Di komayê de!


Husên M. Hebeş

Di komayê de
laşê te ne yê te ye,
hişê te ne yê te ye,
mejiyê te ne yê te ye,
giyanê te ne yê te ye,
kesayetiya te ne ya te ye
û xewnên te jî ne yên te ne…
Tu tenê weke teyrekî bask şikestî yî,
nikarî li banî binêrî û bifirî,
yan wekî korekî
ku gopalê xwe winda kiribe
çep û rast lêdixe
û di tarîtiyê de digevizî.

Di komayê de
tu nav û paşnavê xwe nizanî.
Tu temen û rojbûna xwe jî nizanî.
Tu nizanî ku tu di kîjan rojê de yî
û dema demijmêrê jî tev tu nizanî.
Tu nizanî ku tu di kîjan mehê
û demsalê de yî.
Tu nizanî ku tu di kîjan salê de yî
û di kîjan sedsaliyê de dijî!
Nirxê tiştekî, ne tiştekî li bal te
di hemdemî û di vemirandina
te ya fireh de nîne!

Di komayê de
tu bi çaxê hest nakî!
Nirxê dem û demijmêrê
li bal te ne tiştek e.
Nirxê rojhilat û rojava
li bal te ne tiştek e.
Nirxê sibeh û êvarê
li bal te ne tiştek e.
Nirxê ronahî û tarîtiyê
li bal te ne tiştek e.
Nirxê zayinê û ziwabûnê
li bal te ne tiştek e.
Nirxê perperîkeke nazik
û firandina çûkeke delal
li bal te ne tiştek e.
Nirxê dar û kulîlkan
li bal te ne tiştek e.
Nirxê ewrên spî û asîmanê hişîn
li bal te ne tiştek e…
Di komayê de tu heyî,
belê tu heyî û hebûna te ya rast
di tinebûna te de yî!

Di komayê de
tu dê şivêleyên ku her roj tê re
derbas dibû ji bîr bikî.
Tu dê rêka meyxanê
û qehwexaneyê jî ji bîr bikî.
Tu dê rêka kar û malê ji bîr bikî.
Tu dê kilît û bendkilîtên xwe ji bîr bikî.
Tu dê deriyê mala xwe ji bîr bikî.
Tu dê pirtûkxaneya xwe ji bîr bikî.
Tu dê bêhna pirtûkên xwe ji bîr bikî.
Tu dê helbestên xwe ji bîr bikî.
Tu dê seqayên rojaneyên xwe ji bîr bikî.
Tu dê kumê xwe ji bîr bikî.
Tu dê kurtikê xwe ji bîr bikî.
Tu dê sekoyê xwe ji bîr bikî.
Tu dê hemu tiştên xwe yên giring ji bîr bikî.
Tu dê ji bîr bikî ku te îro kinc lixwe kirine
yan tu hîn tazî yî!
Lê belê, tu cûdahî ji bo wê
li bal te tune ye,
jibîrkirin razê komayê ye
û xwediyê parastin û xwedîkirina wê ye!

Di komayê de

nirxê tiştekî tune ye
ji bilî ku hûrlûleya oksîjînê
ku herdu pişikên te
bi bayê pak, pak bike.
Ji bilî derziya bencê
ku ew êşa te rawestîne.
Ji bilî kovika bûrîdermên
ku laşê te ji nû ve jîn bike.
Ji bilî amûra pîvanê
ku lêdana dilê te bipîve.
Ji bilî textê te yê xewê
ku xewmirina te ya kûr
û giran aram bike.
Tiştek destnîşan nake
ku hîn hinek hilm
di qirika te de heye!
Tiştek destnîşan nake
ku tu hîn dijî
û li ser caxa hebûnê yî!

Di komayê de
tu naêşî, çiqas êşa te mezin be jî,
tu naêşî.
Tu kelogirî nabî,
çiqas kelogiriya te bi hêz be jî,
tu kelogirî nabî.
Tu nagirî, çiqas mabest mezin be jî,
tu nagirî.
Tu hez nakî û tu nizanî çima?
Tu dijmantiyê nakî û tu nizanî çima?
Tu nefretê nakî û tu nizanî çima?
Ne nişkavî,
ne matmayîn
û ne jî kela dil
Tiştek li bal te nîne!
Tu wekî peykerî ku ji westandinê
hatibe afrandin xuya dikî,
yan wekî nexşekî
ku di xaçexana rewanan de bî.
Tu dê wisa di navbera
erd û asîman de mîna
leylaneke sor li ba bibî.

Di komayê de
tu wek wî meymûnê
ku ew ne dibînî,
ne dibihîzî,
ne dipeyivî
û ne jî pêjna tiştekî
li derdora xwe dikî!
Lê tu dimînî,
giyanê te û bêguman goştê te jî
dê li ser hestiyên bimîne!

Di komayê de

çavên te napelitin,
rûyê te sor nabe,
aniya te bilind nabe,
bijangên te nalerizin,
dilê te lênade.
Di komayê de,
tu dilopa xwêdanê
li ser rûyê xwe nabînî
û leka xwînê ya hişkbûyî
ji ser qirtika xwe paşnakî!
Tenê tu dê bibî bihurandin!
Hêza te dê ji xweliyê xwelîtir bibe
û ji tozê jî siviktir bibe…!
Tu dê bibî dûman û winda bibî.

Koma
Tepek e,
dahf,
xwepîngeh û şikeft e…
Bila hayê te ji te hebe
xwe neke nav lep û diranên wê yên tûj.
Koma bêhişî ye,
û bila tu bizanibî ku çiqas niyeta te
dê bê hiş be gava ku tu bixwazî
derbasî derî û bihêrkên
wê yên tarî û bitirs bibî.

Di komayê de
di navbera hişyarî
û nehişyariyê de
Tu dê wek fîlosofakî gewre
û giranbiha, bi şehrezayî bipeyivî!
Zanîn li pey zanînê
dê ji bin zimanê te yî giran,
ji gewriya te ya ji deng ketî,
ji gotina te ya brîndar
û ji lêvên te yên qurmiçandî biherike.

Di komayê de
tu mirî yî,
belê tu mirî yî
û tukes nikare te bibarêze
û jiyanê ji laşê te yê vemirî re vegerîne.
Tenê,
tenê,
tenê
destên nazik û dilovan yên yara te
û muzîka dilê wê dikarin te
te ji nû ve vegerînin jiyanê.
Ji hinava xwe lê guhdarî bike,
baş lê guhdarî bike
bi hemû hestên xwe
lê guhdarî bike,
herdem û herçax
lê guhdaaaarî bikeeee…
Hêdî, hêdî tu dê ji komayê rêzgar bibî.

16 -17. 05. 2020
Nexweşxaneya Zanîngeha Bonn ê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...