Rapora Mafên Mirovan li ser Bûyerên Berava Sûriyê – 2025 Di bin navê (Tawanên şer û revdan ji cezayê)

Weşandin û amadekirin: Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan – Rased

Nabera: 6 Adar – 10 Nîsan 2025 

Pêşgotin:

Di nav bera Adar û Nîsana 2025 an de, li herêma Berava Sûriyê bi taybet li bajar û gundên Latakiyê(laziqiyê) û Tartûsê – tund û tûjiyek Quris dijî kesên sivîl bikar anîn û komkujî dijî wan li dar xistin. Ev bûyerên ne mirovane bûne, destpêka şerê Sûriyê ji nû ve hat vejandin û zindî kirin, tê zanîn ku şer û aloziyan ji sala 2011an ve heya roja îro berdewamin, û li hemî deverên Sûriyê belav û berdewam bû.

Di vê demêde, li piraniya bajar û bajarokên herêma Beravê, kiryarên çewisandin û dagirkeriyê û tawanên dûr ji yasayên nav dewletî hatine bi kar anîn, bi bihaniya ku gurûbên çete bûn di nav hêzên rijêma desthilat darde û ev grûpê têk çûn û hatine tomar kirin

 Hikûmet şerê xwe bi awayekî fermî ragehand ku li bajaroka Bêt ‘Anê li Rojhilatê Ceble dest pê kir, piştî ku gelek endamên ewlehiyê hatin e kguştin. Lê şer ber fereh û mezin belav bû, û gelek gund mîna Raas Al-Besît, Behlûliye, Hiffe, Besût û ‘Eyn Al-Tîne hatin wêran kirin.

Herêm di demeke kurt de hate guherandin û tûşî gelek binpêkirina bûn: her weha kuştin û girtina ne yasayî hatine bi kar anîn le gel işkence û girtin, û bin çavkirin û koçberkirna bi zorê,

 Bi gotinên sivkatiyê yên ne mirovayetî, ev pirtir jivan peyivîn kirêt dijî ol û Nejat perestî û civakê bi şêweyekî pîlankirî hatine belavkirin

Lê belê, ev binpêkirin ji layên fermî ya hukûmetê bi awayekî giştî dûr ji sinorên yasa û moralên derûnî derketiye.

 Li gorî belge û dîdevanên me, di dema navbera 6 Adar û 10 ê Nîsanê de

Nîsanê de, bûne egrê kuştina bêtir ji 760 t sivîlî ji herdû regezan dinav wan de zarok jî hebûn. Her weha bitir ji 12,300 kesî jî metirsiya şer gund û malên xwe çol kirin û revên. Piraniya wan Ta amede kirina vê raporê zanyarî li ser çarenûsa wan û agahî li ser rewşa wan nîne û vegera wan dibin gef û metirsîyê deye.

Ji hêla, şopandin tawanên belgekirî, û wêneyên şehîdan, û vîdyoyên taybet, bi wan bûyeran tê zanîn ku ev karên dirinde bi şêweyekî pîlankirî hatiye encamdan û şer bi awayekî rasterast hatine Cînosayid kirinê dûr ji mafên mirov li wê deverê hatine pêkanîn.

 Wek tête pêşbînî kirin, kuştinên bêdestûr, girtinên bê sebaret û wenda kirin û qedexekirina jiyana azadiya wan bûne cihêt şermzariyê ji layên pir kesan ve û dibe cihê nerazî bûna hemî welatî û azadî xwazan.

 Ev bûyer nayêne cudakirin ji rewşa gelemperî a yasayê sizadanê li Sûriyê, û bayiqdana bi têkçûna rastiya desthilatê li nav hêzê ewlehiya dagir kera komara Sûriyê.

Rêxistinên navnetewî çîna î wek Human Rights Watch û Amnesty International daxwaz kirin ku lêkolînek fermî, û dewlî serbixwe li ser van bûyeran bi şopênin. Ev daxwaz name bibe sedema vekirina dosyeyên rêyekê ji bo dadgeh kirina navneteweyî, da ku alîkarî bide bide dad mendiya nav daletî.

