Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Kovara (Hêviya Welêt) jî beşek ji dîroka çapemeniya Kurd e; ewa zimanê fermî ya ( komela xwendekarên Kurd li Ewropa bû), komele jî beşek ji tevgera azadîxwaza Kurdistanê bû,sernivîserê vê kovarê jî welatparêz û siyasetmedarê gewre nemir Hemreşê Reşo bû.Hejmara yekê di meha Razberê,sala (1963) an de ronî dîtiye û hejmara sisiyê û ya dawiyê di Newroza,sala (1965) an de hatiye weşandin.
Hemreş Reşo di pêşgotina berhevoka sê hejmaran de dinivîse:Min sernivîsera kovarê berda,lewra jî komîtek nûh bi serkêşiyê Şefo hate damezrandin,lê mixabin komîta nûh nikanîbû di weşandina kovara (Hêviya Welêt) de berdewam bikira.
Herweha Dr.Nuredîn Zaza jî di pêşgotina berhevoka van sê hejmaran de dinivîse: Kovara mehane(Dengê Kurdistan),dengê yekemîn ya (Xwendekarên Kurd li Ewropa bi tîpên Latînî di salên (1949-1950) dihate weşandin.
Dr Nuredîn Zaza hîn dinivîse:Tevgera xwendekarên Kurd di sala (1956) an de sernûve hate vejandin û (kovara Kurdistan) bûye deng û zimanê tevgera xwendekarên Kurd,lê piraniyên gotarên vê kovarê bi zimanê Êngilîzî bûn û yên mayîn bi Kurdî,zaravê Soranî bûn.
Lewra jî Hemreş Reşo kovara (Hêviya Welêt) di sala (1963) an de bi zimanê Kurdî (Kurmancî ) wek deng û zimanê (Komela xwendekarên Kurd) li Ewropa derxist.
Di hersê hejmarên kovarê de,helbest,çîrok, pend û şîret, gotarên siyasî û dîrokî bi pênusên navdar mînanî Osman Sebrî,Cegerxwîn,Dr.Îsmet Şerîf Wanlî,Hemreş Reşo, hatine weşandin.
Dr.Îsmet Şerîf Wanlî di bin navnîşana (Hêviya welêt ) de gotarek dirêj dinivîsne,ew dibêje:Derxistina (Hêviya Welêt) bi zimanê Kurdî bi zaravayê Kurmancî (ê Bakur ) bi tîpên Latînî,ew bi xwe bûyînek mezin e ji bona çanda niştimaniya Kurd a nû…., hêvî ew e ku Hêviya welêt bi gotarên xwe ve ,derketina wê li dû hev dê valabûnê di warê çanda niştimaniya kurd dagre ,ji ber ewa bi zaravayê kurmanî ê şêrîn derdikeve ê pirbûna miletê kurd pê dipeyve (di kurdistana Turkiyê de ,Sûriyê ,,Yekitiya Sovyet û perçên din ji Kurdistana Îraqê û Îranê ,ew hîn dinivîse :Zaravayê Kurmancî zimanê ehmedê Xanî ê bilind e yê ku di sed sala (17) an de hatibû dinê, lê (Hêviya Welêt) kovareke çandî û ne siyasî ye,lê tevî vê;Î.Ş. Wanlî pêwîst dibîne ku di hejmara Pêşîn de ew hinekî li ser siyasetê û rewşa gelê Kurd raweste,ew bi kurtî wisa dinvîse:Niştîmanekî zor lê tê kirin,mafên wîna jê hatine standin,welatê wî hatiye perçekirin,şoreşa pêşverû ji sala 1961 ê de li Kurdistana Îraqê li dijî dîktetur Gêneral Qasim vêketiye û leşgerên şoreşvanên Kurdistanê(Pêşmerge )di bin rêveberiyê qehremanê miletê Kurd Gêneral Mustefa Barzanî de êrişa bêbext rawestand .
Siyasetmedar hîn dixwaze bi van agahiyên jêrîn jî wireyên xwendekar û xwendevanên kovarê bilind bike û germbûna netewayetî di tamarên wan de biherîkîne;ew dibêje:Piraniyên miletên cîhanê nola Firansizan,Swêsrî Îtalî,Alman, Lubnanî, Sovyetî,Çêkî,Mengolî û herweha rojnamên cîhanî û îzgeh û televîzyon bi giranî didin dû nûçeyên cenga Kurdistanê.
Nivîskarê gotarê ne tenê li ser Kurdistana Başur disekine,lê ew rewşa siyasî û bindestiya gelê Kurd li sê beşên din jî baş di ber çavên xwendevanên kovarê re derbaz dike,herweha jî Dr.Î.Ş.Wanlî dixwaze ku (Hêviya welat)guhdanê li dîrok û wêjeya Kurdî jî bike.
Hemreş Reşo carek din erk û armancên Xwendekarên Kurd li Ewropa bi bîra xwendevanên (Hêviya Welêt) tÎne û ew kêse weha dibêje:Xurtkirina danûstandinê di nav xwendevanên Kurd de,vejandina çanda netewa Kurdî,danasîna Kurdistanê bi cîhanê,piştvaniya têkoşîna miletê Kurd û hemû miletên cîhanê.
