Zabêl û Xelata Nobel

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin.. Gelî xwendevan û heval û dostên hêja , ez ê van nerînên xwe li ser romana Zabêl wekî xwendevanekî ku ev roman xwend û dixwaze nerîna xwe li ser bide, ne wekî rexnevanekî an jî wekî pisporê romanê ez ê nerînên xwe bidim xuyanî kirin.

 Ez ê beş bi beş li ser vê romanê bixavim

beşê yekem ew jî zimanê Kurdî ye , bi rastî rêzdar Ezîz Xemcivîn bi rengekî pir sipehî û qeşeng romana xwe Zabêl bi zimanekî Kurdî resen û nazik xemilandiye , ev yek jî vedigere ji hêza wî ya xurt û gencîneya zimanê Kurdî ku li cem hêja Ezîz Xemcivîn heye , jiber bi rengekî pir dewlemend nivîsandiye hem ji aliyê gotin û peyvên kurdî yên xwerû û zelal û hem jî ji aliyê rêzimanî ve jî, û ev yek cihê destxweşiyê ye û ev xal jî ji rêzdar Ezîz Xemcivîn re tê nivîsand .

Beşê duyem ew jî ez nerînên xwe li kesayetiyên taybet yên vê romanê bidim û yên ku bêhtir bala min kişand  û kesayetiyê herî serke ku cihê xwe di vê romanê de girtî ye ew jî Xwedê jê razî be hêja Serkîsê Kêvo yê ku bi navê Hilûc dihat naskirin  û hevjîna wî Zabêl û her wiha kesyatiyê ku pêngav pêngav bi Hilûc re bû ew jî Xwedê jê razî Xelefê Şelaş, bi rastî dema mirov li jiyana van kesan temaşe dike û li ser wan dixwîne hestên cuda cuda li cem mirov peyda dibin jiber ev her sê kesyat jî qet rojekê bê hêvî nebûne û tim rûgeş bûn tevî ku di sedan astengiyan re derbas bibûn. Ji Serkîsê Kêvo yê ku tu çêj ne ji zaroktiya xwe dît  ne jî ji himbêza dê û bavê xwe dît û bi serde jî tûşî gelek serpêhatiyên xemgîn û bi êş û diltezîn hat, yên ku ji zilma Osmaniyan hatiye serî wî û wî malbata wî û piraniya gelê me yî Ermenî û her wiha Zabêla nûgeheştî ku ewê jî ne kêmî Serkîsê Kêvo ziyan û êş û derd dîtine û hatine serê wê û çawa ji ber destekê diçû ber destekî dîtir ta ku jiyana xwe bi vî rengî berdewam kir heta giha mirada xwe bi Hilûc re  û ez ê behsa dilovanî û merdemêriya apê Xelefê Şelaş bikim da ku em di derbarê wî gunehbar nebim.. Xelefê Şelaş hemû nerîtên Kurdewarî û mirovatiyê li cem wî hebûn û ji Hilûc re bibû dê û bav û bira û dost û heval, bi rastî kesên mîna wî li serdema me ya niha pir kêm in, û her wiha ez  wekî lawekî Kurd pir şanaz im ku min dîroka van kesên giranbuha bi riya evê romanê xwend û nas kir.

Beşê sêyem ku ez ê wan bi hev re girêbidim ew jî aliyê civakî û aliyê mirovahî, bê guman ev roman behsa yek ji serpêhatiyên pir bi eş ku hatiye serê birayên me Ermenan dike , ew gelê ku rastî kûştin û tunekirin û qerikirinke hovane hatiye ji destê Tirkên Osmanî yên faşîst ku bi kerb û kîneke bêdawî li hemberî evî gelê aştîxwaz kiriye û hemî rengên mirinê tameşeyê evî miletî kiriye û mixabeniya herî mezin ku hindek Kurdên me yî bê mejî jî beşdarî di van kokûjiyan de kirine, lê divê em aliyê din jî yên Kurdan jibîr nekin ku her wiha piraniya Kurdên me jî mîna birayên me yî Ermenî heman kûştin û tunekirin dîtiye û gelek caran jî jiyana xwe dikirin qurbanî da ku tenê karibin birayekî xwe yî Ermenî ji mirinê xelas bikin û bi taybetî jî Kurdê me yî Êzîdî  ku bi camêrî û merdîniya xwe li hemberî birayên me yî Ermenî nayên pesendan jiber ne tenê ew parastin lê bîr û baweriyên wan yên olî jî parastin di nava civaka xwe de wekî çawa me dît Xelefê Şelaş Hilûc parast û ew li ser ol û baweriyên wî yî olî hişt ta ku mirada wî jî bi keçke Ermenî gihande serî , pir wêneyên civakî û mirovahî di nava ev ê romanê de hene , min nevêt her tiştî ji were zelal bikim jiber xweşiya xwendina romanê bi veşeartiyên wê ne .

Beşê Rewşenbîrî û ev yek jî xala herî girînge jibo hemî xwendevanên zimanê Kurdî jiber bi rastî dema min ev pêzanînên wisa naskirin di nava ev ê romanê de min gelek şerim ji xwe kir çawa tiştekî wisa heye û me ha jê nîne, heta niha çawa kesên wisa di civaka me de hebûn û me ew nas nedikrin min hestkir û ez hîn jî qerdarê rewşenbîrî û civaka me yî Kurdî me , û her wiha gelo em ê Karibin Zabêl bigihînin cihên bilindtir di wêjeya cîhanê de û bi taybet em ê karibin Zabêl bigihînin xelata Nobel ya wêjeyî , bi rastî di halê hazir de ev yek li ser Wezareta rewşenbîrî ya herêma Kurdistanê diraweste û her wiha li ser dam û dezgehên me yî rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê disekine jiber bi rastî  divên li ser vê romanê bsikenin û bidin xuyanî kirin jibo hemî miletên cihanê jiber ne tenê çîrokeke û hatiye nivîsand lê mirov dikare jiyana xwe di riya evê romanê de pilan bike û bigihîne astên baştir û bihêztir jiber dema ku kesek jiyana Serkîsê Kêvo di ev ê romanê de bixwîne wê zanibe mebesta min ji van gotina çi ye , romaneke pir xweş e pir dewlemend e bi ziman û jêder û agahî û pêzanînên xwe ku hemî jî ji erdengariyke Kurdî hatiye komkirin .

Her wiha ez ê behsa aliyê siyasî jî di ev ê romanê de bikim , jiber ev roman dikare careke din peywendiyên di navberadi navbera Kurd û Ermenan de bi hêztir bike û bêne li ser rêyeke rast û durist jiber heta niha jî em qerdarên birayên xwe yî Ermenî ne  û divêt ev roman bi zûtirîn dem bête wergirand jibo zimanê Ermenî û her wiha zimanê Erebî jî da birayên me yî Ermenî bizanibin ku Kurd li pişta wan bûn tevî ku gelek kêm mejiyên me tevlî wan komkujiyên bi êş bûne .

di dawiyê jî de ez careke din spasiya mamosta Ezîz Xemcivîn dikim ku pirtûkxaneya Kurdî bi romaneke wisa dewlemend kir û xemiland û her wiha ez hêvî dikim ku ev roman bighê destê her Kurdekî ku ji zimanê xwe hez dike û bixwîne da xweşiya zimanê xwe yî dayikê jî bibîne

Spas Xemcivîn

Spas Zabêl

Spas Serkîsê Kêvo û malbata wî

Û spas jibo hemî kesyatiyên ku cihê xwe girtibûn di evê romanê de .

13.11.2024

Dildar Xemrevîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…