 

Rêbaz û Çavkaniyên Lêkolînê:

  1. 1. Belgekirina çavkanî yên fermî:

Belgeyên hatine berdan ji hêla şopînerên mafên mirovan ve, rojnameyên çalak van ê birol, wêne û vîdyo yên hatine tomar û belavkirin li ser sosyal medya û torên civakî, raporên têkildar a kurd û ereb yên herêmî û nûçegehên neteweyî.

 Belgeyên girentî kar û ber desta ku rastbûne wan hate temamkirin.

2.Şopên wêne û vîdiyo:

Hûrguliyek girîng a vê raporê pêk hat ji tehlîl û têgihiştina vîdyoyên belge, wêneyên satelîtê û şopên şahitiyê, ku bi awayekî vegerî hatine berhevkirin. Ev belge hatine lêkolîn ji layê tîmên taybet ên teknîkî û tekinîkerê vîdyogirafîk.ve

3.Dîtina dîde van û akinciyên herêmê:

Rêxistina me têkiliyên xwerû bi kesên dagirker û şahitên zindî hate saz kirin. Ev kesan bi awayekî neçendî, ne navnîş û ne belgkirî hate şopandin ve, belê dema wan, cîhekî girîng dirustbûn sazkirin.

Binpêkirinên bi belge:

Kuştinê derveyî çarçova yasayî :

li gorî komîte ya Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan de hatî ragihandin ku jimareya qurbaniyên komkujiyê herêma kendave Sûriyê gihîştine 1,676 kesan, ku 866 kes ji wan di navçeya Latakiyê de, 525 kes di navçeya Tartûsê de û 272 kes jî di herêma Hama de hatine belge kirin.

Navenda Sûrî ya Azadîya Ragihandinê û Îfadehê (SCM) jî ragihand ku ew bi nav û nasname hatine belge kirin 1,169 sivîl hatine ji regezan nêr hatine kuştin, bi van Amarên li jêr:

-Lataikiyê: 732 di kes.

– Tartûs: 276 kes.

– Hama 161 kes de. Qurbaniyên Regeza mê 103 jin û 52 zarok Regez mê û 43 zarok Regez nêr û 9      keç jî hene.

Belavbûna hejmarek nerêk (newek hev) ya qurbanan digel sedemên çendî ve girêdayî ye, ji egerê rêjeya: kêmbûna transparansî (nebûne zelaliyê), tunebûna mehanî yên dewletê, û hilweşîn û tirsê arasteyî wê dayikê dike.

û dîsan bi bê hurmet di bêjê jinê: “Tu Beraz û Nusayriyê yî.”

Ti aliyeki fermî piştrast û besend nekiriye ku ew endam destgîr bûye.

Binçavkirinên ne rewa:

Hatine belge kirin her weha girtinên bê wate û ne rewa dûr ji hemî zagonan dijî zarok û jinan hatine bikaranîn.

Diyarda girtinê malbatan bi tevahî hatine encamdan bê fermana dozger bê dadwerê dadgehê. ji zarok jin pîre mêr bi temenê mezin digirtin û bê behane di girtin,

Mafê girtîyan ji bo têkiliyê bi parêzeran û malbatên xwe bi destûrdan bû.

Gelek girtî hatine kirtin bê belke li navendên ne fermanî an jî cihên veşartî ku li derveyî kontrola fermî yên dewletê ne.

Wendakirina bi zorê:

Bi dehên kesan hatine tomar kirin ku hatine girtin, berû cihên nediyar di birin.

Li gori Tora Sûrî ya Mafên Mirovan (SNHR), tenê di meha Adarê de zêdetirî ji 140 kesî hatine girtin û bin çav kirin  wek dozên wenda bûne bi zorê hatine belge kirin.

Hin girtî, di derbarê din de wêneyên wan derketin peyama qirkirina fermî an jî îşkencî, ku ji rêvebiriyekê hatibûn derxistin.

