Dr.Pihl.Ebdilmecît Şêxo
Peyva folklorê ji zimanê êngilîzî hatiye birin,wateya wê (Zanîna gel e),Wêlyem Tomas cara yekê di sala (1846) an de peyva (Folklor)ê mîna têrmeke zanistî bi karanîye,di pişt re;ev peyva mîna têrmeke navnetwî di nav hemû zimanên cîhanê de cihê xwe bi kît girtiye.Lê em di vê gûmanê de ne ku belkî(Zargotin)nikane sedî sed hemwateya folklorê bide nasîn,çimkî peyva zargotin yanê zimangotin e,lê em dizanin di nav cureyên folklorê de ayînên hene ne bi dev û zimên têtin gotin,wek mînak:Semayên kurdî,cilûbergên kurdî,Xwerinên kurdî û hin din,lewra jî em dixwazin di gotara xwe de peyva folklorê bi karhûnin.
Wek li jor hate gotin ku Folklur ji afrandina gel e,ango;gel nayabkarê folklorê ye,folklor di nav gel û cemawer de pir hatiye gotin û ewa pir zû jî hatiye belavkirin û nasîn,lewra jî pisporên folklorê di vê derbarê de gotine:(Folklor vedenga dema borîn e û dengê bilind yê serdemê û niha ye).
Herweha jî di sebaret danasîna têrma (Folklorê) de pir pênasînên ji heve nêzîk di cihderên zanistî de hatine nivisîn,wek nimûne:( Folklor xwendina dema borîn e,ya ku ne hatiye nivisîn),yan jî Folklor kelepûr e,ango;her tiştê ku ji cem mirovekî bi devkî derbazî cem mirovekî din dibe û ew mirov jî dîsan wê derbazî cem kesekî dîtir dike.
Lê zanyarê mezin Wîlyam Tomas nivisiye:Folklor komeleyek ji baweriyan, efsanan,stranên gelêrî,pend û şîretan ne,lê ew Folklorê parve du beşên bingehîn dike.1-Teşeya şînberî(Madî):Mîna alavên sazê,kincên gelêrî,wêneyên li ser qimêş,xweliyan û peykeran.2-Teşeya ne madî(Ne şînber):Mîna çîrokên gel,efsane,stranên gel,şêweyên şûkirinê yan dergîstkirinê, awayên gornekirinê û cureên lîstîk û semayan.
Lê Alêksender Girab dibêje:(Folklor bi xwe zanisteke dîrokî ye,ji ber ku ewa ronahiyê davêje ser demborîna mirov),lê komeleyek ji lêkolînerên Rojavayê jî gotine:Folklor destpêka rasterast ji afrandinên wêje re ye,lewra jî folklor di sedsalên (19 )an û ta destpêka sedsalên (2o) ê de di çarçewa dîroka wêje de dihat xwendin.lê B.Sîbînoza(1632-1677),(Holenda) jî dibêje:(Folklor şaxeke ji zanîna mirovperweriyê ye û yê ku bi şêwakî zanistî folklorê bixwîne,ewê di wir de baş jiyana rewşenbîrî û gelêrî di pêvajoka dîrokê de bibîne,folklor zanisteke ji zanistên civakê ye,ewa dîroka şaristaniyê dixwîne û şirove dike),lê zanyar Sokolov dinivîse:(Folklor şaxek ji şaxên wêje ye,navê wê (Wêjeya gel e) û ev cure wêjeya ne ya kesekî serbixwe û naskirî ye,tu kes nizane ewa ji devê kîjan mirovî derketiye lê di vê wêjeyê de hemû hîmanên hûnerî netên dîtin .
