Daxuyaniyek ji Komîteya Xelata Seydayê Tîrêj

    Weke îro, di roja 23.03.2002an de, li bajarê Hisiça, Seydayê Tîrêj serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veşartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî, û ew roj, li Kurdistana Rojava, bû rojeke bi nav û nîşan ….
Seydayê Tîrêj, di sala 1923an, li gundê Nicim, ê ko dikeve rojavayî bajarê Qamişlo, ji dayik bûye, ew biçûkê herdû bira, û herdû xwişkên xwe bû, navê wî Nayif e, kurê Heso yê Biro yê Dawid e, bapîrê wî, Biro, ji gundê Sirêçkê, gundê bav û kalan, ê ko niha di Bakurî Kurdistanê de ye, li ber rêya Hevimêşê ye, daketibû ber bi jêr ve, piştî ko di navbera mala Dêwid û pismamê wan Hisênê Osmên de, hevkuştin çêbû ….
    Ew heşt salî bû, mala bavê wî barkir çû gundê Sêmitikê Jorî, li wir û li ser destê Mela Ibrahîmê Golî, Quraan û çend pirtûkên ayinî xwend, piştre çû li Amûdê di dibistana fermî de pênc salan xwend; li Amûdê gelek rewşenbîr û helbestvanên navdar naskirin, weke Seydayê Cegerxwîn, Qedrî Can, Nûredîn Zaza, Hemze begê Muksî, û gelekên din, gelekî bandora wan li wî çêbû, bîr û baweriyên wî fireh û geş bûn, û weke ko dibêjin, çavên wî gelekî vekirin, loma yekser dest bi hûnandina helbestan kir, û weke ko ew bixwe dibêje, seyda wî di destpêkirina nivîsandina helbestê de, Seydayê Cegerxwîn bû, ko her tiştekî nuh dinivîsî, pêş wî dikir, û li têbîniyên wî guhdarî dikir, û bicî dianîn; di heman demê de, kete nav rêza tevgera Xoybûn; di sala 1949an de, li Beyrûtê serdana Mîr Kamîran Bedirxan û Nûredîn Zaza kir, û helbestek taybet ji mîr Kamîran re xwend, têde karê wî û birayê wî Mîr Celadet, di weşana herdû kovarên wan:Hawar û Stêr de, gelekî bilin nirxand, û gelekî pesnê wan da, û ji wan hêvî kir ko bimînin herdû kovaran belav bikin ….
    Seydayê Tîrêj, di destpêka salên 1950î de, nêzîkî Partiya Komînîstî Sûrî, û tevgera (Hevalbendên Aşitiyê) bû, û ji ber wilo çend caran hate girtin û işkence kirin, û gelek ji helbestên wî ji destwî çûn, û winda bûn; îcar gava ko malbava wî parçe zeviyek li nav hoza Cibûriyan a Ereb kirîn, ew çû li ser wê niştecî bû, û ji çavdêrî şopandina desthelatdaran dûr ket; çawa Şoreşa Êlûlê, sal 1961ê destpêkir, gelekî bi coş û dilgermî piştgiriya wê û serokê wê, nemir Mela mustefa yê Barzanî kir, û gelek helbestên xweş û gelekî bedew li ser wan nivîsîn, pesnê Şoreşê, serokê wê, û Pêşmergeyên wê ên qehreman, di wan helbestan de da, û heya roja dawî ji jiyana xwe ,Tîrêj ma pabendê van bîr û baweriyên xwe ên netewî, pabendî rêbaza Barzanî yê nemir ….
    Seydayê Tîrêj, sala 1972an li bajarê Hisiça niştecî bû, jiyana xwe ya mayî li wir bûrand, di nav cemawerên gelê xwe de, di nav hezkerê helbestên xwe de, bi taybetî di nav helbestvan, nivîskar, û rewşenbîran de, û di nav siyasetvanan de jî, cihekî wî yî berz bala hebû, wan herdem serdana wî dikirin, diçûn cuvata wî, û pêre dimeşiyan ….
    Seydayê tîrêj gelekî hestyar û hest tenik bû, selîqeyeke wî peleberz di hûnan û nivîsandina helbestan de hebû, gelek wêneyên wêjeyî ên bedew û spehî, di cîde û ji ber xwe ve li ser zimanê wî diherikîn, loma gelek ji helbestên wî, bi deng û awazên hunermend û stiranvanan hatin stiran, fireh belav bûn, ketin ser zimanê her kesî, ma kî wê (ey bilbilê dilşadî), (cana ji evîna te bi êş û nexweşim ez), û bi dehên din helbestên wî, di warê netewî, welatparêzî, û evînî, ji bîr bike??!! ….
   Sê dîwanên helbestên wî çapkirî hene: Xelat, Cûdî, û Zozan, û pirtûka (Serpêhatiyên Kurda) birra yek û birra dido, mewlûda pêxember jî çapkirîne û hatine weşandin ….
    Li gorî pêşniyara Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, îsal xelata Seydayê Tîrêj hate damezrandin, û komîteyek jî ji bo vê xelatê hate pêkanîn, û gerek bû ko xelata wî ya îsal, di roja koça wî de, bidaya helbestvanekî, lê mixabin ji ber vê nexweşiya Korona ko niha bûye metirsiyeke mezin, bûye agir û bi cîhanê hemûyî ketiye, me, wek komîte, ev xelat îsal, bi paşxist, em bi hêvîne ko salên bên em diyarî kesin hêjayî vê xelatê bikin ….
   Bera giyanê Seydayê Tîêj her û her şad û di aramiyê de be, cihê wî buhişt be, serê gelê me û hemû hezkerê helbestên wî sax bin ….
      Komîteya Xelata Seydayê Tîrêj
      Ji ber komîteyê ve : Cemîl Ibrahîm
      Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye
       23.03.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…