Sedemanên girtinê gelek caran nehatin îşkerekirin, û hatibûn girtin bi sedemê mezhebî an şûnda têkiliyên ne diyar bi têkoşerên çeteyî.

Sedên kesan wenda bûne bi zorê, bê ku malbatên wan agahdar bibin li ser cihê girtinê an rewşa wan.

Dîdevanî:

Di 17 Avdar sala2025 ê. de, malbatek bi tevahî ji gundê “Benjarû” li nêzî Ceble hat girtin; di nav wan de jinek70 salî jî hebû, û ta deme nivîsandina vê raporê, rewşa wan ne diyare.

Di vîdyoyekê ku hatî belakirin, endamekî hêzên ewlekariyê ji girtiyekê re dibêje:

“Hûn hemû Nusayrî ne xayinin… Em dixwazin şahil ji we paqij bikin amade bin jêre…..

“jimar dest pê kir.”

-Şikence û kiryarên çewt û ne rewa:

Di vîdyoyên belvgekirî de diyare ku ew endamên hêzên ewlekariyê ne bi pîlan pêşwaziya ’ girtîyan dikin û wan işkence dikin, di nav wan de heye: riyan pêşbînî wan dike bi gotinên nebaş, Şikence dijwar bi elektirîkê dijî wan têne encam dan û bikaranîn.

li gor pêzanînên me li ser geheştine ber destên me li ser şikencê û belge kirin wan peyvên mezhebî û teşwîqê li dijî tayifeyên taybet bi ola wan têne kirin.

-Belgeya OSINT (çavkaniyên vekirî):

Di vîdyoyekê li/12 /ê Avdarê hatine ragehandin, du ciwanên bin çav kirî û deste serkirî tazî dikin nişanên şikencê li ser pişta wan têne dîtin. Pêşkêşa vîdiyoyê dibêje:

“Evin yên dixwezin berxwedanê bikin? Emê wan perwerde bikin!”

-Yek ji Wan girtiyan dibêje:

“Ez di hwşa paşî ya sentera ewlekariyê ya li Rojhilata Ceble girtî bûm Ez bi elektrikê şikence dikirim, bidestê min hatime helwîstan din (daleqandin) demeke dirêj bi vî awayî hiştim. Gotin min: pêdiviye tu ji mere tekes bike ku tu careke din dayika xwe ne bîne.'”

– Koçkirine bi kotekî û wêrankirina mal û mulkan:

Bi pirkirina operasiyonan li qeraxê derya Spî liSûriyê, hêzen desthilata demkî yên fermî le gel. şerikên çeteyên biyanî dest bi siyaseta “Zemîna Sûtandinê” kirin, nemaze li gund û deverên ku peywendiyên wan bi rijêma Beşar bazdayî re hebûn têklî bi çete yên rijêms Esd re hebûn

Ev siyaseta bi Nazikî bi milet re kirin û civaka sivîl tûşî bardûmaneke Quris û giran ziyanên mezin yekser gehandine balxanên milet.

Encamê vê bû çalakiyên koçberiya bi kotekî, ku gelek caran taybetmendiyek mezhebî û vengger anî.

Zêdetirî ji 12,000 sivîl bi kotekî ji gundên xwe hatin derkirin, bi sedema bombarankirin û gefan

Hatine belgekirin ku:

-92 balxanen bitevayî hate wêran kirin

-123 xanî parpar hatine wêran kirin

-14 dibistan, navendên bijîşkî, birkarî û embar hatine sûtin, li heman demê de bidehan firoşgeh yên taybet jî hatin kavil kirin.

– Şêwazên koçberkirna bi kotekî:

1-tomar kirin û blege kirin a /18 /bûyerên sûtandin talandin ê mebest jê ku malên sivîlan di gundên nêzî rêya Latakiyê–Qerdahe de ne mînin.

Ev kiryarên şewtan dinê berê hatibûn e dizîn, bi taybetî alavên elektrîkî, û zêr û tiştên nerx bilind û biha.

