Çayxaneya Şermola, Amûdê li Dozmîz e

Idrîs Hiso
Çayxane di çand û dîroka Kurdistanê cihekî xwe yê taybet heye, berdewam li çayxaneyan kasayetiyên siyastmedar, rewşenbîr, nivîskar û helbestvan dighan hev, li wir hemû mijar bi azadî û bi dengê bilind dihatin gotûbêj kirin, dibe paşeroja welat li çayxaneyeke wek a Miçko li Hewlêrê, an jî li çayxaneya Gel (El Şeeb) li Silêmanî were gengeşe kirin bêhtir ji parlementoyê bi xwe.
Li Amûdê jî dibe ku tu hemû danemrên bajêr li çayxaneya Kewê bibînî,
li wir zimanekî taybet bikar tê, nêviyê xwe henek û qerf in û nîvê din
sixêf û cûnî ne, lê bipêçewanî çayxaneyên Silêmanî û Hewlêr, kes behsa
siyasetê nake, dibe ku ev jî ji ber wê yekê be ku danemrên Amûdê ji
siyaset û karên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê bêzar bûne, lewma zimanê
çayxaneyê bûye zimanê sixêf û laqirdiyan wek xelkên Amûdê bigiştî têne
naskirin.
Paneberên Rojavayê Kurdistanê û ji wan jî xelkên Amûdê ev
nerîtî bi xwe re anîne Herêma Kurdistanê, li kampa Domîz hejmarek
çayxane hatine vekirin, ji wan jî çayxaneya Şermola ku navê xwe ji girê
herî binav û deng yê Amûdê , Girê Şermola wergirtiye.
Çayxneya
Şermola ne ji zû ve hatiye vekirin, lê zû nerîtî, ziman û keşûhewaya
çayxaneyên Amûdê li xwe girtiye û mirov heger bixwaze hest bike ku ew li
Amûdê ye, bila biçe demekê li wê çayxaneyê rûnê.
Xwedanê çayxaneyê
dibêje; Çayxane yek ji cihên ku xelk ji hemû çînên civatê li xwe kom
dike, lewma ez dixwazim çayxaneya min ne tenê cihê lîstika kaxezan û
vexwarina ça û qehwê be, ez dixwazim li vî cihê ku xelk lê kom dibin
bibe cihekî ku xelk êdî têde behsa mijarên dîrokî, çandî û keltûrî jî
bikin, lewma ez dê wêneyekî bidim çayxaneya xwe ku êdî bibe çayxaneyeke
xwedan taybetmendiyeke xweş.
Pêngava min ya serekî ew e ku ez dîwarê
çayxaneya xwe bi wêneyên hozanvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd û
Kurdistanê bixemilînim, herwiha ez diwazim ku li vir xelk guhdarî
stranên resen ên Kurdî bikin, herwiha ez dê di paşerojê de hewil bidim
ku pirtûkxaneyekê jî di çayxaneya xwe de ava bikim, da ku ew kesê
bixwaze li çayxaneyê xwendinê jî bike, cihê xwe bibîne.
Bigiştî li
çayxaneyên ku li deverê hene, mirov dikare bi tenê lîstkvanên kaxezan
bibîne, lê li çayxaneya Şermola ku bi navê xwe jî balkêş e mirov dikare
hezkiriyên dengê Mihemed Şêxo û Eyşê Şan, Hesen Zîrek û Mihemed Arif  jî
bibîne.
Di yekem roja ku min hejmarek wêneyên rewşenbîrên Kurd
diyarî vê çayxaneyê kir, êdî zibûnên çayxaneyê dihatin û dipirsîn ev
wêne yên kê ne.? bitaybet gencên nûhatî, û êdî ew ne tenê dê bên û ça û
qehwe û kaxetan bibînin lê bi rêka pirsa derbarê van wêneyan dê derbasî
nav pelên çand, dîrok û keltûra xwe jî bibin.
Çayxane di nav civata
Kurdî de, ew cihe ku hejmarek mezin ji xelkê û ji hemû çînan xwe lê
digre, lewma divê ne bitenê bibe cihê vexwarina ça û qehwê û lîstak
kaxezan, lê divê jêrzemînek were peyda kirin û bi vexwarina ça û qehwê
re mirov hest bi rewanê çand û keltûra xwe bike, û dibe ku çayxaneya
Şermola li Domîz, ku bi hezaran panaberên Rojavayê Kurdistanê li xwe
digre, bibe pêngava yekem di vî biwarî de.
Domîz 22.02.2020z
Kurdistan hejmar 169 15.03.2020z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…