Zihniyeta desthilata nû ya Sûriyê

Ebdûlazîz Qasim 

Îro piştî borîna nêzîkî sê heyvan li ser rûxandina rêjîma Be’is ya Sûriyê,ku hêjî ti pêşketinek berçav di rewşa Sûriyê de nehatiye pêkanîn, herwiha hîç asoyek ji bo siberoja Sûriyê zelal nebûye, zêdebarî ku her diçe rewş ber bi xirabiyê û korerêk û tunêlên tarî diçe, ji bilî çend axaftin û qeseyên xweş yên berpirsyarên deshilata demkî ku ew jî bi tenê dikevin çarçoveyê axaftin û daxuyaniyan de, lê li ser erdê ti wergêranek rastrast ji wan axaftinên re nehatiye cihkirin; wek tê gotin (gotinên êvara dikevin qulên dîwara), berovajî ku bûyerên li ser erdê diqewmin wisa diyar dibe ku desthilata nû kar ji bo zêdekirina aloziyan dike ne ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên qeyrana Sûriyê, nemaze ku gelek pirsgirêk û kêşe li pêşiya rêveberiya nû ya Sûriyê hene, û belkî herî zêdetir pirsa çareserkirina pirsa kurdî û çareserkirina pirsgirêkên pêkhatiyên neteweyî û kêmatiyên olî be.

Ku îro tevî kêfxweşiya xelkê Sûriyê bi rûxandina rêjîma Be’is, lê herwisa tirsek mezin heye di nav xelkê de, ji ber girêdana desthildarên nû bi rêxistinên terorîst û tundrê re, nemaze ku desthilata nû heta niha hîç awirek raseteqîn nedaye bo çareserkirina pirsgirêkên serekî û xweşkirina barê jiyan û pêşkêşkirina xizmetgozariyê pêdivî bo xelkê Sûriyê, zêdebarî ku niha hizrên nijadprêsî û projeyên dijekurd têne xudankirin bi taybetî ji aliyê grop û rêxstinên girêdayî Exwan Mislimîn û Tirkiyê ve, tevî ku desthilata nû ya demkî di serî de pitir xemê dixwe li ser mijqrên sepandina desthilata xwe û man û berdewamiya xwe li ser kursiyê desthilata û herwiha derbarî çaresernekirina pirsa neteweyî ya kurdî jî bi awayekî berbiçav xuyaa dike ku zihniyeta wê gelekî dûr ji zihniyeta desthilata Be’is nîne, bi kurtî em dikarin di xwendina çend (kiryaran) de, dîmenên siyaseta destpêkî ya desthilata Sûriyê ya demkî berçav bikin:

1: di Roja 29.01.2025 de, di civîneke (leşkerî) de bi amadebûna çend rêxistin û gropên çekdarî di nav de hindek rêxistinên terorîst yên tawanbar bi komkujiyan li Efrînê, hetwiha bi amadenebûna nûnerên kurd û Dirzî û Elewî û Kirstiyan …,  bi awayekî dûr ji prnsîp û alavên demikrasiyê û dûr ji biryarên Neteweyên Yekgirtî NU, Ehmed Elşerih wek serokkomarê Sûriyê bo qonaxa veguhêz hat destnîşankirin.

2- Damezrandina Artêşa Sûriyê ya nû bê beşdariya HSD, û dabeşkirina pile û postan li ser serkirdeyên çend rêxistinên çekdarî di nav de çend serkirdeyên biyanî (ne sûrî) tevlî serkirdeyên çend rêxistinên tawanbar bi komkujiyan li dijî Gelê kurd li Efrîn û Serêkaniyê û di serî de wekî tawanbar Mihmed ElCasim yê naskirî bi (Ebû E’mşe) û gelek tawankarên dîtir yên wekî (Himzat) ku dest hene di pêkanîna bi dehan komkujî û tawanên dijemirov li Efrînê û Serêkaniyê û Girêspî … .

Ku bi tevlîbûna gunehbar û tawankarên tawanên şer û djemirov di nav artêşê û hikumetê de, piştrast dike ku desthilata nû wê bi awayekî bihêz li dijî dadwerî û herwiha li dijî serweriya dadweriyê bixebite.

3- Şêweyê damezrandina (Komîteya Amadekar ji bo Konferansê Diyaloga Niştimanî” li Sûriyê di 11.02.2025 de, ku ji heft kesan hat ragihandin û têde hîç nûnerekî kurd yan ji neteweyên dîtir yên cuda (ne ereb) nîne, bi tenê ji yekî rengê neteweyî hate pêkanîn bê liberçavgirtina pirrengiya neteweyî û ayînî û olî di Sûriyê de, tevlî daxuyaniya berdevkê Komîteya Amadekar; Hesen El-Dagim, ku: ti kes bo konferans nayê vexwendin li ser bingehên ayînî, yan neteweyî mezhebî û hizbî”.

Ku ev daxuyanî bi xwe redkirina mafên Gelê Kurd li Sûriyê ye, herwiha ku hemû biryarên derkevin ji konfrenas dê bikevin di berjewendiya neteweya Erebî de û li dijî hebûna miletê kurd û li dij pirrengiya olî û civakî û netewyî de.

Ji berçavkirina van xalan diyar dibe ku zihniyeta desthilata nû ya (Islama siyasî) dûr nîne ji zihniyeta desthilata berê (Şovenîzma Erebî) yan heman zihniyet e bi taybetî derbarî pirsa kurdî, lewra tê pêşbînîkirin berdewamiya kêşe û aloziyan wekî berê belkî bi awayekî dijwartir nemaze ku siyaseta dijminatiya Gelê Kurd ji aliyê Tirkiyê ve tê xudankirin û îro destê wê ji berê dirêjtir bûye di karubarên Sûriyê de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…