Daneya kurdî ji romana Zeviya Ajelan a Corc Orwêl li Yaneya Elmeda hat gotûbêj kirin

 Idrîs Hiso
 
Roja 02.03.2019an li hola Yaneya Elmeda Bo Xwendinê – Kurdistan li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê daneya kurdî (Kurmancî) ji Romana Zeviya Ajelan a romnnivîs û rojnamevanê Birîtanî Corc Orwêl ku ji aliyê nivîskara kurd Rewşen Hisên ve hatiye wergirandin bo kurdî hate gengeşekirin.
Hejmarek nivîskar, rojnamevan û kesayetiyên civakî ji kurd, ereb û xelkên biyanî jî amade bûn li çalakiyê amade bûn.
Destpêkê endamê Yaneya Elmeda nivîskar Idrîs Hiso ku rêveberê çalakiyê bû behsa girîngiya wegirandinê bo zimanê kurdî û behsa çalakiyê wisa kir: “Çalakiya me ya vê êvarê bi kurdî ye, kurdî zimanekî dewlemend, zindî û belav e, kurdî zimanê ragihandin, zaniest û wêjeyê ye mîna her zimanekî cîhanê, kurdî di nêzîk de û piştî ku kurd mafê xwe bidest bixin wê bibe zimanek girîng li ser asta cîhanê.
Wergirandin ji zimanên cîhanî bo zimanê kurdî karekî pîroz û buhaye, çinku bi wergirandina wêje û berhemên wêjeyî yên cîhanî zimanê kurdî dewlementir dibe.
Yaneya Elmeda li Kurdistanê her demekê çalakiyên xwe bi zimanê kurdî birêve dibe û vî tiştî bi erk û girîng dizane, bi çalakiyên bi zimanê kurdî wêneya Elmeda û yaneya xwendinê ciwantir û şêrîn tir dibe.”
Herwiha got: “Ez behsa romanê û nivîskarê wê û girîngiya wê nakim çinku ez dê wê ji mêhvana me re bihêlim. Lê ez dê amajeyeyê bi tiştekî girîn bikim ku her kurdek ku bi zimanên din dizanin bitayebet zimanên ku bêhtir wêje û zaniest bi wan tên nivisandin mîna zimanê Inglîzî erkê li ser milê wan ew e ku berhemên bi wan zimanan werbigerîn bo kurdî, û erkê dezgeh û aliyên pêwendîdare ku xwedê li ked û berhemên van kesan derkevin.
Dema min Rewşen naskir min ji wê re behsa girîngiya wergirandinê kir wê demê min Robên Hûd wergirandibû kurdî ji Erebî û Inglîzî lê min digot gerek ew kesên bi inglîzî xwendine vî karî bikin, yekser Rewşen got ez amade me û got ma ti pirtûk li cem te hene, min got ev romanek girêng e, hema dest bi vê romanêl bik.
Niha jî em vê romanê wek romanek kurdî giftûgo dikin, spas Rewşen ku te hişt em vê romanê bi kurdî bixwînin.”
Rewşen Hisên di sala 1993 an de li ji bajarokê Tirbesipiyê ser bi Qamişlo ve ji dayik bûyeli wir xwenda xwe ya seretayî û navîn li Tirbe Sipiyê û ya Bekelorya li Qamişlo û di sala 2014 an de ji bajarê Dêra Zorê beşê wêje û zimanê inglîzî bi dawî kir û jiber rewşa Sûriyê ew penaberî Başûrî Kurdistan bû. Ev yekem berhema wê ye
Ji aliyê xwe ve Rewşen Hisên behsa karê xwe kir û behsa naveroka romanê kir û got: “Min ev roman hibijart jiber di rewşa me ya niha de jî, hîna rêjîmên ku dixwazin mirovan wek kole bikarbînin û mafê mirovan binpê dikin hene, û bi nave watparêziyê û xebata jibo azadiya çînên civakê bindest  bikin û kursiya deselatê jibo xwe û alîgirên xwe bikarbînin û diziya qût û nanê xelkê bikartînin.”
Ji aliyekî din ve amaje bi wê yekê kir û got: “Min min digot ez vê pirtûkê diwegirînim kurdî, her kes an aliyê min ji wan re behs dikir, digotin pîroze û karekî hêjaye, lê dema min got min karê xwe bi dawî kiriye û min daxwaza alîkariyê kir jibo çapkirina pirtûkê, gelek aliyan soz dan min û gotin bîna xwe fireh bike û piştre ti deng ji wan nehat…”
Êvar bi pêşniyar û têbîniyên amadebûyan ên bi nirx bi spasyek mezin ji aliyê wan ve bo Rewşen û endamên Yaneya Elmeda ya Xwendinê li Kurdistanê bidawî bû.
Hewlêr 02.03.2019

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...