Di vîdyoyekê de xuya dibe ku mala kesekî naskirî wek nerêk(muxalefte) Sûrî, Ya ser Mexlûf, li navçeya Bistanê El-Başe hatine şewitandin. Li ser dîwarê malên şewitî navên kesên “tawan bar hatibûne “nivîsan din ev krê ne rewa li roja 6ê Ramazanê belg kiribûn.

Rola hêzên ewlekarîyê û layenên çekdar:

Hêzên ewlekariya giştî yên girêdayî bi desthilatdariya Sûriyê beşdar bûn di operasyonên êrîş û girtinê de.

Hat belgekirin ku hin endamên ewlekarî bi kuştinê re sivkatiya xwe bi qurbaniyan dikirin, bi peyvên bêrêzî dijî ol û mezhebî bi bê suncî bi qurbanan re di gotin.

Wezareta Parastinê ragihand ku du endamên ku di vîdyoyekê de xuya dibûn dema ku wan binpêkirin di kirin, hatin destgîr kirin, lê rewşa dadweriyê yên wan hîn jî nezelal e.

Berpirsiyarê hukûmeta Sûriyê ya veguhêz:

raste rast berpirsiyariyê di ber bûyera da ji ber desthilata ewlekarî û lezgîn li herêma qeraxê deryaya spî di destê wê de ya, û jî ber beşdariya çalak di operasyonê de kirin.

 Lêkolîna bûyeran:

Hikûmetê ragihand ku “Lêkolîna Neteweyî ya Serbixwe ya Lêgerîn û Rast kirina li Ser Bûyerên qeraxê” hate damezrandin. Lê, ev lêkolîn ku bi standerdên navneteweyî û mercên bingehîn yên yasayîî yên ku divê li her komîsyonekî herêmî ya lêkolînê hebin,

Gerek têkiliya rast û pejrandinên dadwerî bike û van mercan pêkbînê:

  1. Serbixwe bê bi tevahî:

Komîta lêkolînê divê bi tevahî serbixwe be ji hêzên leşkerî, ewlekarî jî bêne bikaranînî.

Pêdiviye endamên wê têkiliya bi hêzên hikûmetê re yan bi layenên tawanbar re(bi awayekî ewlekariya, siyasî, an jî mezhebî) re nebin

Divê kesên ku endamên berê be yên ne ji hêzên ewlekariyê, jî kesên ku helwestên wan yên siyasî tûşî nebin.

  1. Ne yektî û ne têkilî :

Komîsyon divê heme rengî ne bê bi temaşa kirina keyse baziyê siyasî, mezhebî olî û neteweyî ne bê.

Divê endamên komîsyonê ji layê milet û civaka sivîl ve bêne bijartin, parêzerên serbixwe, û dad mendiyê bi navê xwe ya bi rûmet re nas bi kin

Na be Komisyon bi tevahî ji olekê yan mezhebekî be yan ne ji heman pêkhate be yan ber gomanî li ser wê habin.

  1. Têgihiştina yasayî û teknîkî :

Pêdiviye komisyon têkildar be bi zanyarên yasayê nav neteweyî ya mirovahiyê, li dadgeha veguhêz, û tawin barên navneteweyî.

Di nav endamin komîtê de divê pijîjikên serkeftî yan dadmend û pisborê be li nav mirovan, pêşniyara balafiran ya dijîtal (wek wêne û vîdiyoyan) jî be.

Dikare bi zanyarê derve an şopgerên Yekîtiya Neteweyî re kar kiribe

  1. Desthilat û hêzên berfireh :

Komît divê xwedî desthilatên rastî be ku karbê Lêkolîn, daxuyanî û lêpirsînê bike û gihîştina cihê tawanê bi azadî

Parastina şahîdan bikê her weha belgeyên fermî û navendên girtinê bi çespêne, karibê şandina layenên tawanbar ji bo dadgehekê bê destwerdan ji pirsgirên siyasî

  1. Ronahî û pirsiyarî :

komît divê raporên demkî ya karên xwe ragihîne û bi weşîne.