Herweha jî sernivîserê kovarê mijarek din di bin navnîşana(Hêvî) de diweşîne;ew bi gelemperî li ser hêviya welatan û bi taybetî yên bindest weha dinivîse:Welatên cîhanê çar bend in1-Welatên bi her awayî pêşveçûyî ne.2-Welatên ku di rûnê xwe de têne qewrandin û birajtin.3-Welatên paşda mayî .4- Welatên bindest û bê maf dijîn.
Bê guman mebesta wî di vir de, ku gelê Kurd ji welatên bindest e û ew bê mafên netewî ye,hêviya gelê kurd jî ku ew mînanî gelên din di bin nêrê zordar û dagîrkeran de rizgar û serbest bibin û ew hîn bi van gotinên jêrîn hestên xwendekar û xwendevanên kovarê germtir dike û dibêje:Di
sedsala bîstan de mirov di bin destê mirovan de ye,nizanim tiştek ji vê dijwartir heye ku Mirov kolê mirovan be.
Herdîsan Soro jî gotarek giring li ser giringiya zimên di bin vê navnîşanê de (Pêwîstiya pêşvebirina zimên) bi vê wateyê dinivîse:Pêşdaçûna zimên yanê; pêşveçûna milet e û eger em li zaravê Kurmancî binêrin,emê tê da gelek kêmaniyan bibînin, ev jî ji gunehê bav û kalan e,zana û şehrezayên me jî ji bo pêşvebirina zimanê bav û kalan xwe nedîşandin.Lê Soro ji bîrnake ku vê rastiyê jî di ber çavan re derbaz bike û ew dibêje:Hin rewşenbîr jî rolên xwe di pêşketina zimanê Kurdî (Kurmancî) de hene,lê bi texmîna min jî ew dixwaze rolên Mîr Celadet Bedirxan,Kamîran Bedirxan,Cegerxwîn,Osman Sebrî û.h.d di vejandina rêziman û zimanê Kurdî de bi xwendevanên kovarê re bide nasîn.
Komîta rêvebirê kovara (Çiya) dîsan di derbarê giringiya zimanê dayikê de gotara siyasetmedar, şoreşvan,wêjevan Osman Sebrî di bin vê navnîşanê de(Ziman di jîna miletan de) ji pirtûka wî(Derdên me) dibe û di vê hejmarê de diweşîne;Ziman ,ew tiştê ku mirov ji dehban vediqetîne … ,lewra jî zanan gotine ( ku Bihayê gel ji pêşveçûna zimanê wî dixweye(diyar dibe),pêşveçûna zimanê miletekî, nîşana xurtî û rûmeta wî ye. ) .
Osman Sebrî hîn dibêje:lê mixabin ku hemî zanayên Kurd ji xeynî(bilî) çend camêrên bi rûmet,bi zimanên biyaniyan xwendine û bi wan zimanan kitêb (pirtûk) çêkirine û emrên (temenên) xwe di xizmeta wan zimanan de borandine ,lê Osman Sebrî di jiyana xwe de mîna her mirovekî bîrawer û şoreşger gelek geşbîn e; hêviya pêşketina zimanê Kurdî di dilê wî de şiqin dide, ew hîn dinivîse û dibêje: Ronahiya di çavên xortên Kurd de ji min re hêviyek mezin dibe ku her kes ji wan xwendin û nivîsandina zimanê xwwe baş hîn bibe û bi birayên xwe ên kurd jî bide hînkirin.
Di vê hejmarê de(10)helbest hatine weşandin;1-Qelsok di bin navê (Labût)de,2-Şêrê nezan(Hemreş Reşo),3-Şîrîn welat(Azad Hêvîdar).4-Dicle –Firat(Osman Sebrî),5-Durû(Osman Sebrî),6-Gazin ji Xwedê(Osman Sebrî),
7-Gotina Welat(Cegerxwîn),8-Reş bo azadî(Hemreş Reşo),9-Şam şekir e welat şêrîntir e.(Cegerxwîn),10-kovara Deng (H.Reşo).
Emê li vir tenê wek nimûne li nik hin helbestan rawestin,giringî û armancên wan bi xwendevanan bidin nasîn.
Azad Hêvîdar helbestekê bi (21) malikan di bin navnîşana (Şîrîn welat ) de dirêse,emê tenê çend malikên vebjartî li jêr bi we bidin nasîn.
Megrî welatê şîrîn,tu tim di bîra me de yî.
Tucar tu bîra nabî,tim di dilê me de yî.
Li dûr im dengê min nayê te,
Bi dil bawer im ko rojekê bêm ba te.
Menale şîrîn welat menale.
Tu ne bê xwedî û bê kes î.
Rast e Azad Hêvîdar li dervayî welêt dijî,lê ew pir ji dûr de jî nalîna welatê xwe Kurdistan dibhîse û bi wî re stêrên bindestiyê û setemkariyê dibarîne û bi wan jî helbesta xwe li tevnê dixe, bi ser vê de;ew sozê dide welatê xwe ku ewê rojekê li rex wî raweste û ewê bi hev re têkoşînê li dijî neyaran bikin.
