Xwendinek rexneyi: Romana Vîna Evînê ya nivîskar Luqman Silêman

Bavê Zozanê

Roman bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin ji weşanên SerSera Çapa yekem 2019z-2631k.
Wêneyê Bergê:Salih Îbahîm.Sereratsker:Mihemed Keleş
Diyarî bo hevjîna min Nefîsa Yûsiv (Nivîskar)
Roman ji 302 rûpelan pêk tê ji qetê navîn ku li ser 40 parçî yan jî çil navî ,çil dergehî hatiye belav kirin ku pir caran jî ew sernav ne gelekî nîşana naveroka wî dergehî bi xwe didê.

Naverok :
Roman li ser bûyerek sereke balkêş berz û işkalî hatiye avakirin li bakurê Kurdistanê ku xortekî Kurdî misilman jineke file bi mêr di revîne,wisa jî çend buyerên hêja giring bi lez û bez nivîskar wek awirekî ewan nişan dike ku zilm û zora Atatork di dema avakirina komara Tirkî de li ser milet ne maze miletê kurd dide xuyanî kirin pêrejî rewşa wê heyamê kar û barê milet aboriya wan debora wan ol û gelek tiştên din.

Zimanê romanê :
Roman bi zimanekî nerm hatiye nivîsandin-tevlî gelek gotinên nuh yê biyanî û tevlî gelek metelokên ne di cihê xwede -xwîner bi rengekî ji rengan bi xwe ve girê dide.
Wisa  bi awakî hatiye nivîsandin ku xwîner dikare romanê bi dawî bike di derbarê çend rojan de bê ku ewqasî xwe pêre bi westîne yanjî roman ewî ji hev bixe.
Pir şaşîtiyên çapê hene pir tîp rast û çep hatine pir tîp kêm hatine pir jî zêde ne.
hin gotin devikîne hin deverîne herêmîne hin şaşiyên rêzimanin hin suncê weşanxanê ne û hin jî suncê nivîskarin ,mînak:Konalên- gunîd-derketîn-fere-bûş-baxive-hin jî kêm hatine wek:Mala xwedê-ava-jê ketiye,neherê: na herê wisa jî çend gotinên biyanî nuh li ber çavê min ketin wek: Şilik-kavûkeriya-disûrikêne-pesar-hemîşe-hedar û seqar – gûniyeke batovê-pêstûriyê-direhide feraşekî wisa jî ev meteloka nuh:Benîştekî bêhin pêketî…û ta dawî
Bi rastî şaşîtiyê wisa ji van rengan pirin tenê ew wek mînak ne ji bo jimartinê min ew  ber bi çav kirin.

Hûnandina Romanê:
Bê dudilî dikarim bêjim ku roman bi rengekî herî sist hatiya hunandin,nivîskar qet xwe newestandiye di avakirin û girêdana çîrokêde  wisa bi lez nûçê û encamê dide xwendevan bê ku bihêle xwîner bi rame bi bûyerê ka bê wê çawa wê bi qewme bi çi rengî wê birêve here,ew şêwê edebî ku bihêle xwîner pir şabibê di ser keftina bûyerekêde min li nik nivîskar di vê romanê de ne dît.
Nivîskar bi hesanî eşkere dike kû lehengê me wê herê gund û ew bi xwe evîndare dive here wê malê wî gundî bixwe ji ber qîzek  li hêla din wa li benda wîye(Wisa dilê Çeto li ser çûnê dikeliya.Ji xwe re got:Tiştek li wî rexê avê heye min bi ser xwe de dikşîne,min ber bi gundê Dêrê ve dibe….Wek ku Çeto li ser agir be wisa dixwaze kêliyekê berya kêliya din avê derbas bike û here gundê …rp27) Wisa dîrek bê fetl û xap ,berî ku Çeto ava mezin xilas bikê û berî berê xwe bidê gundê em bi evîna wî hisiyan.
Ji xwe niza çilo Çeto ew ava mezin  qetand bê ku cilê wî şilbin yan jî qotiya tutina wî bi kevê yan devê wê vebê yan jî av herê ser tutina wî tevlî ku qotî wisa mezin bû ta ku tutina Çeto xilas nebû tevlî ku ewqas çixarê Çeto li çûn û hatinê kişandin.
Ji xwe ez nabêjim ka çima evê diya naz û dilovan carekê tenê jî û li seran serê romanê behsa herdû zarokên xwe nekirin ta nabêna xwe û nefsa xwe de jî,ev tenê romanek li ser ava dibê xwezî carekê tenê nivîsakar , me bi diya wan zarokan re xemgîn bikire.