Rêwîtiyekê encamî bi nav û nasnameya aliyên tawanbar, belge, û pêşniyara dadgehî bi şêwazekî vekirî û giştî pêşkêş bike.

Divê kontrola serbixwe (bi herêmî an navneteweyî) li ser karên komitê hebe.

Lê ev merc û standard ne têne ne sererastin li ser vê komite ku hat damezrandin :

Zêdetir, endamên wê naskirîne bi girêdanê xwe yên siyasî û olî /mezhebî /bi hikûmetê ve.

Berdevkê fermî ya komitê tê gotin ku girêdayiyê wî hebûn berê bi Al-Qaeda, Cephet al-Nusra û Heyeta Tahrir al-Şam, ku vê yekê diki encamek e nakokiya berjewendiyan û ev nab.

Komit, mehek sitand da lêkolîna xwe bi dawî bike, lê dema wê bi dawî bû li tu raport jî belav nekir û sê meh zidekirin ! ji lawme gumanî li ser pêbawerîya wê bihtir bûn.

Çavkanîyên cuda dibêjin : rastbazîya vê komîsyonê pir çek e ! hin çavkanîyên cuda yên ku bi hikûmetê re hevkar in (wek rojnameya El-Watan ya Sûrî di 28ê Adarê 2025 de) ragihand ku komîtê tu serdanîn çalak li qurbaniyan ne kirin e, tenê bi “raporên ewlekariyê yên amadekirî” xwe razî kirin e.

Li aliyek din, tore serbixwe ya Snack Sûrî raporek weşand te de got rojnamevanan pir astinkîyan dibînin ji bo bûyerên li Ceble û al-Heffe, û li ser wan prose heya, û du kes jî  hatin girtin.

Şîroveya mafî :

Lêkolîn bûn li gorî şert û qebûlnamên fermî yên girêdayî bi:

– Peymana Navnetwî ya Mafên Mirovan (cinêv1948)

– Zagona (Qanûna) Navneteweyî ya Kar û barên Sivîl û Polîtîk (ICCPR).

-zagona (Qanûna) Neteweyî ya Mafên Mirovên Koçber û Ewlehî, û rêbazên Şerê Navxweyî (IHL) yên ku bi Taybetî di pêwîstiyên şer û di parastina sivîlan de têne bi karanîn.

Sistemê rêz danê:

Belge û daxuyaniyên li gorî cih, dem, regez û awayê şer hatin hurmet kirin, da ku tu carî hem şopê bi rêya serjimêriya were pêşkêş kirin, hem jî bê guman di bin nêrîna mafên mirov de were girtin.

  1. 1. Kuştina Sivîlan: 

Di dema bombebaranê ya li navçeyên Ras al-Basît, Eyn al-Tîne, û Tertûsê de, 760 kesên sivîl hatin kuştin, Ji wan, 143 zarok û 91 jinan jiyan xwe ji dest dan.

Şopandina wêneyên hatin e belavkirin nîşan dide ku bombeyên bi nepênase (bi taybetî “Tûnelên veşartinê) hatin bikaranîn.

  1. 2. Wenda kirina kesan û girtina ne yasayî:

Di navbera wê demê de, herî kêm 89 kes hatin wenda kirin, ku 24 kes ji wan (bi tevahiya zarok û jinin) têne jimartin wekî “wenda bûyan,17 kes hatin girtin ji layên hêzên hêkûmetê ve bê herine bi fermana dadgehê, bi tawanên bêbelge wekî “piştevan layê Terorîstan ve ” an jî “cudebûn e mezhebî”.

  1. 3. Akincî û barkirina bi kotekî:

Zêdetir ji 12300 kes hatin barkirin ji gund û bajarên xwe, bi taybetî di navçeyên Ceblê, Tertûs û Eyn Şeqiq de.

Gelek kes hatin kirtin ew ji malên wan desteser kirin, yan ji navçeyên dûr birin, û ew ta niha di nava zindanê de girtîne.

