Pirtûka Gulzara Mela Ehmedê Namî.

 Nivîskar: Samî Mela Ehmedê Namî.

Bi alîkariya: Komeleya Ramyarî ya Swêdî – Kurdî – 12 avdar
Svensk – Kurdisk ideell förening – 12 mars
Hatiye çapkirin.
Hejmara rûpelên pirtûkê 416 rûpel in, ji wan 40 rûpel wêne û pêçanok in.
Pirtûk çapa yekemîn e, di roja 2020.06.11 li weşanxana Apec Stockholm hete çapkirin.
Diyarî ji bo:
Mîrê pênûsa kurdî Mîr Celadet Alî Bedir Xan.
Hevalê Namî, Helbestvan Cegerxwîn.
Zarokên Namî: Firyal, Gulperî, Cîhan, Mizgîn û Perwîn.
Neviyên Namî: Bengîn, Gorgîn, Nîgar, Hetaw, Ciwan û Ferhad.
Naveroka Pirtûkê:
-Şebengeke fereh ya jiyana Seydayê Namî ye.
-danûstandin û têkiliyeke germ û hestiyar bi hemû rengên civakê re di nav rûpelên pirtûkê re debas dibe.
-Bûyerên naskirî û giring derbasdibin.
-Kes û mirovên di pirtûkê de xwedî bandor û rol bûn, xwedî ezmûn û berhemên xuyakirî bûn û xwedî dîrokek dirêj bûn. têkiliyên Namî bi hemûyan re hebûn, Samî ew tev civandine û xistine pirtûkê de.
– Beşek ji pirûka miletê Kurd hatiye nivîsandin, beşekî gelekî giring ji heyameke nazik, dema êdî welatê me dihate parçekirin, dema ko gelê me ji gundekî diçû gundekî ji herêmekê koçî herêmekê dibû, tevlîheviyên mezin rû didan. Seydayê Namî me bi xwe re dibe wê heyamê, yek bi yek ji dost û hevalên xwe, ji serpêhatiyên xwe, ji kesên ko dîtine, beşek jî ji helbest û nivîsên xwe bi taybetî şewata Sînema Amûdê di nav re derbas dike.
Gelek spas.
Samî Mela Ehmedê Namî
Stokholm. 2020.07.21

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…