Nameyek Rexneyî ji bo mamoste Welatevîn (M. Hakki Balta) re.

Samî Mela Ehmed Namî

Neşîd Û Gaziya Keçan
Helbestvan û nivîskar Mela Ehmedê Namî helbesta xwe ya bi navê:
Neşîd Û Gaziya Keçan di sala 1941ê de li gundê Tilşeîra Aşîta hînandibû.
Ev helbest di dîwana helbestan ya bi navê Daxwazname de, di sala 1968an de ji weşanxana Roja Nû li Uppsala û di sala 1995an de li bajarê Şamê hatibû çapkirin û weşandibû.
Herweha Hunermed Şivan Perwer helbest bi navê Herne Pêş bi awazê xwe strandiye.

Mamoste B. Welatevîn (M. Hakki Balta) di pirtûka bi navê DERSÊN KURDÎ (çand, ziman) yên ji bo Pêngava bilind li dibistanên Swêd de û di rûpelê 124an de û li bin navê Jiyana Cgerxwîn de şeş malik ji helbestê weşandiye, lê bi tevayî gotin û malikên helbestê bi şaşîtî tevlîhev kirine û têde dibêje: Ev helbest, helbesta Seydayê Cegerxwîn e.
Û di nava pirsên ko ji xwendevanan dike dibêje:
(Bi hevalên xwe re bersivên van pirsan şirove bike)
Di pirsa şeşan de dibêje:
Helbesta wî (mebest jê Cegerxwîn e) ” Herne Pêş” kî kiriye stran?
Vêca de ka werin da em ji mamoste Hakki Balta bipirsin: Dema mamoste û xwenvanên dibistanên fêrkirna zimanê kurdî vê rastiyê bizanibin, ko ev helbest helbesta Ehmed Namî ye û ne ya Seydayê Cegerxwîn e. Hingî wê çawa bi pirtûk û nivîsînên mamoste Heqî Balta wek prwerdevan û nivîskar bwariyê bînin.
Careke dîtir bere bersiv bibe para nivîskaran û mamoste û xwendevanên dibistanên fêrkirina zimanê kurdî.
Neşîd û Gaziya keçan bi dengê Mela Ehmedê Namî

Stockholm
2020.09.27

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…