  1. 4. Wêranbûna bal xana (avahiya) û civakê:

Di navçeyên Behlewlîyê û Heffe de, gelek avahiyên sivîl, tîpên dermane, mekteban û senterên zanistî hatin armenckirin.

Di vîdiyokê de hatibû belavkirin, pêşbînî dike ku bombeyên çêkirî ji Rûsya an jî hêzên navxweyî hatin bikaranîn.

  1. 5. Sitema tepeserî kirina olî û Mezhebîû Lêkerên armancdar:

Li kore dîdevanê civakî, amace pê dide ku armace kirin yên armancdar li ser komelên (olî û mezhebî) hate kirin li ser cemaetên mezhebî hatine qeyd kirin (bi taybetî Alwî), bi navê “qezencê ewlehî”.

Tev bêşê fermî, têgihiştinên civakî dikin ku ev şer li dijî maf û nasnameyên civakî hat afirandin.

Şîroveya Yasaî:

Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan – Rasid, li gorî hilbijartinên belgeya OSINT û danegehên nasnameyê, şîroveya nakûkî ya di bin yafita gotara yasa û pergalên mafên mirovan de. Ev agahiyên ku di bêjin:

1.ew bûyer dijî yasayên Neteweyî yên Mafên Mirovan e

Kuştina sivîlan, bi taybetî zarok û jin, di bin zagonên Navnetewî yên Mafên Mirovan û Konfirensê siyona li Cinêvê de tê naskirin mîna tawanên şer.

Bikarhênerên bombeyên bê armanc ku li bajar û gundên sivîl û aram têne, bê teşxîs û vebijêrk, tê naskirin wekî “bikar hênana hêzên dijî civakê” (têkdanê Cengê).

  1. 2. Girtina Bê zagonan û Wenda kirin û Girtina mirovan bê fermana dozger dadgehê an jî bi şêweyêamûrkirî, ji hêla qanûnê re tê hesibandin wekî têkçûnê yên dijî azadiya û zagonên girtinê û prosedurên dadgehê.

Wenda kirina kesan bi awayekî demdirêj di bin girêdayîya “wenda kirina qeydkirî” de tê hesibandin wekî têkiliyê yên dijî Konfiransê Yekîtîya Neteweyan a Dijberê Şer û Tevgera keysebazên (ICCPED).

  1. 3. Barkirina kotekî û zordariye etnîkî

Barkirina mirova ji bo awayên olî ûmezhebî an etnîkî, bi taybetî ji bo guhrtine demografîk, tê hesibandin wekî têkiliyeke necadperstiye, an jî ji hêla Dadgeha Cezayî ya navneteweyî de wekî tawanê dijî mirovahiyê tê nas kirin.

Şopandina gelek avahî û karanên civakî, bi awayekî destnîşan, dide nîşan ku ew tevger hewl dide vakirina rewşa têkoşerê mezhebî.

  1. 4. Bikarhênana Armanca olî û (Mezhebî)

Nîşanên ku têkiliyên dijî kesan bi awayekî mezhebî hatin kirin, ji bo Konfiradên Astana û Cenevreyê tê hesibandin wekî tawanên dijî civakê.

Têkiliyên armancdar ji bo bayiqdan kirina navneteweyî bi awayekî olî (mezhebî), dikeve bin girêdayî bi Têkoşîna îdeolojîk û têkiliyên nûjen yên şerê navxweyî.

Jêgirte (Xulasa) û Pêşniyar:

Lêkolîna komîteya”Kurdî ya Mafên Mirovan – Rasid” di derbarê rûdanênr dawî yên li qeraxê herêma Li deverên Deriya Spî ya Sûriyê (Sahil) Sûriyê de tê pêşbînî kirin rewşeke pir Quris dibe têkçûnêna rewşa mafên mirovan. Belge û şîrove yên bi bandorên OSINT şope dikin ku gelek têkiliyan yên dijî Zagonî (qanûnênî) navneteweyî û mafên bingehîn hatine kirin. Ji ber vê yekê, komîte bi pîvanên cîhanî û navnetewî pêşniyarên jêr dike:

  1. 1. Ji bo Dewleta Sûriyê:

Rawestandine hemû karên li dijî sivîlan û rêxistinên mafên mirovan, û pêşkeftina çalakiyên nûjen kirina yasa.

