EBDILBAQȊ ELȊ
Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û dûrbînȋ.
Azwerî, hezkirin ango mijȗlbȗn, balkişandin ȗ girȇdana bi kȇșeyȇ ve ye, lê azwerî yan hezkirin bi tena xwe dimîne hest ȗ hew, û hest çiqas rast ȗ dilsoz be jî, ew bi tenȇ ne bes e,têrê nake, siyasetmedarek pȇ nayȇ afirandin, ger ew ne di xizmeta dozekê ya mijarekȇ de be, û ger ew kȇșe ȗ mijar nebe sitêrka rêber jibo tevger ȗ reftarȇn mirov, ȗ tevlȋ vê yekê pȇdiviya her siyasetmedarekȋ bi pȇșdȋtin ȗ dûrbîniyê jȋ heye, ȗ bȇyȋ wȇ zincȋreyek șașȋ ȗ xeletiyȇn kujer yȇn ku MAKIS VȊBER “Max Weber” ew bi van du cureyan destnȋșan kirine tȇne afirandin ȗ berhemanȋn jibo her kesȇ ku bi siyasetȇ kar dike, ango li gorî vȋber “Weber”du cûre şaşiyên siyasî yên kujer hene ew jȋ evin:
-Cûreya yekem: neparastin ȗ bergirȋ nekirin li ti kȇșeyan ȗ nebûna berpirsyariyê ye.
-Ya duyemîn: serxweveҫȗn, xwetȋtin ȗ quretiya siyasî ye: ev e ya ku dihȇle ku siyasetmedar bi her bihayȋ li navdarȋ û xuyabȗnȇ bigere, ȗ ji ber vê yekê ew her ȗ her xwe pȇwȋst dibȋne ku li rȇzên pêş be da ku bala gel û guhdana kesên derdora xwe bikişîne, ȗ ev di kiryar ȗ reftarȇn serkirdayetiyȇ de pirsgirȇk ȗ piroblemeke belave, ȗ bivȋ awayȋ siyasetmedar bibe behelewanekȋ Don Kîşotȋ, jiber ku mirov jȋ bi xweber ȗ bi șȇweyekȋ otomatȋkȋ ȗ gelek caran bȇ lȇpirsȋn ȗ bȇ pișkinȋn li pey xwediyȇ desthilatȇ diҫin, ȗ xwe disipȇre karbidestan.
nebûna pîvanên pîşeyî di kar ȗ xebata siyasî de, populîzma siyasî derdixe holȇ, û dibe sedema belavbûn û berfirehbûna diyardeya germkirina civakê.
populȋzma siyasȋ li hemȗ civakan dixe, nemaze dema ku gel bi giștȋ xwe bavȇje yan were avȇtin di nav qulik ȗ xwehir ȗ pȇҫikȇn siyasetȇ de, ango dema ku siyaset dibe karekȋ giștȋ, û gelek caran digihe rêyin astengkirȋ, belȇ keraset ȗ felaketan.
hin gelan mȋkanȋzmeyȇn baș hene ji bo derҫȗna ji populîzma jehrî, û hin jî di wê populîzmê de noq dibin heta fetisandinȇ.
Piraniya xelkê asayî bi hȗrguliyȇn polȋtȋkȇ ȗ ciyawaziya celebȇn ȇl, ol ȗ rȇbazan, ȗ gengeșeya dinavbera Zanyar ȗ Dîroknasan de ne tȇkildarin, tiştê ku ji bo gelên asayî girîng ewe peydakirina debara jiyana xwe, mijûlbûna bi mijarên rojane yȇn materyalȋzim, ne yȇn teorȋk.
Ji ber vê yekê, tevlîbûna gelemperan di nav nakokiyȇn siyasȋ yan olȋ ȗ havșȇweyȇ wan de nȋșan ȗ mijdeyeke xwerab e ȗ belgeyeke li ser bikarnȋna vȋ “cinawir”ȋ di șer de.
“Cinawir”ravekirinek e ku ramanwerê navdar ê fransî Gustave Le Bon ve ji bo girseyên gelemperî bikar aniye ku di pirtûka xwe ya «Psychology of Crowds» de gotiye: “cemawer gelekȋ hestyar e, ne hișmend e bi têreyȋ, Weke ku mirov bi gelemperî be.”
Di derbarê diyardeya germkirina civakȇ de: ew diyardeyek kevn e, lê hîn jî berdewam e, ji aliyê rejîm, rêxistin û milîsên mezhebî yên tundrew ve tê bikaranîn.
Armanca wê seferberkirin û bilindkirina asta heyecana civakan ji bo gelek mebestan e û bi alîkariya alavȇn medyayê ȗ paltformȇn Ȋdyolocȋk, bi berdewamî operasyonên seferberî û handanê pêk tine.
