Şêx Riza Talbanî yekek ji helbestvanên li Kuristanê bi gîştî û bi taybetî li Kuristana Başur gelek naskirî ye,ew di sala (1842)an de li gundê Qirxê,navçeya Çemçemalê,herêma Kerkukê ji dayik bûye,ew lawê Ebdilrehmên e û ji êla Talbanî ye,bavê wî jî mezinek ji derebegên Talbaniyan û serokê Şêxên Qadiriyan bû,Şêx Riza hîn di çûkaniya xwe de li cem bavê xwe zimanê Farisî hîn bûye û gelek pirtûkên ayînî xwendine.
jî li nik Se-îd Hilmî Zade fêr dibe û di pişt re ew diçe Stembolê û ewî
li wir dest bi nivîsîna helbestan bi zimanên Kurdî,Turkî û Farisî
kiribû.
bavê wî di wê hîngê de çûbû dilovaniya Xwedê,lê birayekî wî bi navê Elî
hebû,ewî birayê xwe Şêx Riza ji sermiyanê bavê xwe bêparkirbû,lewra Şêx
Riza neçar dibe ku ew biçe cem xalê xwe Xefor li Koysinciqê,lê ew dîsan
pîştî maweyekê vedigere Kerkukê û ew li wir rêncberiyê dike.
Şêx
Riza li Kerkukê jî ji pismam ,Şêxan û derdora xwe ne dilxweş bû,ji ber
vê jî ew jî mîna gelek helbestvanên cîhanê nikane hestên xwe
beramberî xerapiyên derdora xwe di dilê xwe de veşêre,lewra ew di hin
helbestên xwe de çêrî wan dike û nerindiyên wan jî sercil dike,lê ew li
Kerkukê jî namîne,ew dîsan koçberî Bexdadê dibe û li wir jî jiyana xwe
derbaz dike. Di sala (1910) an de helbestvanê me diçe dilovaniya Xwedê û
li gor daxwaza wî,ew li goristana Şêx Ebdilqadir Geylanî tête
binaxkirin.
Lê divê em bêjin jî ku Şêx Riza Talbanî ji bilî zimanê
dayikê ,ewî bi sê zimanên din(Farisî,Turkî,Erebî)helbestên xwe bi
şêweyên xweşik û keşîner hûnane.
Şêx Riza li ser dîlbera xwe
dinivîse ku çawa ewê xem û qisawet di dilê wî de çandine û dilê wî jî ji
wî diziye û ew dibêje:Dîlbera min pir şîrîn e û keziya wê belav e,lê
xuya ye, dilê dîlberê bi wî naşewite,Şêx Riza ji ber helwesta wê ya
neyînî bêhnteng dibe û ji derdê hezkirinê dinale,lê gava ku gel
seredanê li wî dike,ew ji gel re aşkere dibêje:Derdê min,derdê dûrbûna
yarê ye,ewa rojekê tenê ji min re ne dilsoz bû û tucarî vê olnenasê ji
Xewda şerm nekiriye û bijîşk jî nikanin ji derdê min re dermanekî
bidûzînin,lê belkî hekîmê Luqman tenê kanibe ji min re çareyekê
bibîne.Yara min derdê jihevdurxistinê bi min xistiye,ez çi
bikim?Çarenûsa me di vê rêkê de weha bû,ku em cevakêş bin û di vê rewşa
kambax de bijîn,lê tevî van hemû dijwariyan,ez amede me ku ez dil,dîn û
giyana xwe hersiyan cangorî dîlbera xwe bikim. Helbestvan nêrînên jor di
van malikên jêrîn de baş diyar dike û ew dinivîse:(……
Rojê nebû em dîlbera bê rehme wefa ke
Carê nebû em kafire şermê le Xweda ke
Heyran in etba le îlacî merezî min
Luqmanî wisalit meger em derde dewake
Karê ke xem û derdî firaqit be minî kird
Lem rêgeye teqdîrî ezel wa bû,ke ême
Pamalî cefa bîn û reqîb seyr û cefa ke
Roh û dil û dîn hersê dekem be zil û nisarî.
……)
Şêx
Riza di piraniyên helbestên xwe de gil û gazinan ji dîlbera xwe
dike,lê piştî ku ew bi salan mezintir dibe,nêrînên wî têtin guhartin û
nema li ser dîlbera xwe dinivîse,lewra jî ewî aşkere gotiye:Helbestên
li ser dildariyê çi kelk û sûdê li mirov dikin?Û şehnaziya mirov ew
e;ku ew hişê xwe bixebitîne û perdeya riwaltiyê biqetîne.
Wek diyar e
ku zor û setema rojane û bi taybetî ji aliyên mirov û xizmên wî de pir
têkarî li derûna şêx Riza kiriye,ew ji pir kesan tore bûye û ji ber
wê jî,ew naxwaze vegere Kerkukê û ew weha dinivîse:
Naçime Kerkukê
Bi vî halî ger carek din herme Kerkukê
Melum e bi merdî ji serê min kurnakin tûkê
Bo çi herme Kerkukê?
Ehliyê wê hemû di gel min,ne saz e
Min xweş tê ji ber cewra bira û lomê qewm!