Lê hin pisporên din bi vê wateyê dibêjin:(Erê folklor ji afrandina gel e,afrênerên hemû cureên wê ne diyar in,lê eger em hemû deqên wê şirove bikin,emê riweştên hûnerî di wan de bibînin.)Em jî li gor xwendina xwe li ser pir cureyên folklorê vê nirîna derbazbûyî dipejrînin û em dupat jî dikin ku pir caran mercên hunerî di berhemên folklorî de hene,wek nimûne:(Lêkçûn,kêşesazî û pêjn û nîgaşên fereh) û ev hemû jî di hunera wêje de mercên giring û bingehîn in,lewra jî em dibînin ku nivîskarê mezin yê Ermen Aboviyan(1804-1848) dibêje:(Her mirovekî Kurd çi jin dibe ,çi mêr dibe,ew û ewa helbestvan e) û em di vê strana gelêrî de (Eyşanê) wek nimûne hin mercên hunerî baş dibînin.
Eyşanê
De lêlê Eyşanê ,de lê lê Eyşanê
Destê xwe ser sînga te bigerînim
Li dinyayê wek te nabînim
Ezê Tembûrê çê kim ji çarde perda
Ezê têla bêxim ji kul û derda
Ezê tembûrê çêkim ji hestiyên maran
Ezê têla bêximê ji biska yaran.
Herweha jî pir riweştên hunerî di çîrokên gelêrî de jî hene,lewra jî em dibînin ku hemû şehreza û pisporên wêje dibêjin:(Folklor dayika wêje ye).
Di encmê de em kanin biçespînin û bêjin:Folklor çanda gel e,ewa bi devkî ji kesekî ne nas derbazî cem kesekî din dibe,lewra jî em nikanin bêjin ev çîroka,yan ev strana,yan ev pend û şîreta û H.W.D ya vî nivîskarî ye,erê ew di destpêkê de ji afrandina mirovekî ne naskirî çêbûye û derketiye û di pişt re hin kesên din ne nas wan berheman û carna kêm yan zêde li gor hestên xwe dubare kirine.Di vê derbarê de Prof.Îzedîn Mistefa Resol dinivîse:Folklor ji nayabkirina gel e,ewa ne berhemeke ramanî ya kesayetiyeke serbixwe ye,lê belê ewa ya gel e.)
Zanista Folklorê çi dixwîne?
Zanista folklorê berhemên gelêrî yên devkî dixwîne,ev zanista pir mijarên gel bi çavên zanistî û hunerî şirove dike û pir nehênî û mebestên wan sercil dike,herdîsan ewa li ser taybetmendiyên folklorê,navarokên şaxên wê,sûrûşta wê ya civakî,naveroka ramanî,nemazeyên hunerî guhertinên wê di pêvajokê de,pêwendiyên wê bi wêje û hunerên din re radiweste.
Wek diyar e,folklor bi jiyana gelan ve (Ayîn û gerdîşên) ve jî girêdayî ye,di folklorê de riweştên heyamên dîrokî têkel têne vedîtin,lewra jî em dibînin ku pir zanistiyên din jî mîna;zimanzanînê,zanistiya regezan û dîrokê giringiyê baş didin folklorê(Efsanan,destanan,pend û şîretan,semayê,stranan.).
Giringiyên folklorê çi ne?
Folklor dikane gel di warên ramanî,sincî û civakî de perwerde bike,herwaha jî ewa kane carna rasterast û carna ne rasterast şêniyên civaka xwe bi hezkirina welêt,dilsozî ji niştiman re û hezkirin ji aştiyê û biratî û wekheviya gelan fêr bike.Folklor bi awakî hunerî û bi hestên tenik sûrûştê nîgar dike,ewa dihêle ku temaşevanê sûrûştê dilxwaş û bêhnfereh bibe,ewa ji çeman,giravan,çiyan,keskayê,stêrk,Hêvê û Royê re bistirê.Folklor dikane nirîn û baweriyên gel yên civakî û derûnî çi erênî dibe û çi neyênî jî dibe û bi taybetî û di stran,pend û şîretan de û di demên borîn de derbibire.
