Waneyek ji waneyê…çima zarok naxwînin?

 Idrîs Hiso

Di dawî xula fêrbûna zimanê kurdî li kampa Gewîlan ku taybet bû bi jinan, derbarê dûrbûna zarokan ji xwendina pirtûkan heta bi pirtûkên dibistanê li gel 8 jinan min giftûgo kir.
Ji xwe asta xwendina beşdarbûyên vê xulê herî kêm heta pola nehan bû û herî zêde pola 12ê bû, wate hemûyan çend sal ji jiyana xwe di dibistanê de qedandine û dizanin bi zimanê erebî ku zimanê fermî yê dewleta Sûriyê ye.

Temenê wan di navbera 20 heta 45 salî de bû. bêhtirên wan ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê bûn.
Gazindeya wan ji wê yekê bû ku zarokên wan berdewam bi mûbayil, aypad û li ber ekranê telîvîzyonê ne û bi zor û heft bela heta ku hinekî dixwînin.
Min ji wan yek bi yek pirsî aya her yek ji we çend mûbayilên zîrek di mala we de heye û nirxê herî kêm ji her mûbaylekî çend e?
Li gorî bersivên wan encam bi vî rengî bû: Herî kêm her malek 3 mûbayilên zîrek têdeye, û nirxê herî kêm ji her mûbaylekî re 100 dolarên amrîkî ye û nirxê herî bilin yê mûbaylan 300 dolarê amrîkî ye, bi giştî me got bila nirxê navendî yê her mûbaylekî 150 dolar be.
Wate, 24 mûbayil di 8 malan de hene, ev mûbayil bi tevahî bi 3600 dolarî hatine kirîn, xerciya her mûbayilekî herî kêm mehê 5 dolar e, wate mehane jî 100 heta 120 dolarî li van mûbayilan tê xerckirin,  di sale de herî kêm 1000 heta 1200 dolarî xercî li mûbaylê van malbatan tê dan.
Piştre me nîqaş bi aliyekî din ve araste kir: Aya di her malekê de çend pirtûk hene, kê kirîne, mijara pirtûkan çiye û nirxê wan çend e?
Di encama bersivên her heşt jinan de hat diyarkirin ku bi tenê 16 pirtûk li seranserî malan heye, ew pirtûk jî ne kirîne, hin rêxistinên mirovî dane bêhtirên wan, bi tenê du yan sê pirtûk hatibûn kirîn, nirxê herî buha yê pirtûkekê ji wan 2 dolar bû, mijara pirtûkên wan jî wisa bû, hejmara herî mezin olî bû, hejmarek ji pirtûkan jî derbarê fêrbûna zimanê Elmanî, Tirkî û Inklîzî bûn.
Di bersiva pirsa: Aya li malên we cihekî taybet ji bo pirtûkan heye? Bersiva hemûyan NA bû. Wate li malên wan pirtûkxane, pirtûk, kovar û rojname nînin û ti kes ti carî bi xwendina pirtûkekê mijûl nabe.
Ev bi giştî ji xwe di malên wan de pirtûkên taybet bi zarokan nebûn.
Min ji wan xwest behsa tiştê ku ew dizanin derbarê girîngiya pirtûkan û metirsiyên mana zarokan bi seetên dirêj li ber ekranên tv, mûbayil û aypadan lê ti kesî bi rengekî ku derbarê vê mijarê zaniyariyên baş hebin neaxifî, bi tenê çend tişên ne bi hevûdin girêdayî gotin.
Ji xwe asta xwendina beşdarbûyên vê xulê wek me got, herî kêm heta pola 9 ye û herî zêde pola 12ê ye, wate hemûyan çend sal ji jiyana xwe di dibistanê de qedandine û dizanin bi zimanê erebî ku zimanê fermî yê dweletê ye dizanin.
Temenê wan di navbera 20 heta 45 salan de  ye. bêhtirên wan ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne.
Vêja piştî van encaman gilî û gazindên xwe jî dikin derbarê çima zarokên wan naxwînin.
Ji bo zarok hogirî xwendinê bibin divê berî biçin dibistanê li malê çîrok, kovar û keresteyên taybet bi xwendin û nivisandinê mîna reng, pênûs, tabloyên taybet bi zarokan, kaxetên sipî û lênûs û pirtûk hebin, herwiha divê endamên malê bi xwe jî beşekî girîng ji dema xwe bi xwendina pirtûkan li pêşiya zarokên xwe derbasbikin.
Divê beşek ji xerciyan malê were terxan kirin jibo kirîna kereste û pirtûkên zarok û mezinan, ji ber ne maqûle di maweyê du yan sê saln de ji 10000 dolar heta 12000 dolar li ser mûbaylan were xerckirin û bi tenê sed dolar jî li ser pirtûkan û keresteyên xwendinê neyê xerckirin û piştre jî em gazindeyan ji zarokên xwe bikin çima ew naxwînin.     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…