Dr. Omer Şêxê û Xwendina bi Zimanê Kurdî

 (Dikim diyarî ji zimanheza hêja Incil Delecuk re)

Konê Reş

  Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin û lê xwedî derkevin, wiha em hebûna xwe a Kurdî diparêzin..  
  Mebesta min ji vê nivîsandina li dor Dr. Omer Şêxê û hezkirina wî ji zimanê Kurdî re ku, ez wek nameyekê ji doktor, endizyar, parêzer û rewşenbîrên kurd re pêşkêş bikim. Ewên ku di malên xwe de bi zimanê kurdî xeber didin û xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nakin..

  Dr. Omer Şêxê, ji sala 1990î ve zimanê kurdî dixwîne û propagenda
ji xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî re dike.. Ez wî ji bijîjkên
Kurd yên cuda dibînim û wî wek nimûne şanî wan didim.
  Ew, di nav
kurdên Rojava, di warê bijîjkiyê de yek ji pêşengên bijîjkên kurdan yên
pêşî ye.. Ew nemroya çara ye piştî Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza, Dr. Qasim
Miqdad Cemîl Paşa û Dr. Dara Arif Beg Abbas. Wî jî, digel van hogirên
xwe, derman û çareserî ji êş û nexweşiyên xelkên Cizîrê re, bi tev
netewên ku têde dijîn daye nasîn û ew rehet kirine.
  Dr. Omer Şêxê;
bi koka xwe ji Êzidiyên eşîra Bilika ye, bapîrê wî misilman bûye û ew di
sala 1939an de li Cizîrê gundê (Bitenê), başûrî Amûdê çêbûye. Xwendina
xwe di bijîjkiyê de di zankoyên Misrê û Sûriyê bi dawî aniye. Di sala
1967an de yekemîn kilînîk li Dêrikê vekiriye, paşê li Derbasiyê û Til
Temir û ji sala 1976an kilînîka wî li bajarê Hesekê bû ta ku di sala
2005an malnişîn bûye. Û niha mala wî li bajarê Amûdê ye û xelkê belaş
derman dike.
  Her û her daxwaza wî, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ye.
Ez
jî, ji dil û can spasiyên xwe ji Dr. Omer Şêxê re pêşkêş dikim û
dibêjim; xwezî doktor, pispor û zanayên me bidin ser şopa wî..
Geşbînim
ku îro li Qamişlo du bijîjk û endazyarekî me dane ser vî rêka pîroz û
bi kurdî dinivîsînin, ew jî evin: Dr. Diyaa Receb, Dr. Mihemed Elî Ebdê/
(Dr. Memo Ebdê) û Endazyar Newaf Abdullah.. Debe hin din jî hebin..
Spas ji tevan re.
  Dawî, bi min xweş e bêjim; Eger em bi zimanê
dagirkeran siyaseta xwe, rewşenbîriya xwe û danûstandina xwe yên rojane
pêk bînin, dêmek ew keşayetiya me wek gelê kurd nîne û tev serhildan,
raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de şaşî û nezanî
bûn..!! Û di encam de pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî,
Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran nîne û dawî taybetiya
me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn,
Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê
sala ye bişewitînin..?!!
Silav ji Dr. Omer Şêxê re û ji tev kesên wek wî zimanhez re..

Konê Reş, Qamişlo, 08.11.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…