Nivîskrê Rus Meksîm Gorkî li ser giringiya folklorê bi vê wateyê nivisiye:
(Em di folklorê de demên borîn têdighînin,herweha jî em pêşerojê jî li ber çavên xwe dibînin û folklor destpêka hunera peyvê ye û eger em çiqas ji demên borîn têbighînin,ewqas jî emê kanibin ji demên duhatî jî têbighînin).
Ramangîrê Alman Firîdrîk Engilis(1820-1895) di sebaret folklorê de weha dinivîse:(Rola folklorê di bilindkirina wireyên cotkar de heye;gava cotkar bi êvarê re diweste,ew vedigere malê xwe,ew li folklorê vedigere û ew bi riya folklorê ceva û westandina xwe jibîr dike,ewa bi riya folklorê gulistaneke bêhnxweş ji latên hewşa xwe ava dike,herweha jî mirov dikane bi riya folklorê koşkek(qesrek)zêrîn ji jûrek xerab ava bike û ji dîlbera xwe re bêje:Tu Mîr û Şaha ciwaniyê yî).
Erê!Folklor genciyeke pir dewlemend e,mirov dikane di wir de zimên û dîroka miletekî bibîne û ewa kane bi sanahî bibe cihdera zanistiyên civakî,lewra jî M.Gorkî hîn dibêje:(Gel kevintirîn cihderên berhemdar e,ew feylesof û helbestvanê yekem e,ew nayabdarê helbest û destanên gelêrî ye.
Wek me berê jî destnîşan kiriye ku folklor bi jiyana gel ve bi kît bestaye,em di folklorê de heyamên dîrokî têkel dibînin ,ji ber vê jî; hin zanstiyên din mîna zimanewaniyê,wêja nivîskî,êtnografiya û dîrokê giringiyê didin folklorê û her zanistek ji van zanistan li gor nêrînên xwe folklorê dixwîne û şirove dike .
Lê riweştên zanista folklorê çi ne?
1-Zimanê folklorê ji aliyê derbirînê de pir hêsan û zlal e,yanê ewa ne mîna zimanê pirtûk û zimanê wêjeya nivîskî hatiye tevinkirin.
2-Zimanê folklorê di warên wêne û ramanan de bi taybetmendiyên gel zimên,û serdemê ve girêdayî ye.
3-Folklor di nav gel de û nemaze berî nivisînê,xwendinê û damezrandinên alavên ragîhandinê belav kiriye.
4-Di riya folklorê de mirov dikane nirîn,derûn û hestên gel têbighîne.
5-Dubarekirina hin hevok û ramanan di destan û çîrokên gelêrî de baş diyar in.
6-Herweha jî çîrokbêj,çîrok û efsanên xwe pir bi hestên germ li pêş guhdarên xwe dibêje ta ku guhdarên xwe jî bi ser axivtinên xwe de germ bike û bala wan baş ber xwe de bikşîne.
7-Hevokên me,htof (Têkeldariyê) di folklorê de pir in .
8-Herweha jî feylesofên kevneşopî dupat dikin û ew dibêjin:(Riweştên çînayetiyê di folklorê de hene,ango;her çînek ji civakê li gor xwe folklor
afranadiye),yanê wek nimûne:Kesekî şoreşger bindestî û setemkarî ne pejrandiye,lewra ev pend û şîret ji devê wî derketiye.(Bila mirov dîkê rojekê be û ew ne be mirîşkê salekê!),lê yên derebeg û yên ji çînên bilind gotine:(Destê tu nikanî gezkî,maçke!).
Li dawiyê em dixwazin bêjin:Wêjeya devkî ya gelê Kurd bi hemû cureyên xwe ênsklopîdiyeke gelêrî pir berferh û dewlemend e,tê de hişmendî,nezanîn,serketin,binketin,qehremanî,welatperwerî,şahî,bêzarî, peyvên resen,evînî,saz,sema û cilûberg ûH.W.D.hene.