NAMEYA HUNERMENDA KURD GULISTAN PERWER.. Gera Sêyem a Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah

Ji Komîta Birêveber a Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah re..

Ez şanaz im ku ez di nav we de bim û beşdarî vê çalakiya ciwan bibim û xelatê ji destên Mîra Bedirxaniya, xatûn “Sînem Xan” werbigirim. Ev xelata her du dengbêjên mezin “Cemîl Horo û Bavê Selah”, gerdenek ji nirx, rêz û berpirsiyariyeke mezin li ser sîngê min e.

– Ev karekî hêjayî pesindayînê ye, we mîrateya her du bejnbilindan, Cemîl Horo û Bavî Selah û comerdiya hunermendên mezin ên Kurd ên ku hîn jî di nav me de sax in û afrîneriyê ji bo gel û dîroka xwe dikin, kom kiriye.

Heger em hinekî ronahiyê bixin ser jiyana van her du sembolan “Cemîl Horor û Bavê Selah” emê kûrahiya hêz, jîrî, resenî û trajediya jiyanê ya ku dîroka gelê me yê Kurdistanê berceste dike, bibînin. Wê demê mirov dikare xwe berde nava sir û razên jiyana van her du hunermendên mezin û vekole û rastiya sergihayîya giyanî û hunerî ya di berhemên wan ên hunerî yên nemir de dibîne, ku wekî mîrateke mezin û hişmendiyeke civakî û neteweyî ya bêsînor, ji me re hiştine.

– Ez ji kûrahiya dil ve spasiya we ji bo vê rûmeta hêja û destpêşxeriya ciwan dikim. Tevî karesat û zehmetiyên jiyanê û şert û mercên dijwar ên di ser gelê me û hunermendên me re derbas dibin, lê dengê Kurd wek agir di bin xuliyê de maye û dikare rûbirûyî dîktatoriyên herî hov ên li ser rûyê erdê bibe û bi berxwedan, rijdbûn û bedewiyê biser bikeve.

Li vir ez dixwazim tiştekî bibêjim:

-Heger em li ser qadeke biçûk a jiyana hunermend Cemîl Horo, wek mînak rawestin, li ser wan karesat, êş, koçberî, zindan, girtin û sirgûniyê rawestin, fedakariya wî ya mezin û hunera wî ya pabend bi doza gelê xwe ji me re aşkere dibe. Em çiqas şanaz in ku miletê Kurd xwedî vîneke wiha saxlem û dengên gewre ye.

Heger saziyên me yên dewletê hebûna û ev mîrateya hunerî ji me re biparastana, me yê bidîta ku destanên Kurdî bi dengê “Cemîl Horo” derbasî taqîgehên hunerî û bedewiyê bibana, dê ji ber gewrebûna xwe ya giyanî, wêjeyî, zimanî, dîrokî û hunerî, bibana beşek ji mîrateya hunera cîhanî.

Tiştê ku ji van hemûyan bihêztir ew e ku ez di dengê Cemîl Horo de, deng û hêza hunermendê Îtalî yê bilind û mezin Luciano Pavarotti dibînim.

Rast e Cemîl Horo li herêma Çiyayî Kurmênc jidayîk bûye, lê ew pirtûkxaneyeke hunerî ya hemû gelê Kurd e û wek stûneke bingehîn a dengbêjiya kurdî tê dîtin, ku divê navend, enstîtûyên hunerî û muzexaneyên Kurdistanê, wî di nava baskên xwe de biparêzin.

Derbarê hunermendê mezin “Bavê Selah” de, ew wek parêzvanê dawî yê kela strana klasîk û dengbêjiya kurdî tê dîtin.

Ew ji aliyê giyan, bedewî û evînê ve, bi hunermend Cemîl Horo ve girêdayî ye. Bavê Selah” yek ji dengên bilind û bihêz e û mîna çemên Firat û Dîcleyê diherike. Bi taybetî dema mirov dastana Derwêşê Evdî ji wî guhdar dike, dibîne ku wî hemû pîvanên giyanî û hunerî parastiye û teknîkên nazik ên zimanê evînê bikar anîne.

“Bavê Selah” wekî nifşê dawî yê klasîkên kurdî tê hejmartin, dengekî resen, kûr û germ, bilind û bihêz e, mirov dibe qada piştî giyan, lojîk û hişê.

Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku her du hunermend Cemîl Horo û Bavê Selah, navên xwe bi zêr nivîsandine û wekî du îkonên hunerî yên nemir di deriyên fireh re ketine dîrokê.

Ez bi we, Çiyayê Kurmênc, Efrîn û kurên wê yên hêja serbilind im.

– Spas ji bo Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerê ya Hewlêra Paytext.

– Spas ji bo Mîra Kurd a hêja Sînem Bedirxan.

– Gelek spas ji bo Komîteya Amadekar ji bo vê xelata hunerî ya hêja.

– Hunermend: Gulistan Perwer

– 28.10.2024 HEWLPR – KURDISTAN

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…