Di navbera dualîteya hiș û hest de polîtîk li kȗ ye?

EBDILBAQȊ ELȊ

Hiș rêveber, sazûmankar û nîşana rast ya hestên mirovan e, her tim bingeha mantiq dike pîvan ȗ xwe dispêre mantiq û mijarên curbecur li gorî pîvanên rast dadbar dike, di heman denê de hest berteka mirov li ser rewş û mijarên jiyanê yên ku di roja xwe de pê re rû bi rû dimînin nîşan dide, livîn, heyecanê û bi dest xistina encama tê xwestin dike armanc, çi li gorî mentiq û berjewendiyê be, hem jî berevajî hiș û berjewendiyê be

li gor fîlozofê Alman Hîgil û her wiha lêkolînên derȗnî diyar kirine, hest hêza ajotin ȗ livandina tevgerê ye, ȗ ew e ya ku hêz û coşê dide me  Ji bo pêkanîna armanca tê xwestin û pêdiviye bê bidestbixin, ȗ li vir rola hiş di şiyana arastekirina xebatê de û brêvebirina wê ber bi riya rast ve li gorî pêwîstiyên rastiyê, bi hindiktirîn dem, bi hewldaneke herî kêm û kêmtirîn windahiyan jî tê.

Tê zanîn ku polîtîk karekî hișmendiye, di keve bin bandora têgîn û têgihiştinan de, lê belê, ev nayê wateya ku em dikarin aliyê wê yê din, ku hest e, paşguh bikin, ango em li pêșberî nakokiya (hiș û hest) in ku di polîtîka me ya kurdî li Sûriyê de- wek nimȗne- cih girtiye,ta ku em dikarin polîtîkayên tevgera Kurd di têkoşîna di navbera hest û hiș de kurt ȗ sînordar bikin,  ku dibe hestyar be heta radeya tundrewiyê an hișmend be ta  asta têkçûnê,ȗ dibe ku hin kes çareseriyê di yekalîbûnê de dibînin “Eger tu ne bi me re bî, tu li dijî me yî”, ango heke tu di siyasetê de ne hestyar bî  tu ajanekî tembel î,ȗ ger tu ne hișmend  bî tu tundrewî, ȗ wilo nakokî dest pê dike, sûcdarkirin bi hemû şêwe û rêbazan, bi awayên xwe yên rasterast û nerasterast, bi awayên xwe yên eşkere û veşartî tê vekirin.

fîlozofê îtalî Giramșî di derbarî siyasetê de dibêje: “Her axaftina siyasî ya ji hestyariyê bêpar, weke axaftineke siyasî ya têkçûyî tê nirxandin”, her weha lîkolînênên pisyolocîk tekes dikin ku siyaset bê hest hem bê hiș nabe ango hevsengî dinavbera herdȗ aliyande jibo siyasetê pêwîste, têwateya hevsengî dinavbera bercewendiya giștî ku hiș serkêșiya wê dike digel coș ȗ hêzê ku bi bandora hestê tê.

Pênasîn

Siyaset ne peyvên kirêt ȗ ne yê şîrînin, ku bi hev ve bêne girêdan ȗ hȗnandin, weke ku nayê wateya salix û pesindanê ji aliyê din re, çi dost be ȗ çi dijmin,  ta ku em peyvên sipasî û pesindanê hilbijêrin ku jihatîtirîn nivîskar, helbestvan û zimanzan nikaribin wan deşîf bikin, ȗ ne jî wateyên wan jihev vekin, her weha ne armancek helbestî ye, wek pesnê an buxtanê, ta em li nava pirtûk û ferhengan bigerin Ji bo afirandina mijareke ku bi gotinên herî ters ji ên dijber re dagirtî be, ta ku em ji doza xwe re dilsoz bêne dîtin.

 Siyaset ne mȗzîka kemana efsûnî ye ku awazên xweș ên ku hestan dihejîne û hestên ku xwestek ȗ meraqa kal û pîran berî ya xortan jibo dîlanê radike saz bike, her weha ne zagoneke amadekiriye û ne jî Şablonekî standere ku ji bo her dem û cihî amade be.

Siyaset ne xewine, ne jî hêvî ȗ omîde, ȗ ne xwestek ȗ daxwazên bê sînorin, herçend ku xewin, hêvî, omîd, xwestek ȗ daxwaz rewa bin jî, ji mafê her kesî ye xwedî xwestek ȗ daxwaz be, lê siyaset ne wehaye.

