Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya Kurdistan

Konê Reş

Dost û hevalên hêja! 121 saliya roja rojnamegeriya Kurdî li we pîroz be.. Di çend rojên derbasbûyî de min hin kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî ku di nav kurdên Rojava de, piştî weşanên Bedirxaniyan, hatine weşandin, ji we re raxistin ber çavan û di pey re min hin weşanên Bedirxaniyan jî şanî we dan, da hûn serwextî ked û westandina wan lehengan bin.. Bawer bikin, dema ku rojnameya KURDISTAN bi zimanê kurdî li Qahîre dihat weşandin, çarox bi dest bav û kalên gelekan ji me nediket..! Mêzekin, bê çendî wan lehengan berxwedan û kêferat kiriye..

Sed mixabin, piştî 121 salan hêj pirraniy çapemeniya me bi zimanê dagîrkera ye..!
Ez jî, bi vê helkeftinê, vê rojê li tev rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên kurd yên ku bi rast û durist xebat di ber gelê me de kirine, pîroz dikim.. Û gurzek kulîlk ji Nergiziyên dora bajarê Cizîra Botan li ser gora wan Bedirxaniyên ku xebat û bizav di ber ziman û ferhenga me de kirine datînim..
 Bijî zimanê Kurdî, bijî 22ê nîsanê û bijî Kurd û Kurdistan.. Her sal em hev û din bi xêr û xweşî bibînin.
 Rojnameya Kurdistan:
Belê, piştî sirgûnî û koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868an de li Şamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rêk û şopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû.  Wî di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî, bi navê KURDISTAN li Qahîre weşand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got: (Gelî mîr û axano, kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin.)  Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, ” Kurdistan” jimar 4″ / 1898.
 Rojnameya Kurdistan, rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, cihê weşandina wan ji hejmara 6-19an li Cinêvê çap bûne; ji hejmara 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (3) di 14 ê nîsana 1902an de. Ji sala 1968an ve 22ê nîsanê, anku roja derçûna hejmara yekê ji vê rojnameyê, ev roj bûye rojnamegeriya Kurdî di seranserî Kurdistanê de.
 Konê Reş, Qamişlo, 22.04.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…