Destpêkirina lêkolînên serbest û xwerû li ser xebata hêzên ewlehiyê û encamên têkçûnê.

Rêdanê li civakê navneteweyî, bi taybetî Komîsyona Navneteweyî ya Lêkolînê, da ku bi ronahî lêkolîn û belge bike.

  1. 2. Ji bo ( Lîqa) Navneteweyî:

Rêxistinê lêkolînên (xweşxebat) bi destpêkirina encamên bêpartî, û pejirandina belge yên OSINT wekî şîroveya bingehîn.

Pêşkeftina bandora komîtên taybetî yên ENHCR, OHCHR, û tawanbarên tawanên şer.

Barkirina rêbazê komelgehên navneteweyî yên li dijî layenên ku mafên mirovan têkdayên.

  1. 3. Ji bo Rêxistinên Civakî û Medyayê:

Belgekirin, arşîvkirin û belavkirina têkçûnê bi Şêwayekî professyonel û herêmî.

Rêkeftin û şopandinê armancên têkoşîna dadperwerî bi balê ser wan têkçûyan.

Hêvîkirinê ji bo alîkariya parastina Pakrewanan û ziyan û zererên xwendevan, bi şêwayekî dadwerane ên û xweşik.

  1. 4. Ji bo Teşkilatên Mafê Mirovan yên neteweyî:

Rêdana jêderên dadgeheke navnetewî bi şêwayekî serbest ji bo rave kirin û dadgehkirina tawanbarên şer.

Parastina pakrewanan, bi piranî û dîdevanên têkçûnê bi parêzgehên mafê wan yên berze bûn.

Pêşxistina dîdaran û belavkirina raporên bi belge, da ku zanyarî û têgeheştin lê zêde bibe.

Encamên Giştî di dawiya vê raporê de, “Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan – Rasid” di binavê dad û rastiyê de dikeve ser xebata şopandina têkçûnên mafên mirovan li herêma qeraxê de. Rapor diyar dike ku, her çend rewşê herêmê bi qasî kevneşop û dijwarî, di piraniya belge û raveyên hene ku emancê pê dide têkçûnên ewlehiyê yên bi şêwayekî pilan kirî an jî bê pîlan kirin û rêk û rêzan hatine kirin.

Bi vê raporê, em di afirên ku belavkirina belge û têgihiştinan nake tenê bibe sedema şîroveya dîrokê, lê her weha sedema avakirina berhemek dadwer û bingehîn bibe Piştî vê raporê, “Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan – li Sûriya Rasid” ê herî zêde bi hêviyê bidomîne xebata xwe ya belavkirinê û belgekirin ê û şopandinê, bi hewlê ku ji bo dad û rastiyê bi dil û bê kêm û kurî bin,

Dawî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Beşîr Botanî

Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:

Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.

Xizan Şîlan

ez destvala hatim dinyaya fanî

û destvala diçim axîretê

ez ne mişextê xerîbîstanê me

mîrata xerîbiyê konê hesretê

di rayên canê min de vegirtiye

ne tîrêjên stêrkan herikîn nava min

ne jî di bin peşkên barana payîzê de

şilopilo bûm

<p style="text-align:...

Ezîz Xemcivîn

Di destpêka salên heftêyan de, dibe ez di refa sê-çarê de bûm, ez û hevalekî hêja (Ehmedê Xelefê Hacî Elî) li dibistana seretayî di bêhnvedana di navbera du waneyan de em dûrî şagirtan diçûn, li gora têgihana zarokîtiya me ewê hingê û gotinên ko me ji bavên xwe dibihîstin, li ser rewşa Kurdan em…

Hejmara (25) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..

ji pêşekiya hejmarê: Mijara din a ku divê…