêhn neçe!
ez ê bêrya wê bikim, him rengê wê, him jî bêhna wê.
Li gund tenê rengên pîvaz, xîyar û bacanan hebû.
Bi rêzdarî, min ew reng himbêz dikir, çimkî min zanî bû ku ew mêvanekî giran e, erê pir giran e.
Dîya min yek dida qirdkê sersalê, di gel hin mewîj û benyan.
Ewî qirdikî pir dû’a dikirin:
Serê Salê, binê salê
Xwedê lawekî bide
Kevaniya vê malê.
5.12.2025