EBDILBAQȊ ELȊ
Sȗriya di dirêjiya dîrokê de, li ser qelșên zemînhejên polîtîkî ye, ȗ pilaktên wê yên civakî yên livîner ji mêj ve li ser wan hatine avakirin, her çend salan rastî hejandin ȗ guhertina desthilatê dihat. lê rejîma șovenist ȗ dijî mirov ya malbata Esed ku bi agir, hesin, girtîgeh, ȗ ișkenceyê Sȗriya birêve dibir, piștî bihtirî 13 salan ji serhildan ȗ lihevketina xelkê ȗ girȗpên curbicur ên dijminê rejîma Esed, bi rȗdana bȗyer ȗ derfetên herêmî, navxweyî ȗ cîhanî re, dinava 13 rojan de hilweșiya ȗ Komên çekdar bê șer ȗ pêkdadanên berçav dest danîne ser çendîn bajar û bajarokan.
Roja yekșemê 8 / 12 / 2024 Șam bi ser bȗyereke nebawerkirî de ji xew rabȗ, weke zemînhejeke ku di çavgirtinekê de rȗ da be, yan jî weke bahozeke baranbarînê dixuya. hilweșaneke bi lez, zȗtir ji ya ku di hate çaverêirin, baran barî, av kom bȗ ȗ lehî rabȗ, artêș ne amade bȗ ku li hember lehiyê rȗ bi rȗ bibe, Ȋran jî nekarî bȗ, Rȗsiya jî nexwestekar bȗ, ȗ “Hizbulah”westehayî bȗ, Beșar Elesed zanî ku vegerandina dema lihevkirina Silêmanî-Pȗtîn nepêkan e, ew têgihișt ku tișta hatiye nivîsandin qediya ȗ hew, vêce tiștê ku maye rê ya sergȗnê ye ku dive were șopandin. li balefirê siwar bȗ ȗ dȗr ket, dîmen ji ya duh cuda bȗ, Sȗriya bê Beșar Elesed e, ȗ bêyî șêwirmendên Ȋranê ye, bêyî “Hizbulah” e, serokê birêz?!, Sȗriya bicih hișt ȗ çȗ, ew kesê ku ji bîst ȗ çar salan ve xêzên çarenivîsa welat ȗ gelên wî girtibȗ nema hate dîtin, herheyî li Sȗriya bi dawî hat, ȗ gelê Sȗriya xiraptirîn dema ku Sȗriya di dîroka xwe ya nȗjen de nas kiriye li pișt xwe hișt,
Rejîma Esed ket, hemȗ Peyker ȗ wêneyên Beșar ȗ bavê wî hatin șikandin ȗ wêrankirin, ȗ xelkê vî welatî aheng ȗ șahiyên rizgarbȗna xwe ji rejîma ku Sȗriya bi agir ȗ hesin birêve dibir, ku bi kembera zindan, kuștin, ȗ sirgȗnê dorpêçkirî bȗ li kolanan li darxistin, serdemek bi tevayî hate pêçan, ȗ serdemeke nȗ hat ku jibo her dayikeke dilșewat ku kurê wê di bin îșkenceyê de jiyana xwe jidest daye, jibo her bavekî ku mala wî li ber çavên wî hatiye talan kirin ȗ wêrankirin ȗ jibo her zarokekî ku di nav sînorên komara terorê de mezin bȗ ye șahiyeke mezine, ȗ herêm kete ber maf ȗ sȗdeyên”Roja li pey”.
Sȗriyayî hêjane kêfxweșiyê, hêjane ku hewayeke paqij ku ji nefret ȗ pîsatiya malbata Esed vala be bikișênin, hêjane siberojeke baștir. kêfxweșiya bi rȗxandina rejîma Esed baș e, lê nebese, têrê nake, jiber ku șerê rastî yê Sȗriya niha dest pê kiriye ȗ têkoșîna jibo ku xewnên gelê wê neyên dizîn pêwîst tir ȗ dijwar tir e, nemaze niha ku pașeroj hê ne diyare ne xuya ye ka pașerojê çi diqewime.
Gelo dê ev kesên nȗhatî isbat bikin ku ew bi rastî hatine desthilateke cuda ji ya ku hatî hilweșndin ava bikin, an wê rojên bên eșkere bikin ku yê ku ew li dijî wan derketin ji nȗ ve vejiyan, her çend rȗ ȗ nav hatibin guhertin jî?.
Gelo dibe ku Sȗriya wek welat hevgirtî bimîne ȗ parçe nebe?, yan minaka Iraqê ȗ her wiha Lîbiya parçebȗyî tê hilberandin, yan navendê biryardayînê yên cîhanî li gel hêzên sereke li herêmê dê rê nedin sînariyoyeke wiha ku eniyên nȗ yên șer ȗ nakokiyan di hundirê Sȗriya de veke?.
Gelo El-colanî tenê alavek yan karteke ku piștî bikaranîna wê bi dawî biwe, ȗ berdewamkirina wî girêdayî ye bi asta hevahengiya wî bi Sȗriyayeke nȗ, seqamgîr, pirjimar ve, ȗ bi neçariya bersivdana hawîrdor ȗ cîhaneke ku bi tundî ew pêdiviyî wê ye?.
