Dengek ji dilê xatirxwestinê

Bêwar Brahîm

Derdo,
Di navbera salan de roj li benda hev ranawestin di pêşbirka mirina mêran de cirîdê dikin rê nadin hev ku bihnvedanekê bistînin û desmaleka rehmê bidin ber hêsrên welatê ku di bin gurmîna topên cengê de kal bûye. Koncalên stêrêkên reş li ber stêrkên me yên ronîdayî vegirtîne û ji nişkave wan dadiqurtîne. Sbatoka dînik nexwest dest vala pişta xwe bide sale û bimeşe ji dûmana dînbûna xwe ewrekî reş li ber dergehê adarê civiand û li ber çavên erd û azman dildarekî xewnê weka Bavê Zoro ji himbêza buhara vê jiyanê revand û çû.
Derdo,
Rojekê çerxa felekê ji refê me re nebû heval, deşt li me bûn gorên komî, derya li me qulipî û çiya di bin me de erdhej bûn. Dîsa jî em radest nebûn, me li ber xwe da û çar werzên salê me li ser zendên xwe kirin rêsî. Çirûsîna ronahiya ku pencereyên nîgaşa azadiya dûr dibû hilmkêşanek ji westana meşê re. Berxwedana Seîd Yûsiv bihnvedaneka bê hempa bû ji wê westanê re.
Derdo,
Tê kengî xatirê xwe ji ser kezeba vî welatî bixwaze û biçe?! Tê kengî tiraşa neşteriya xwe ji dest dîrokê derxîne û li şûna her birînekê dareka çinaran biçîne? Dil li ber agirê dêrendezên zulma te bûye xulî, ev dil ne dilekî normale ew dilekî xewdawendiye di kêlîkên cezbeya rihên dildar de geş dibe ev dil dilê jiyana berxwedêre ku ti çek û alav nikarin wê piştqop bike.
Derdo,
Qonax zîze û rêkên erênî  ji ber bêmiradên xewna nemir direvin û yên revê xwe di bin pêkên xemsar de radixînin. Rêka eşqa Memoyan xewnaka sayî bû ji dildarên jiyanê re, dibe ku ew riya herî ronak û biriqî bû di dilên dildar de, di bin tava heyvên havînî de li ber gidîşên xewnên sermest li ser bênderên dil xwe paldin û ji stêrkên girnijî re kedera şewat bilorînin:(hey yar xweş hey yare erê min digot evîndarên gundê me li ser hevdû hêsiran dibarînin ê min rebenê xwedê ji bedêla van hêsran xwîna reş tê hey yar xweş hey yare)  
Derdo,
sibe rojek diye, ji miletekî weka me re mîna îro ye, pêjna her tiştî wê jiblî pêjna aramî û tenahiyê, dildar û yaran wê bilyayî bin, bê pêjin û bê deng bin.
Hest û nest ji ber bihna agir û dûmanê çilmisîne ku çav bi çavan jî bikevin wê çirûsîna bêrîkirinê vemirîbe jibilî şikestin û piştguhkirinê rastî ti axftinê nabin, wê çira aramî û ewlehiyê temirî be. Sibe nûrojeka diye ji dilkgirtiyên welatên xewnisatanên eşqa sermed re, lê di Rojavaya bê roj de xewnên eşqê goriyên Hirç û Guran in, wê di sekaretên mirina xwe de gazî feleka bê soz bikin:( Oy felek ji boy çi tee z hiştim ji hevala emrê min çarde ye xuya dikim mîna kalan, carek bitenê miradê min wey felekê te bi cî nanî erê ji kul û ji derda ev dilê min her dinale oy felek)
Derdo,
Bizavên beravêtî di tirazoyên sexte de nabin pîvanên berdewamiya pêvajoyan, pozên berz li ber rometa xweparastî bi hilmekê dax dibin û têne sotin, lê rometnemaya çerxa çewt
Mêrxasên xaçerêkên teng û demên dijwar bi saxitî bingor kirine. Dîsa jî em ê hewl bidin bare derdan ji ser mile pêvajoyan daweşînin. Em ê hewl bidinşopa  nexşeya birînên te bimalînin û ji her kul, keder û derdan re biçesipînin ku ew nikarin  hêza me biherifînin, nikarin pêdariya me bişkînin, nikarin seber û deyaxa me bihinteng bikin.
Em ji şikestinan, ji herifandinan, ji tengaweyan mezintirin, em berztirin û bihêztirin. 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…