Sed car li xerîbiyê bibim miflis û sêfîl
Bo mirazê min jî helbet wê bigere çerx
Şahî ku nebe emê derbaz bin bi feqîr
Şeş mange zêdetir,li mirina bavê min
Ez mexdur im û mezlum im û cefa dîde û mehtuk.
Şêx
Riza dixwaze di malikên jorîn de bêje,erê;eger ez careke din vegerim
Kerkukê,baş diyar e ku tukes nikane bi mêranî hevdek por jî, ji serê
min hilqetîne,lê tevî vê rastiyê jî,ezê ji bo çi vegerim? Ji ber ku
hemû nişteciyên vî bajarî ji min re ne durusat in,yanê ewqas setem û
zordariya birayê min û hêrişên milet li ser min hebin,çima ezê vegerim
?! Lê eger ez bê pere û sêfîl jî bimînim,ez venagerim.Lê xuya ye;eger
çiqas helbestvan bi reşbînî li jiyana xwe temaşe kiriye,ewî ewqas jî bi
geşbînî li pêşeroja xwe temaşe kiriye,lewra jî ew dîsan dibêje:Helbet wê
rojek were,çerxek rind dê ji min re vegere û eger şahî jî nebû para
min,bila ez belengaz bimînim,yanê wê çi bibe !!Hûn dizanin ku şeş meh di
ser mirina bavê min re têper bûne û ez ji aliyê birayê xwe de hatime
bindestkirin û ewî ez ji sermiyana bavê min bêpar hêştime û ez ta niha
jî ji derdê sêfîliyê cevakêş im.
Li bîra min tê
Li bîra min tê Sulêmanî ku dar û milkê Baban bû
Ne mehkumê Ecem bû,ne suxrekêşê Elî Osman bû
Sedaya muzîkê û neqera ta eywanê keyvan bû
Çaxê meydana cirîdbazî li dorekanî Aksan bû
Bi zerbra hemla Bexda texsîr kir,te hilda
Ereb înkarî fesla we nakin eslen,ema
Selahdîn ku dinya girt ji zumra Kurdê Baban bû.
Şêx
Riza di vê malikên jorîn de bajarê Sulêmaniyê bi bîra xwe tîne û
dibêje: Gava ku Sulêmaniyê di çarçewa Mîrşena Baban de bû,ewa ne di
bin destên Îraniyan û Osmaniyan de bû, ew bi şehnazî û serbilindî
Mîrşena serbixwe bi bîra xwe tîne û hîn dibêje:Di wê demê de nişteciyên
Sulêmaniyê bi şadî dijiyan,dengên sazên hunermendan li bajêr pir
bilind dibûn û Keywanê Sulêmaniyê jî bi dilxweşî guhdar
dikir.Helbestvan dîsan di vir de Selahdîn Eyobî tîne bîra gelê xwe û
dixwaze ji wan re bêje: Selehdîn jî ji Baban bû,em neviyên wî ne,divê em
xwe bi wî serbilind bibînin.
Wek baş tête zanîn û naskirin ku Şêx
Riza Talbanî di nav helbestvanên Kurdistanê de bi xeber û çîran
navdar bû,eger ew ji kesekî bêhnteng dibû,ewî yekser bi riya helbestan
helwesta xwe aşkere dikir û peyvên giran û bi êş arastî dijberî xwe
dikir,em kanin li jêr weke mînakekê berçav bikin,helbestvan ji jina apê
xwe dixeyide û ew helbestekê bi navnîşana jina mamê min diinvîse.
Jina mamê min
Jineke mamê minî dewletî şidadî heye
Yek û du gundê wî bi dawata Siltan heye
Heryek bi qedera xizînê îradayî wî heye
Çi firoş û çi zirof û çî-za û çi eqar
Ji hemû cinsî meta,yî sed û heyştê heye,ne bes e
Ev hemû genc û xezna wê heye,hela hê teres e
Ne ji abayî wê heye û ne ecdada wê heye
Ger serî û ruya wê ya meriyan in,pê bawer meke
Batinî Culeke ye,zahirî zuhada wê heye
Rengê ker ,dengê beqer,hey-eta seg bi xwe çeqel.
xxxxxx
Helbetvan
di malikên jorîn de dibêje:Jina apê min wek dîktatorekî zordar û
setemkar e,du gundên apê min hene û samana her gundekî bi qaserî
xezîna
Sultanekî heye,ew pir berhemên çandiniyê difroşe,rewşa wî ya darayî pir
rind e û hûn temaşe bikin!Jina apê min ewqas dewlemend e,lê ewa gelek
çekuz,miqris û teres e,ewa bêbav û bêpapîr e.
Eger hûn dibînin ser û
rûyê wê mîna yên mirovan e,lê divê hûn ji wê bawer nekin;hundirê wê
mîna hundirê cihuyan e,erê ewa bi rûçka xwe mîna jineke dilpaqij û
giyanpak tête xuyakirin,lê di rastiyê de rengê hundirê wê mîna keran e û
dengê wê mîna dengê çêlan e,dîdema wê jî mîna ya segan e,lê ew bi xwe
jî çeqel e.
X:-Tîpguhaztin ji tîpên Erebî-Soranî,Prof.Qanatê Kurdo.
XX:-Têbînî:Em dibînin ku Q.Kurdo ne tenê tîpên helbestan guhaztine,lê ewî helbestên Şêx Riza bi Sorkurmancî jî nivisîne.
xxxxxx