Sibe dîrokek nû li Kurdistanê destpêdike

Idrîs Hiso
 
Îro rêzdar Nêçîrvan Idrîs Barzanî sûnda yasayî ya serokatiya Herêma Kurdistanê dixwe, û piştre dê bi fermî dest bi karê xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê bike.
Di 28ê  Gulana vê salê de parlementoya Kurdsitanê bi zorîneya dengan rêzdar Nêçîrvan Barzanî bo serokatiya Herêma Kurdistanê hilbijartibû, tevî ku Yekîtî Niştimanî Kurdsitan (YNK) dengê xwe nedabû û rêkeftina xwe li gel Partî Domokartî Kurdistan(PDK) binpêkiribû jî lê îro 09.06.2019 an biryar dabû ku wê şandek bilind bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî Kosret Resûl beşdarî rêwresmê sûndxwarinê bibe.
Di vê gotarê ez dixwazim behsa du aliyan bikim, ku li sereanserî Kurdsitanê têne behskirin.
Yekem: Ma kes ji Nêîrvan Barzanî pêve nebû bibe Serokê Kurdistanê, yan jî desthilat li Kurdistanê çênabe ji destê vê malbatê derkeve?!
Bê gûman bidestxistina desthilatê li Kurdsitan û seranserî Iraqê girêdayî piroseya siyasî û tevger û hêza partiyên siyasî  û rewşa civakî û bandora olê ye. PDKê ji roja damezirandina xwe û xebata xwe ji bo Kurdistanek azad bi hemû dîrok û xebata xwe ya şoreşgêrî û siyasî bi binemala Barzanî ve hatiye girêdan, ji xwe heger mirov li Başûrê Kurdistanê bijî û ji nêzîkve rewşa civatê bişopîne wê nasbike ta roja îro jî mîna serdemên berê barê kurdayetî û kurdîniyê barekî girane û kêm malbat dikarin bi dilsozî û hizrekî neteweyî barê xebatê ji bo Kurdistanek azad li ser milên xwe hilgirin, lewma ji ber rewşa civatê ku heta niha jî girêdayî hestê olî û êlperistî û gundayetî ye û ji ber ku bidestxistina desthilatê girêdayî tevger û hêza partiyên siyasî ye. Bi herdu milan jî binemala Barzanî serkeftîne û xwedan hêzek civakî, siyasî û bandorek olî ne, ji bilî ku mîna gelek welatan hebûn û rewşa wan bi hin malbatan ve tê girêdan hebûna û bihêzkirina Herêma Kurdsitanê girêdayî vê malbatê ye, ev nimûne ne tenê li Kurdistanê heye û hebû, guhertina vê rewşê girêdayî pêşketin û guhertina civatê bi xwe ye, herwiha bi pêşketina civatê û bicihkirina yasayên niştimanî wê dememê dibe ku desthilata binemalên mîna Barzanî bibe desthilatên simbolîk mîna welatên pêşketî. Bi vê wateyê mirov kare têbigihê çima desthilat heta niha û dibe ku heta demek gelekî dirêj di destê vê binemalê de bimîne.
Duyem: Aya wê Barzanî karibe Kurdsitanê ber bi rewşek baştir bibe û baweriya xelkê bi desthilata kurdî bighîne asteke baştir ji ya ku niha heye?
Bê guman û bi danpêdana hejmarek mezin ji welatên cîhanê û serkirdeyên cîhanî û bi danpêdana serkirde û welatiyên Herêma Kuristanê jî, rêzdar Barzanî xwedan ezmûnek dewlemend e di birêvebirina Herêma Kudistanê de di rewşên corbicor, Barzanî dikarîbû bi serkeftî Herêma Kurdistanê birêve bibe, bi taybet ku wî wek serokwezîr herêma Kurdistanê birêvebirye û bo maweyekî dirêj û di qonaxên gelekî hestiyar de û bi şêweyekî serkeftî.
Lê ev nayê wateya ku erkê birêz Barzanî erkekî sivik û hesan e.
Rewşa siyasî ya herêmê, pêwendiyên Hewlêr û Bexda û pirsgirêka deverên dagîrkerî ji Kurdistnê – deverên ji Kurdistanê dabirî- û rewşa rojhilata navîn bigiştî erkê birêz Barzanî giran û qurstir dike, bi taybet erkê yekrêziya navmala Kurdî û nehiştina gendeliyê di rêveberiya herêmê de di hemû warî de, û erkê avakirina artêşeke niştimanî û rêkxistina hemû hêzên Pêşmerge di bin baskê wezareta Pêşmerge de, ev hemû kar û erk li berdem birêz Barzanî ne.
Bi her halî Herêma Kurdsitanê ji sibeve dest bi dîrokek nû dike, çavên hemû kurdan li başûr e û çavên başûriyan jî bi hemû pêkhateyên xwe li birêz Nêcîrvan Idrîs Barzanî ye ku armanc û hêviyên wan pêkbîne, Barzanî jî bi wê yekê têne nasîn ku ew hilgirê barên giranin di rojên reş û tarî de.
09.06.2019
BasNews.09.06.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…