Xwișik ȗ Birayên Hêja, birêvebirên malpera „Welatê Me“!
Pêș hemȗ tiștî sipas jibo vekirina Dosiya „Berhevkirina dîtin ȗ nerînan li ser pașeroja Sȗriyê ȗ ҫareseriya rewșa kurdan?! Raste we Dawet-Name jibo beșdariyê ji min re neșandiye jî, lê ligorî têbîniya we: „ ku herkes dikare dîtinên xwe bișênê“ loma min jî weke kurdekî xewmxwirê welatê xwe, ku zêdetir ji 30 î salî xebat di nav tevgera kurdî de (Partiya ҫep a ku piștire navê wê bȗ Partiya Hevgirtina gelê Kurd li Sȗriyê; bi taybetî li derveyî welat ȗ di avakirina hevbendî ȗ HEVKARI yên kurdî de- Ji 10 salan ȗ bivirde serbixwe me; karê rêxistinî nakim?!!) kiriye, biriyar da dîtna xwe bi zimanê xwe ji we re bișênim, bi hêviya belavkirinê, da ku ҫend kes bixwênin ȗ li ber ҫavan bigrin!:
1- li ser Pirsa „Yekîtî“ ȗ li „Hevhatina“ Kurdan, êdî mirov șerm dikê bas bikê?! Jiber tu kesî berî kurdan basa giringiya „Hevgirtin“ U „yekîtiya Neteweyî“ ne kirîye; Ez tenê Malikekê ji Gotinên Ronakbîr ȗ Filosofê kurdî yê mezin Ahmed ê Xanî bi bîr bênim, bi hêviya bi cedî ȗ berpirsiyaretî li ser rawestin; lewra derma ȗ ҫareserî di vê pirsgirêkê de ye:
Ger dê hebiwa me îtîfaqek گەر دێ ھەبوا مە ئیتیفاقەک
Vêkra bikra me înqiyadek ڤێگرا بکرا مە ئینقیادەک
Rum û Ereb û Ecem temamî روم و عەرەب و عەجەم تەمامی
Hemiya ji me re dikir xulamî ھەمیا ژ مە ره دکر غولامی
Tekmîl dikir me dîn û dewlet تەکمیل دکر مە دین و دەولەت
Tehsîl dikir me îlm û hîkmet تەحلیل دکر مە عیلم و حیکمەت
2- Ez hêvî dikim, ku her kurdekî dîroka xwe dizane, xema welatê xwe dixwe ȗ dilsozê rizgariya Neteweyî ye, xwe ji daxwaz ȗ gotinên „siyasî“ ne zelal ȗ xom-xomandî rizgar bikê; jiber di mêjî ȗ henavê her kurdekî dilsoz de, daxwaza rizgariya netewyî ȗ serxwebȗnê heye; jiber wê ȗ bi dîtina min, pêwiste em hemȗ bi zȗtirîn wext ȗ bê tirs daxwaz bikin:
A- Sȗrî ji 2 Newtweyên serekî: Ereb ȗ Kurdan pêk tê.
B- Parҫek ji welatê kurdan ne bi vîna me, ketiye nav sînorê Sȗriyê de ȗ Cografiya wê ji Dêrikê ȗ hetanî Efrînê bê destnîșan kirin ȗ li ser bingeha wê, Fêdêraliya Neteweyî bi hemȗ wate ȗ mafên xwe ve, bê avakirin ê.
C- Rêzgirtin ȗ parastina hemȗ mafên miletên ku li ser axa me ȗ bi mere dijîn.
D- Hêvî ȗ sedcar hêvî, pirsa kurdên Êzdî ji pirsa giștî a kurdan cuda nekin; em yek netewe ne; dujmin ȗ nezanan hertim xwestine me weku 2 netewan bidin nasîn?! Mafên olî ȗ yên netewyî cuda ne!
3- Rawestana șerê ragihandinê, hev kêmkirin, tawanbarî ȗ reswekirinê di nav hêzên kurdî de. Ev serdem a li hevȗdu guhdarkirin, têgehêștin ȗ qedirzanîna hev e!! Dem hatiye, ku gelek kes pêwiste êdî berjewendiyên neteweyî di ser yên xweyî șexsî, Malbatî ȗ hizbayetî re bigrin!
4- Li darxistina Kongiryekî netewyî giștî ȗ bi zutirîn wext, jibo hȗnandina yekrêzî ȗ yekdaxwaz! Ma ne ecêbe, em banga kongireyekî sȗrî yê giștî jibo giftȗgoyan dikin, lê jibo xwe hewilên cedî nadin?! Ma ne ecêb ȗ șerme, ku îro ne tenê hêzên kurdî, belê her weha hêzên derve jî ȗ bi navê „Dostan“ dawa yekîtiyê li me dikin ȗ hewildidin me li hev pênin?!! Lê em wê jî nakin!
5- Damezirandin, bi hevre karkirin ȗ bi hêzkirina Ragihandina Neteweyî, jibo nîșandana hevgirtin ȗ rêkxistina yekdengiya daxwazan ȗ bi zimanên cuda.
6- Bi hêzkirina xebata li derveyî welat, bi taybetî a siyasî-dîplomasî, civakî ȗ perwerdeya nifșên nȗ li ser bingeha ji hevedȗ hezkirin ȗ qedirzanînê.
Jibo vê yekê, dîtin ȗ xewna min ji mêjve eve: Li hevudu guhdarkirin, li hevudu têgehêștin, qedrê hevudu girtin, bi taybetî li ber dostan ȗ li hemberî dujminan.. Ez vê derfetê bi dest tênim ȗ pirr bi nefispiҫȗkê jibo hemȗ kurdên li Elemaniya dibêjim: Heger em rast dibêjin ȗ li hevhatinê dixwazin; werin em hemȗ bi dilekî safî ȗ dȗr li berjewendiyên ȘEXSI ȗ HIZBI li hev bicivin ȗ li ser daxwazên bingehîn li hev bikin, da ku em bibine nemȗne ji yên welat re! Berê hatiye gotin: „ Șam dȗre, ma mișar jî dȗre?“
Têbînî: Xwendevanên rêzdar, li gorî tecrubeya min di nav xebata hêzên me de, ku sedcar mixabin em zȗ bi zȗ, bê bingeh ȗ bêyî ku em hev nas bikin, hevudu tuhmetbar dikin, jiberwê, ez vê daxwazê ji we dikim:
ji kerema xwe kesek, min tuhmetbar nekê: ku hineka ji min re gotiye van gotinan binvîse, yan hineka pere dane min jibo vê nivîsê, yan jî ez li pey navekî ȗ berjewendiyekî taybet digerim… Min tenê xwest ҫend bîr ȗ baweriyên xwe bi we re parve bikim ȗ êș ȗ kulên ku bi salan di hinav ȗ mêjiyên min de, weke yên ku, bi gelek kesan re civiyane, bênim ziman!
Jibo her têbîniyekî, rexneyekî yan jî gazindeyekî; dil ȗ mêjiyê min vekirî ye! Ev jî E-Maila mine: dr.mahmood@gmx.de
Bêgoman min jbîr nekirîye, ku pêșiyên me gotine: „ Ê ne li șer e, Șêr e!“
Dr. Ibrahîm ê Mehmȗd
Elemaniya- Bonn