Ev alȋ alav ȗ mekanîzmaya germkirina civakê, handan ȗ cȗlandin, belavkirina gotara kȋnȇ, nefret ȗ nerazîbûnȇ, û seferberiya civakê bikartȋnin, herweha bazdana ji pirsgirêkên navxweyî ber bi derve ve, ew ҫavan ji têkçûna aborî, jiyan û perwerdehiyê dȗr dixin, ȗ di guherȋnin, ȗ bala mirov bi mijarȇn derekȋ yȇn girȇdayȋ bi hestȇn olȋ ȗ netewȋ ve girȇ didin, ȗ gotar ȗ axaftina cengȋdar ku jibo dujmin ȗ komplogeran tȇ bikaranȋn dipejirȋnin Ji bo ku rewatiya navxweyî ya hukomraniyê bi dest bixin.
Ango Hemû hokar ȗ kȇșeyȇn pȋroz jibo armanc ȗ mebestȇn nebaș tȇn bikaranȋn, mijarȇn girȇdayȋ bi olperestî, welatparȇzȋ, ȗ xakȇ ve bitevayȋ bȗne daҫek ȗ alav jibo seferberkirina civakan ku bikin li dijȋ xwe ȗ pașeroja xwe kar bikin.
belavkar ȇn diyarde ya gerimkirin a civakan di van hemȗ pirsgirȇkan de rȗ be rȗ yȇ tȇkҫȗnȇ dibin, vȇce li ҫareseriyeke dȋ digerin li dujminekȋ derekȋ digerin, ku șer li dijȋ wȋ ragihȋnin, ȗ rȇ li ber xelkȇ digirin ku behsa ceng ȗ șerȇ navxweyȋ ku yȇ girigtirȋn e li dijȋ gendelȋ, hejarȋ ȗ nezaniyȇ, ȗ ve yekȇ qedexe dikin, bi behaneya ku (ti deng nȋne ji dengȇ cengȇ bilind tir be).
Belê, zirar ȗ ziyana tevlȋkirina bi gelemperȋ heta ji yên ku hin sernavên zanistî an pîşeyî yên geş hildigirin, di kar û barên siyaset û ramanê de, rȇyeke xweșkirȋ, vekirȋ, ȗ hȇsan e ji bo zeftkirina nezanȋ, nezankirinȇ, û sepandina demagojiyê di axaftin ȗ gotarȇ de ye… ȗ ev dibe sedema kokkirina kêmasiyên perwedehiyȇ yên berbelav di kesayetê de, her wiha rêgezeke kevneşopî heye ku em di axaftinȇn xwe yên siyasî de bikartȋnin, dibȇje: sirușt û reftara sîstema desthilatdariyê dijberiyeke mîna xwe diafirȋne.
Wate, eger sîstema siyasî demokratîk be, dijberȋ jî wê bi demokrasiyê bawer bike û ji bijardeya tundrewiya siyasî dûr bikeve, ȗ eger rejîm dîktatoriyek be, dijberȋ jȋ di warê ramanê de wê mîna wê be, tevî ku dirûşmên demokratîk bilind bike û li dijî dîktatoriyê jȋ derbikeve.
Belê em dibînin ku gelek kesatîyên siyasî û serokên partîyan dirȗşmên daxwaza sȋstemeke demukratîk bilind dikin, lê ne reftarên wan yên siyasî û ne jî xwezaya sȋstema partîya wan, ti peywendiya wan bi kiryarên demukratîk ve nȋne, ji lewra naye ҫavrȇkirin ku hȇzȇn ku di bilidbȗnȇ de ne di siyasetȇ de ji sȋstem ȗ pirgala hukumranȋ ya tȇkҫȗyȋ gihayȋtir ȗ pirofȋșȋnaltir bin, ȗ nabe ku jibo rastkirina birêvebirina pêvajoya siyasî em xwe bisipȇrin kesayetiyȇn serbixwe, jiber ku ew kesane nikarin ҫalak ȗ bi bandor bin bȇyȋ ku pirojeyeke siyasî ya ku helwestên wan bike yek, ȗ ji parҫebȗn ȗ kesayetiyȇ derbas bibe hebe, ȗ dibe ku ew tȗșȋ nexweșiya dirȗșim, silogana ȗ helwestȇn populȋst bibin, ȗ reftar ȗ gotar ȇn ji hȇla hin kesayetiyȇn girȇdayȋ pȇkhateyȇn siyasȋ yȇn nȗ ȗ liser wan tȇn hijmartin karȋgerȋ ȗ bandorȇ li wan bike.
Çareserî ew e ku șȇwaz ȗ rêbazeke din were bikaranîn, ku diyardeya sarkirina civakan e, ku giringiyȇ bide mijarên bingehîn yȇn pȇwȋst wek: aborî, perwerde, tenduristî û bilindkirina asta kedkirin, berhem anȋn, ȗ hatinê ku alîkariya mirov di jiyana wan de dike.
Avakirina welatên dewlemend û hevrik li cîhaneke ku berdewam di guhertinȇ de ye. ȗ ev hemû, bi belavkirina hişmendiya rasyonel û riyalîst dest pê dike ku dê qerebalix, tevlȋhevȋ ȗ alozîyê kêm bike, û wê diyardeya germkirinê jî hȇdȋ hȇdȋ qels bike.