Di vir de Osman Sebrî sê helbestên xwe pêşkêşî xwendekarên (Hêviya Welêt) dike:1-(Dicle û Firat),2-(Du Rû), 3-(Gazin ji Xwedê):Diyarî ye ji Fa-îq Bucaq r e.
Şopînerên siyasî baş zanin ku Apo Osman Sebrî şoreşvan û siyasetmedarekî navdar û payebilind bû,ew ji Kurdistana Bakur ji ber hêriş û setemkariyên destlata Turkiyê bê dilê xwe koçberî Rojavayê Kurdistanê bûye,lê herdu çemên Kurdistanê ji dilê wî venaqetin,ew baş dizane Melê Cezîrî û Ehmedê Xanî jî evîndarên herdu çemên bêzar bûn.
Osman Sebrî di bin vê navnîşanê (Dicle-Firat) de (18) malikên watedar dinivîse û em li vir çar malikan tenê ji wan pêşkêşî xwendevanan dikin.
(Nizanim bû çiqas bê dilê xwe dûrî welêt im
Ji dil û kezeb evîndarê Dicle- Firat im
Melê Cezîrî Îlhama xwe ji wî çemî distand
Ehmedê Xanî jî serekî ava wî vexwar.
.…)
Osman Sebrî mîna her kesekî dilsoz û rastgo neyarê kesayetiyên duruyî bû, ewî nedixwast rastiyan bi derewan bipeçine,keysebazî di hiş û nirînên wî de nikanîbû cihê xwe bistîne,ewî dixwast nêrînên xwe mîna ava kaniyên zelal di hişên mirovan de biherike,lewra jî di bin vê navnîşanê (Durû) de (23) malikn dinivisîne,em tenê yên jêrîn bi xwendevanan didin nasîn:
(Ho reha çepel ! Tev girêk û xar
Ji rûçikên çak hemiyan bêpar
Dilê te qirêj bes ziman bedew
Naşî bibêje tu gotina rast
Dikarî bêjî (reş e rengê mast )
……).
Lê di vê hejmarê de du helbestên Seydayê mezin Cegerxwîn hatine weşandin1- Di bin navnîşa (Gotina Welêt) de bi 30 malikan e.2-Şam şekir e welat şêrîntir e bi (57) malikan e.
Cegerxwîn di naveroka helbesta (Şam şekir e û welat şîrîntir e) de evîndariya xwe ji Kurdistanê re gelek bi zelalî ji xwendevanên xwe re dide xûyakirin û ew bi baweriyek mezin rêşalên evîna welêt di dilên xwendvanên xwe de diçîne û bi hestên Mîrê helbesta Kurdî Ehmedê Xanî giyanê gelê xwe av dide,erê! Cegerxwîn ji hemû gelên cîhanê hez dike,li nik wî hemû miletên cîhanê şekir in,lê Kurdistana bedew û bindest hîn şîrîntir e.
Emê tenê çend malikên vebjartî li jêr pêşkêşî xwendevanan bikin .
(Welatê min tu bûyî bûka cîhanî
Hemî bax û bihişk û mêrg û kanî
Şepal û şeng e û şox û naz û gewr î
Gelek şêrîn û rind û pir ciwan î
Cegerxwîn e kurê te her dinalî
Ji ber jana nezanî û xizanî .
….. ).
(Sewra Azadî,dîwan 2)
Wek me di destpêka gotibû(Hêviya Welat)ne tenê berhemên çandî û wêjeyê ji xwendevanên xwe re diweşîne;ewa zimanê xwendekarên Kurd e Jî li Ewropa ye û me berê jî gotiye:Tevgera xwendekarên Kurd li Ewropa beşek ji tevgera azadîxwaza Kurdistanê ye,lewra em di vir de daxûyaniyekê jî di bin navnîşana (Bang ji bona azadîxwazên û komîteya mafên cîhanê de) dixwînin.
Di vir de (Yekitiya xwendekarên,mamostên,xortên û jinên Kurdistanê) di vê daxûyaniyê de bang dikin û bi vê wateyê dibêjin:Hukumeta Besî a faşist bi hezaran zarok,jin kalên Kurdistanê bi bombên(Napalim) dixin bin tirsa wendakirina tevayî.Herweha jî daxûyanê bang li komîta mafên mirovan dike û dibêje:Ku nûnerê Kurd ji bo danûstandinê salih Yosifî û hevalên wî yên din ji zîndanê werin azadkirin,herweha jî di vê daxûyanê de şêweyên dirindane di zîndanên Îraqê de têtin cersandin.
Herweha em dikanin di vê hejmarê de çîrokek folklorî jî di bin navnîşana (Sîr ûPîvaz )de bixwînin,ewa jî ji kovara(Ronahî)(1942-1945) sernivîserê wê Mîr Celadet Bedirxan hatiye wergirtin,li vir em pir pêwîst nabînin ku em li ser naveroka wê jî rawestin .
Dûmahîk heye
Efrîn: 2.11.2025