Yekemîn mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê

Roja Şemiyê 26.10. 2024, dema nûçeyên boltena Rojava, kat 7ê êvarê bi dema Hewlê, berêz Mihemed Hemo mêvanê medyakarê Rudaw T.V Berêz Dilbiwîn Dara bû, û li ser yekemîn mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê, û bi navkirina roja 22. 10. bi (Roja helbesta kurdî li Sûriyê), da her sal di vê rojê de mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê bê lidarxistin.

Mihemed Hemo got, ku (Koma Xanî) ew mehrecan li mala roja 22. 10. 1993, lidar xist, û ev roj wek (Roja helbesta kurdî li Suriyê) bi nav kir. Lê ji ber ku em bi vê mehrecanê têkildar bû, me dît, ku divê em rastiya vê yekê bidin xuyakirin, û haşe û hoşekirina (Mubalexe) wî ser rast bikin.

1.Li mala wî li taxê Eşrefiyê, li bajarê Helebê, şevbuhêrkeke helbestê hatibû li darxistin, ne mehrecanek. Vewendeka “Kom Xanî” bo wê şevbuhêrkê beriya wê çalakiyê bi çend rojan gîhabû me jî.

2.Ew şevbuhêrk roja pêncşemê 21. 10. 1993 hatibû li darxistin, ne roja 22. 10. 1993yê.

  1. Hejmara beşdarên wê şevbuhêrkê, heselbestvan jî di nav de, ne bêtiyî 50 kes bû.

Bi baweriya me, evê hejmara 110 bala berêz Dilbixwîn Dara jî kişand, vê lo mê wî pirs kir: Xaniyê te çawa têra wan hemiyan kir? Di nîrên nehêniya xebatên çanda kurdî de li Sûriya, we çawa karîbû ewan kesan hemiyan derbas kin hundir? Gelo we pêlavên wan çawa veşartin?.lê dîsa Mihemed Hemo bi haşe û hoşekirinên xwe de çû.

Em bawer in, ku her kesê rewşa taxên gelêrî li Helebê, taxa Eşrefiyê jî di nav de, dizane, dizane jî ev hejmara mezin (110 kes) di jûreke (ode) ji jûrên xaniyên vê taxê de bi cih nabin.n

E werin ba mehrecanê. Destpêka meha 10 ya sala 1993yê, me her çaran; Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Heyder Omer, Rûxwaş Zîvar û Elî Cefer, me li ser çalakiyeke wêjeyî bo nehemîn biranîna koça dawî ya helbestvanê mezin Cegerxwîn, gengeşe kir, û hevpîşeyê me Dr. Ebdilmecîd Şêxo pêşniyaz kir, ku em di hembêza surûştê de vê çalakiyê li darxin, pê re jî boçnên me li ser roja 22yê ya meha 10ê gîhan hev, ku em di vê rojê de mehrcaneke helbestî  di hembêza surûştê de li darxin, ji ber ku ev roj roja koça Cegerxwîn bû, û vê rojê bi (Roja helbesta kurdî li Sûriyê) bi nav bikin, ku her sal mehrecanên helbestê li darkevin. Pê re jî me erka vexwendina helbestvanên Şamê û Cezîrê hildan ser milê hevpîşeyê me Elî Cefer. Ji bo vê yekê ew çû Şamê û Qamîşlo, da vexwxandeka me bigihîne helbestvanan.

Roja pêncşemê 21. 10. 1993yê helbestvanên vewxendî ji Şamê û Qamîşlo hatin Helebê, û me ewana pêşwaz kirin û birin mala mala Elî Cefer , û em li ser mehrecanê û roja helbesta kurdî Sûriyê axifîn, û bi erêkirin hemiyan Seydayê Tîrêj, Tengezar Marînî, Mihemed Osman/ Memo û Bilal Hesen nûnera malbata Cegerxwîn, bi ser komîta mehrecanê ve hatin zêdekirin, û ber êvarî em hemî çûn mala berêz Mihemed Hemo da tev şevbuhêrka helbestî bibin.

Pirsa li vir xwe ferz dike ev e: Eger koma Xanî ew helbestanan bo mehrecana helbestê vexwendibin, gelo çima endamên wê, Mihemed Hemo jî di nav de, ew helbestvanan pêşwaz nekirin?

Roja din, roja Înê 22. 10. 1993yê me hemiyan; helbestvanan û cemawerê guhdaran, bi 2 otimbîlên mezin (2 pasan) û hinek otimbîlê biçûk (Texî) ji Helelbê derketin, û li çaterêka Kefercennê guropek kesên ji Efrînê hatibûn li benda me bûn, tev li me bûn, lê ta ku em gîhan çaterêka ku ber bi Keleha Nebî Hûrî de diçe, ji bilî me her çaran, hemiyan nizanîbûn em bi kuve diçin.

Li wir, li Keleha Nebî Hîrî, berî pêşî Rûxweş beyannameya komîta mehrecanê xwend, di beyannameyê de helbestvan û cemawerê guhdaran pêşwaz kir, û mehrecan  û roja helbesta kurdî li sûriyê ragihand, di pe re Mihemed Hemo jî gotina “Koma Xanî” xwend bê ku bibêje evê Komê mehrecanê li dar dixe. Paşê jî mehrecanê dest pêkiri û helbesvanan yekoyek helbestên xwe xwendin, ta derdora kat çar piştî nîvro mehrecan bi dawî bû, û em vegerîn Helebê.

Piştî 2 hetiyan, belkî bêtir jî, rîportacek di rojnameya “Azadiya Welat” de derket holê, ku kesekî navê wî Fener Rojbiyanî bû, li ser mehrecanê nivisandibû û di wê rojnameyê de weşandibû, mehrecan bi ser Koma Xanî ve kiribû, di rîportaca wî de dihate xuyan, ku kesekî bi wî de tejî (îmla) kiribû, ji ber ew amadeyî mehrecanê nebibû.

Piştî weşandina wê rîportacê, Koma Xanî dest bi perewpêdanê (terwîc) kir, ku wan mehrecan li darxistin,  û roja 22. 10 wek „Roja helbesta Kurdî li Sûsiyê) bi nav kirin.

Divê bê gotin jî berêz Omer Kurad tevayê vê mehrecanê li ser kasêtên vîdyo tomar kir, lê mixabin em nizanin çi bi wan kasêtan hat. Her weha Kovara “Metîn” a ku li başûrê Kurdistê derdiçe nûçeya vê mehrecana yekemîn û navên endamên komîta amadekar belva kir, lê di destên me de nîne, belê perçek ji rojnameya “Xebat”a ku li  başûrê Kurdistê derdiçe di destên me de wek belgehekê heye, em bi vê gotarê dixin.

Mehrecana helbesta kurdî, bi pêşniyaza hevpîşeyê me Heyder Omer gîha Ewropa jî, û sal bi sal tê li darxistin. A yekemîn li bajarê Boxim ê Almanya sal 2000 yan 2001ê hat li darxistin, û komîta amadekirina wê çar kes bûn, ew jî evin Heyder Omer, Jan Dost, Elî Cefer û Bavê Narîn.

Dr. Ebdilmecîd Şêx, Heyder Omer, Rûxwaş Zîvar û Elî Cefer.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…