Siyaset weke berjewendiyên mayînde tê nase kirin, ne dostaniya herdemî û ne jî dijminatiya herdemî têde heye, mayînde bi tenê berjewendî ne, ȗ ev yek nayê pêkanîn ger em xwe bisipêi hest ȗ ji pîvana  hiș dûr bikevin, lê dibe ku ev rastî ji gelek siyasetmedaran ve ne xuya be li herêma me, ya ku di her gavê de diyar dibe ku ew ji hêla hestê ve tê rêvebirin, bêyî vekolîna encamên gengaz ên ku dibe ku di encamê de çêbibin, ango hesta siyasî ya gelek siyasetmedaran, ȗ tewra li ser stratejiyên piraniya sîstem ȗ pergalên me yên siyasî jî, bi ser hişmendiya siyasî ketiye ȗ jê derbas bûye, û ev yek di helwest û biryarên wan de bi awayekî zelal xuya dike, ȗ em dibînin hin siyasetmedarên ku dixwazin gelêriya  girseyî bi dest bixin, li şûna pêvanên hiş û hestên xwe, li pey hestên girseyan têne ajotin, her wiha gelek ji sîyasetmedaran di helwestên siyasî de yên ku ji bilî pîvan hiș û mantiqê tiştekî din pesend nakin  li hestên xwe vedigerin, ȗ ev biwe sedema ku piraniya siyasetmedarên me di nakokiyên xwe yên herêmî de siyaseta rast pêk nayêkirin.

ev kes nizanin ku kiryarên wan çiqas talûke ne, nemaze ku ew di postin an cihin bilind ȗ hestiyar de bin, ew berjewendiya welat li ber çavan nagirin bi qasî ku li berjewendiya kesane ya ku di dawiyê de dê erzan bimîne digerin, ȗ vê yekê kiriye ku herêm bi gel, saman û paşeroja xwe ve bibne ardȗ ȗ sȗtemeniyên agirê șrên li rojhilata navîn pêketî.

çareserî

li vir pirsa çareseriyê serî hildide,  gelo çareserî çi ye?

ma çareserî di hestên bêsînor de di gotara siyasî de ye, Ji bo veberhênana enerjiya hestyarî ya girtî ya girseyên ku tî yê her tiştê ku rewşa wan ya trajîk nîșan dide, tewra bi peyvên sade bi têgînên fermî yên ku li ser zemînê ne hilberîner ȗ bê bandor bin jî, an gelo çareserî di aqilmendiya bêsînor a rasyonelkirina kolanê de ye heya ku bikeve qonaxa kedîkirinê?.

Dibe ku hest dijminê hișe be, nemaze dema ku bi biryarên siyasî yên girîng ve girêdayî be, ew – ango hest – ne tenê helwestên fermî dorpêç dike, belê, ew nasname û dîtina welatiyan li her derê kontrol dike,ȗ biryarên bê hest ji bilî motorên amûrên elektronîkî biker nayên.

Divabe biryargirtin bi hiș dest pê bike, ji ber ku ew bingeha mantiqê ye, û dûv re vediguhere nirxandineke hestyarî da ku vê yekê bi awayekî mirovane bi cih bike, mirovahîkirina biryar, zagon, û proseduran girîng e, da ku em mirovatîya xwe ji dest nedin, û nebin heyînên ji tebayên dirinde hov tir.

Polîtîkê pêwîstî bi hevsengkirina hiș û hestê bi hevre heye, divê  balansek di navbera hiș û hest de hebe, ȗ Ji siyesetmedar ȗ karidestan   tê xwestin ku bi kȗrahî ȗ giranî li berjewendiya welatên xwe berî berjewendiyên xwe yên xweser bi nerin, ȗ xwe pisipêrin pêvana mejî ȗ hișên xwe beriya hestên xwe  ger ew di karûbarê giştî de serkeftinek rastîn bixwazin, ȗ li navûdengê derewîn an qezenca kesane ya yekser nedigerin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…

Şêrîn Saado

Şev di zikakên gundê me de

Bê dengin

Heyv sitêran

Li der dora xwe di civîne

Bi pertewên ronahiyê

Wan di nixumîne

Û bi awazên lal

Wan di landika

Bîrdankan de dilorîne ..!!

Çihrên hinasan

Bi dîwarên…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…