Sala nû (2021) li min û we pîroz be «Sal bi sal xwezî bi par»

Konê ReşBelê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An hin derewekê bikin û te ji wan bawer bike û xwe bi derewa wan razî bike..!
Ezbenî! Kelehên bilind zû bi zû naherfin.. Deryayên şîn tu carî naşewitin.. Dergehê gulîstanên ku asoyê wan bi nêrgiz, çîçek, gul û kulîlkan xemilandîne, bi qirşûqalan nayên nayên veşartin.. Na na.. ji derewan bawer neke û bi şerîta wêne û bîranînên xwe re bixeyde û bibêje; êdî bese.. rawest e..

Ezbenî! Dinya civat e û civat, civata me ye. Pêwîste ku tu gulek be ji dara vê civatê.. Tu gulek geş be, gulek bi hilm û bîn û rengîn be.. Mane sal derbas dibin, roj derbas dibin û tiştekî veşartî di bin kurkê xwe de nahêle û dawî, ma tu nizane ku wê roj biaxifin..
Ezbenî! Di derbasbûna salan û guhertinên demsalan de, bîranîn têne tevdan.. Şerîta wêneyan li demê siwar dibe û bi pêş û paş ve vedigere; hin dêm, bûyer û demsal bi te re dikenin û digirîn û bi xurtî xwe tînin hizir û bîra te.. Hin caran jî çendî tu li wan bigere winda dibin, tu wan nabîne.. Dêmê hina jî, ji ber çavên te winda nabin, li pêş te sekinî dimînin.. Tu li ser hina digirî û gazinda dike; Çima zû barkirin..?! Di nav re jî, tu dixwazî dêmê hina, bi yek carî ji bîranînên xwe bavêje û bibêje; Ofyan ez ji wan xelas bûm, bibûn bela serê me..
Ezbenî! Di guhertina salê de, di serê sala nû de, tu rojên xwe yên derbasbûyî li serad, moxil û bêjingê dixîne, dêmê hina ji wan kesên ku li ber dilê te şêrîn û nazik bûn têne bîra te.. pêre pêre jî hin dostên te yên qelip têne bîra te.. yên ku te qencî bi wan kiriye û tu ji xwe re dibêje; Çima wilo kirin… Gelo rast e qencî dibe xerabî?!! Mane Mîr Celadet Bedirxan gotiye: “Dinya guleke, bîn bike û bide hevalê xwe”.
Ezbenî! Berî ku hestê netewî ligel min hev bigire, min zaroktiya xwe di nav kêf û şahiya nezanî û cehaletê de derbas dikir.. Piştî ku mezin û serwextî derdora xwe bûm û min naskir ku ez kurd im û welatê min Kurdistan e, hin bi hin xemgîniyê dest pê kir.. Ew xemgîniya ku rêjîmê bi plan konê wê di ser welat û welatiyên min re vedigirtibû.. Erê ezbenî çîrok dirêj e û tevî ku bav û kalên me ji mêj ve gotine: “Sal bi sal xwezî bi par”.. Sala nû 2021 li min û we pîroz be.

Konê Reş, 29.12.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…