Piştre ev çi dêya ev çi jine ku di wê reşêde di wan deqande di wê dema kurt de di cihde bi xortê misilman re wise derkevê qene bihiştê  ji xwe re misogir bikê.Ew dan û standina hundirî ya dijî hev ev biryara metirsî ya herî mezin gereke nivîskar bi kêmyî du sê şevan wek dem û huner u helwest dabane wan herdû lehengan pêre jî xwîner ka wê çilo têkevê wê atmosfora evîna wan de yan jî dilê wî bi yê wanare lê bixe kû çêkirina şîvê wek kat dirêjtir bû ji kat û dema evîna wan.

Ya didwan :Biryara herî zor û metersî ku Çeto wisa bi lez û bez stand (ew jî reva ji leşkeriyê) ku ew yek ser çû bal pêwanê li ber dergeh jêre got (Heger tu min û hevalekî min ji vir derbixî ez ê pênsed banqinotî bidim te. rp183)ji xwe Çeto baş dizanê cezayê herî kêm di babatên wisan de ,bi darvekirine yan jî li leşkeriyê gulabarandine vêce dixwazim bêjim dîsa nûçe ji nişkave li ba çavê xwîner ket wek yek bibhêze û ji guhê xwe bawer nekê wisa nivîskar em ne xistin wê atmosfêra tirsêde ,piştre niza Çeto ew perê gelek ji kû anîn da ku bidê yê pasvan hemberî bazadanê ,nemaze ku tu kar di jiyana xwe de nekirbû wisa jî rewşa wî ya mewdanî pir belengaz bû(Ji xwe di wê demê de pênsed banqinot pereyekî gelek bû!! r.p183)bi ser de jî ji dêvla hevalê xwe ve jî da.
Pirsa dî jî mane dergevan jî helbet wê zanibê ka  gunehê karekî ji vî rengî wê çibe nemaze heger ku tirk be ,wisa jî bawrim ku kesên karên wisa pispêrn wan wê herî nêzîkî wan bin wek bîr û bawerî.
Li gorî baweriya min divabû nivîskar xwe zêdetir westandibane ta ku mafê vê revê dabanê de wek tirs ,dudilî, erêkirin, redkirin ,dem kat, pera ,û ta dawî….

Kat û dem:
Li tevahiya romanê nîşan bi demê nehatiya kirin tenê di destpêkê de dema Çeto ji mal baz dide hatiya xuyanîkirin ku dem payîz bû ji qirş û giyayê ku bi rêve lê dibûn bela..Paşî nivîskar germa havînê tîne ser ziman dema ku xort birin leşkeriyê ji xwe dixwazim bêjim ku piştî Payîzê ne Havîn yek ser tê ,li gorî têgihiştina min dema leşkeriya wan wê di pêşiya çilede bê li gorî dem û bûyerên romanê..
Wekî din jî ta nîvê romanê û bihtir jî roman di wan hersê mehên pêşî de bû paşî Şengê du canî dibe û wisa ta dawî ev nîşanên demê bûn ku di romanê de hatin xuyanîkirin.
Hêja ye gotinê ye ku nivîskar rewşa welêt li hêla din li Dêrikê li bin Xetê li welatê Sûrî  çaxê ku Firansî  li wir deselatî dikirn dide xuyanî kirin pêre jî rola mezin a fileyên deverê di wê heyamê de tevlî zor û zilma ku dikirn nişan dike.
Lehengê Romane:
Ji xwe wek leheng Çeto tenê di romanê de lehengê sereke ye û her ew tenêye pêvî jina wî Şengê ,carekê Ehmed jî  wek hevalê rê demek kurt pêre qedand wisa jî du caran rastî melyan tê lê rola wanî nîgatîv xweş û zelal dike..Lê Elyas hevjînê Şengê yê file wisa jî zarokên wê ji xwe pêjna wan li seranserê romanê pêvî carekê nehat.Ew xewna Eliyas jî dîtî di şeva berî werê malê ji xwe ez li ser  nabêjim. Diya Çeto wek xesû ji xwe ta ku jê hat tiştekî baş  ne ji bo bûkê û ji bo xwedê jî nekir.
Dawî:
Romana Vîna Evînê ya kak Luqman Silêman cihê pîrozbahiyêye divê em bixwênin .Qûnaxek giring ji dîroka miletê Kurd li serxetê pêre jî li binêxetê ber bi çav dike xirabî û qenciya wan gundiyan kar û barên wan ,asta hiş û ramanên wan, ol û bawerîya wan her wisa gelek tiştên giring gotûbêj dike ji xwe ji rexê polîtîk ve jî bi zelalî zilm û zora dewleta tirk wisa jî ya firanse şirove dike.
Hewcenakê ku ez bêjim nivîsandina sê sed rûpelî bi kurdî ev kar bi tena xwe  cihê rêz û spasiyêye .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…