Rastiya karê siyasî.

Mehmûd Biro

Di her civatekê de li cîhanê hatiye zanîn ku partiyên siyasî girûpên herî zana û pisporin ku civatê birêve dibin, û bercewenda civatê liser hemî bercewendên din ve digrin.
Bercewenda gelê kurd diser her bercewendên dinre ye. Ev gotineke pir hêjaye, Lê mixabin piraniya partiyên siyasî dijî vê gotinê û helwestê kar dikin, û di ramana wan de ewe ku karekî syasî durist dikin.
Sedem ewe ku nedûrmeyzênin, û demoqrasiyê ligor kêfa dilê xwe nasdikin û liser kar dikin.

Gotina demoqrasiyê bûe wek modê liba wan,lê ji nirx û pirinsîpên wê gelek dûrin.
Wa lê hatiye ku jimara partiyan nema tê nasîn. Her heyvekê du heyvan partiyek durist dibê.
Her salekê du salan du sê partî jihevdû diveqetin û dest pêdikin hevdû xayin dikin û gotinê xerab liser hevdû dibêjin û yekîtiyê jî dixwazin. Zêdebûna jimara partiyan ne jiberxwede ye. Yek ji sedemê herî serekî ewe , nebûna partiyên cemawerî yên  rast û durist. Yên ku karekî siyasî liser bingiha dam û dezgihan birêve dibin. Wata partiyên cemawerî û muesesatî. Sedemên diduan jî ewe ku zilamê ne saskar û ne layiq dikevine reberatiya karên siyasî de. Herweha malbatî û hevaldbendî û koletî dibê dînamoyê karê siyasî ku encamê xerab tînê holê. Ev rengê xebatê rê nadê kesên pispor û zana û akadêmîker ku bi erkên xwe rabin û rastiyê bidin dest gelê xwe. Û jibo vî rengê xebatê hemû alavên ragihandinê xizmetkarin. Tim kesên nezan dighînin liser ekranên telvizyonan da kû gel nema rastî ji ne rastîye nas bikê.
Mixabin kesên ku vî karî dikin hinek jivanên ku serdema wan xilas bû ye û jixwe ditirsin ku cihê wan jidestê wan herê. Jiber kû di mêjiyê wande nivîstî ye ku heta saxin divê ew rêber bin. Û ev yekjî diktatoriyetê durist dikê, û demoqrasiyê binpê dikê. Her weha zanîn û zanista taze ya nifŞên nû radwestênê û nahêlê ku bibê ardûwê pêŞveçûnê.
Bivî halî tevgera siyasî dicihê xwede gava didê, wata gava pipêŞ de nadê. Lewma jî partiyên siyasî nikarin xizmeta gel û xak û niŞtiman bi duristî  bikin. Tenê xizmeta kesne destnîŞankirî dikin. Ewjî kesên nexweŞin ku binexw Şiya ezeziyê ketine û tu carî jê xilas nabin. Karê siyasî di qeyranekê ve derbas dibê û pêdivî bi çareseriyeke lezgîne ku bi van xalan dest pê dikê.
1    Avakirina encumeneke aqilmendan ku pêkhatî bê ji van kesên ku temenê wan gihaye nêzîkî heftê salî,  wek sikretêan û hinek endamên komita navendî, biteybetî partiyên mezin. Karê wan serkî carê tenê wek  Şêwirdaran bin.
2    Rêberatiya partiyan bikevê destê nifŞên nû de, yên pispor  xwedan zanîn û kefaet, herweha  Avakirina komîteyên cor bicor wek diplomasî, siyasî, hiqûqnasî, perwerde û zimannasî.
3    Guherandina sîstêmê hundurî yê partiyan da ku biguncê ligel pirinsîpên demoqrasiyê, û rê liber diktatoriyetê bigrê, û hilanîna sensûrê liser alavên ragihandinê.
4    Avakirina dezgihan dinava partiyên siyasî de da ku her dezgihek tenê karê xwe bikê û dest têwerdanê dikarên dezgihên din de nekê.
5    Danîna kesên abûrînas jibo serperiŞtiya mewdaniya partiyê.û nivîsîna raportan bizelalî jibo endamên partiyê û bihêzkirina jêrxana abûrî ya partiyê.

Fredrikstad 11.06.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…