Em deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne

 Konê Reş

   Di vê nivîsê de, ez nêzîkî zulm û zora ku Osmaniya aniye serê gelê Ermenî nabim.. Ne jî nêzîkî beşdariya kurdan di herdu fermanên salên (1894 û 1915) de dibim. Wiha jî, ez navê wan kurdên bi rûmet yên ku di wan fermaman de, ermenî di malên xwe de parastin, nabêjim.. Bi tenê bi min xweş e ku ez qenciya gelê Ermenî ya ku di komara Ermenistana Sovyeta berê de, bi kurdan re kiriye, bi kurtî û wek panorama bînim ziman. 

   Wek ku diyar e di cenga cîhanî a yekemîn (1914-1918) de, ji ber
zulm û zora Osmaniyan beşekî baş ji kurdên me ji welatê xwe mehcir bûn û
di Ermenistanê re derketin. Pirraniya wan bi ola xwe Êzidî bûn..
Mixabin, vê paşiyê, Sovyêtan ew komara ku bi navê (Kurdistana Sor/1923),
hatibû avakirin, piştî çend salan, herifandin û Stalîn di salên 1940î
de pirraniya kurdên Ermenistanê; çi yên bi ola xwe Êzidî û çi Misilman,
di komara Kazaxistanê û Sîbîriyayê de belav kirin.. Ew kurdên ku li
Ermenistanê man, bê problem jiyana xwe a normal, bi serbestî, wek
ermeniyan di Komara Ermenistana Sovyêta de derbas kirin.. Li gor şert û
mercên wê dewletê, alfabeyeke latînî ji zimanê xwe re bijartin,
dibistanên xwe bi zimanê kurdî vekirin.. Û bi wê alfabeyê rojnameya (Ria
Taza/ Riya Taze/1930) weşandin. Ev rojname ta roja îro di weşana xwe de
berdewam e û ji rojnameyên kurdî yên herî bi temenê xwe dirêj e. Di
sala 1950î de jî, beşekî bi zimanê Kurdî di êzgeya Yerîvanê de vekirin..
Ew radiyo jî, ji kevintirîn êzgeyên kurdî ye. Di wî heyamî de tevahiya
kurdên Kurdistanê li radiyoya (Yêrîvan Xeber dide/1950) guhdarî
dikirin.. û em bi guhdariya dengê van dengbêjan kêfxweş dibûn; kewîs
Axa, Meryemxan, Eyşe Şan, Gerebêtê Xaço, Mehemd Arif.. Nexasim dema ku
dengbêja deng xweş Eslîka Qadir ev stran: (Welatê Me Kurdistan e, cî û
meskenê me Kurdan e), an Gerebêtê Xaço strana: (Lawikê Metînî), an dema
ku Kewîs Axa strana Şêx Mehmûdê Hefîd; (Hawara Tirkan dûr e Kurd xayin
in..), digot.. Li vir dipirsim; çima ew dibistanên kurdî di nav wan
kurdên me yên komarên Sovyêtê yên din de wek Yêrîvanê nedihatin vekirin,
tevî ku hejmara wan baş hebû..?! Mebesta min Bako û Teblîsê ye.
  Ji
encamên ku ermeniyên Ermenistanê rê li ber kurdan vekiribûn, kelem li
ber wan dananîn, ziman û kultura kurdî baş baş pêşket. Dikarim bibêjim;
ji her çar perçeyên Kurdistanê, pêşketîtir bû.. Nexasim bi pênûsa wan
kurdên me yên bi ola xwe êzidî ne.. Û dikarim van çend navên sereke ji
wan bînim ziman: Qenatê Kurdo, Haciyê Cindî, Casimê Celîl, Şekoyê Hesen,
Keremê Seyad û wiha bi dehan nav hene..
   Herwiha ji qenciya wê
Komara Ermenistanê û wan kurdên me yên ku lê çêbibûn, xwendibûn û mezin
bibûn wek: Dr. Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Cemîla Celîl, Tosinê Reşîd,
Eskerê Boyîk, Teymûr Xelîl Muradov, Şeref Aşîriyan, Elîyê Abdulrehman û
gelekên din, ewên ji sala 1982an ta bi sala 1992an, hatin nav me kurdên
Rojava, me sûdeyeke mezin ji wan girt.. Bi hatina wan re, çavên me
bêtir vebûn.. Bi rastî wan rolek mezin di şiyarkirina me de lîstin;
şêraniya zimanê me bi me dane naskirin, nav di me de dan ku em guhdariyê
li zimanê xwe bikin, li pêmayên bav û kalên xwedî derkevin, kultur û
folklora xwe bi din hev û binivîsînin..  
   Herwiha jî, ji qenciya
Ermeniyan ku, gelekan ji wan stran bi kurdî gotine û zimanê me parastine
wek: Garabêtê Xaço, dengbêjê bejin bilind, Aramê Dîkran xwediyê strana;
Zimanê Kurdî şêrîn û xweş e. Mîlkonê Nadir, yê ku bi strana Felîtê Quto
navdar bû, Bîdrosê Ermenî yê deng xweş.. Ez ne bawerim neferên miletekî
din di dinyê de wek neferên gelê Ermenî wiha stran bi zimanê kurdî
gotine.. Ji ber van yekan, ez dikarim bibêjim ku em deyindarên gelê
Ermenî ne.
Qamişlo 10/10/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…