Parastina xwîna Sȗriyan ȗ rawestandina destê ziyanê ȗ xirabiyê ji ser her kesê bêguneh ji çi pêkhateyê be ji mafê hemȗ kurên Sȗriya ne, ȗ ew maf di heman demê de erkek di sittwê serokên komên çekdar yên ku karîbȗn rejîma partiya”Baes”a sȗrî yê ku di desthilatê de pîr bȗ piștî ku bihtir ji șêst salan di serê pîramîda desthilatê de xwe girti bȗ di êrîșeke ji nișkave ȗ mayîndeyî ku tenê çend șevan dom kir de ji holê rakirin de ye.
Niha ku rȗpelê dema desthilata partiya”Baes”di dîroka Sȗriya de ȗ pêre di herêmê bi tevayî de hate pêçan ne diyare bê çi pașeroj çaverêyî Sûriye, Sûrîyan û tevahiya herêmê ye. dêm ȗ sîmayên pașroja Sȗriya nexuya ne heta ku rêkeftinek li ser hikȗmeteke nȗ çênebe, heta hikȗmeteke veguhêz ku ti aliyan bêpar nehêle neyê pêk anîn Sȗriya nȗ wek dewlet saz nabe.
Li Sûriyê her reng ȗ cûreyn dubendî ȗ cudabûnê (etnîkî-olî, mezhebî û hwd) hene, ji lewra çareseriya herî baş ji bo xurtkirina aramiyê û rêgirtina li ber tundûtûjiyê ew e ku van cûreyan di partiyên siyasî de rêxistkirin bikin ȗ birêvebirin û piştre di hilbijartinên parlementoyê yên hevrikkirî ȗ azad de û xurtkirina saziyên dadmendiyê yên ku mafên qurbaniyan misoger dikin û rê li ber tolhildanê digirin.
Diramayeke dîrokî bi êș e, ku em li ber çavên xwe dibînin, lê ew hê di destpêka xwe de ye. dê bi xwîn ȗ rondikan gelek beș li ser salên serdema Esed bêne nivîsandin, lê niha piştî jinavçûna vê rejîma diktator êdî pêwîstî bi axaftinê li ser nebaşiyên rejîma Esed nemaye ji ber ku eşkere bûye û wek ji mêj ve hatiye gotin: “zelalkirina tiştên eşkere yek ji kêşeyên herî mezin e.!”vêce piștî dilxweșkirina xembaran ȗ teselîkirina birînan, divê em bi “roja li pey”ya Sȗriya mijȗl bibin, divê kar jibo Sȗriya ya piștî Esed bê kirin. piștî bazdana vê rejîma diktator divê gotin niha li ser”roja dî” be ȗ tișt dê çawa biçin.
Jibo parastina ezmȗna xwe ya nȗ Sûriyayî tên vexwendin ji bo Sererastkirin nȗ ne, ku komar tenê”Sȗrî” be, sîstemeke federal bi pejirêne ku têde ti kom yan herêm hest bi nedatperweriyê, tirs, ȗ zorê nekin, di heman demê de divê hemȗ kom ȗ herêm xwe ji aliyên ku sînorên xwe yên netewî derbas dikin veqetênin.
Bi ya min pirsgirêka mezin îro li Sȗriya ne çarenȗsa rejîma Esed, ȗ westindina gelê Sȗriya ji perîșaniya herheyî ye, ne jî serketina El-colanî ȗ eniya ku ligel wî șer dikin, bi piștgiriya eșkere ya tirkiya ye tevî ku ev mijarin giring, mizin ȗ metirsîdarin jî. Lê belê kêșeya sereke nasnameya Sȗriya ya pașerojê ye, kî wê bikêșe, ȗ kîjan kodengiya netewî dibe ku bigihêje ȗ di nava gelên Sȗriya de bê afirandin?!, herwekȗ di makezagona sala 1950 de ku ne hatibȗ pesendkirin heta piștî 9 mehan ji diyalogê nasnameya Sȗriya kêșeya herî mezin bȗ.
Sȗriya ku îro di xaçeriyekê de ye hêjayî avakirina pirojeyeke niștimanî ya berfireh e ku hemȗ pêhateyên civaka Sȗriya li xwe bigire ȗ nehêle welat ber bi desthilatdariyeke nȗ ya totalîter ve biçe.
Sȗriya hêjaye pașerojeke ku șayîsteyî cihêrengiya wê ȗ dewlemendiya wê ya çandî ȗ mirovî be, ne ku tenê guhertina maskeyan be.
Encama gotinê eve: devê derî yê ku ber bi ewlekarî ȗ pașeroja seqamgîr ya Sȗriya ve diçe avakirina nasnameyeke Sȗrî ya kodeng ȗ giștgir e jibo her kesê ku xwe wek Sȗriyayî dide nasîn. Jiber vê yekê pêvajoyeke siyasî pêwîst e ku mijar mafê xwe ji guftȗgoyê bibe, heta ku Sȗriyayî bigihine gotineke hevpar li ser têkiliya bi ol, neteweperestî, ziman, rojhilat, ȗ rojava re, ȗ ew jixwe di çarçoveeya biryara jimare 2254 ya Encȗmena Asayișa Neteweyên de heye.