Dengê dilopên avê diniqutî guhên min, dilop dilop tirseke wek ruyê min yê miçiqî xwe ber dida hundirê min.
Cara yeke ez ji barana vî bajarî ditirsime tevî ku hîna ewrên wê weke berê çavtengin û hêsrên xwe zû zû nabarînin. Lêvên vî welatî terikandine.
Îşev dilê min nahewe, di sînga min de dengê birûsk û tavan olan didin, beriya baran erdê şil bike, xwêdana min livînên min şil û pil kirin.
min nikaribû, her ku min gulek diçand, diçilmisî, hişk dibû û dimir. Ji
min re digotin destên te ne bi xêr in, min ji destên xwe yên gulan
binax dike nefret dikir, destên min man bi hesreta gulek wan ya
binaxkirî bibişkive, nedibişkivîn û dimiriyan.
Difikirim îşev her du destên xwe jê bikim, wan jî di bin gora te de binax bikim.
Min
bi sedan mirov kal, pîr…zarokên nîvçe…li vê goristanê binax kirin,
di navbera min û miriyan de tenê dîwarek heye, karê min eve, ez
gorkolakim, min bisedan rû binax kirine, ,lê nizanim çima rûyê te tenê
dide dû min û ew guliya te ya hûnandî ji ber çavên min naçe.
Çend
kesan li ser kevirê gora te li şûna nivîsê stêrkek di nava sêgoşeyekê de
xêz kirin, tê hişên min carinan ku tu berê stêrkek bûye loma ronî ji
rûyê te dibare.
Min stêrkek binax kir, stêrkeke bê nav, ez ji xwe re
dibêjim, min mêjiyê xwe xwariye, nizanim çima dihesim esman merasîma
pêşwaziya stêrka xwe dike, di bin çavan re dizî li derve li goristanê
dinêrim, ka hîna gora stêrkê li şûna xwe ye?
Dema ku birûskan lê dida
dinava hemû goran de gora stêrkê diçirurisî, min xeyal dikir ku ewê
niha tuyê ji bin wê axê derkeve û ber ve esman ve bifirî. Canê min
gurzgurzî dibû, mûyê laşê mi disekinî…
Nizanim çawa sibe bû û pê re
baran rawestiya, çavên min xwe berda bûn kurtên rûyê min û bin çavên
min reş bûbûn, serê min gêjûmêjo bûbû, tevî ewqas westiya bûm, nizanim
çima min dixwest herim ser gora stêrkê, lingên min tembel tembel li peyî
min dimeşiyan. Beriya ez bigihêjim ser wê gorê min dît xortekî bejin
zirav xwe gihand ser gorê. Ezê vegeriyama, dudilî bûm lê meraqê ez
gihandim ber gorê.
Min silav li xort da, wî jî li min vegerand,
zimanê wî nedişibî zimanê vî welatî. Pirsan serê min gêj kir, mêjiyê min
diçelqiya, dilê min jî dikir vereşiya û volkana peyvan li ser vî xortî
de biteqanda lê min xwe girt û hemû meraqa xwe daqultand, ji tirsa ku
bifikirin ez dîn bûme û ji min bawer nekin.
Min haya xwe tune bû ku
rûyê min tirş bûbû û wek ku ez xwediyê mirî me ne ew xortê ber gorê,
dema xort rûyê min dît çavên wî tijî hêsir bûn û ber dilê min bela kir,
destê xwe li milê min xist û got:
-ew namire, di dilê me de dijî.
Min
ji gotinên wî tiştek fam nekir, ji berîka xwe stêrkek biçûk nav
sêgoşeyekê de derxist û bi sînga min ve daleqand, careke din destê xwe
li milê min xist, keserek kûr kûr kişand, li gorê nihêrî piştre li dû
xwe û got:
-ezê biçim, li hevala min miqayit be, ew di xeweke kûr de
ye, ger şiyar bû jê re bêje, çeka te li milê hevalê te ye tu rehet razê.
Xort
ji goristanê derket û çû, ez jî li ber stêrka razayî matmayî hişk mam.
Cara yekemîn bû di jiyana xwe de ez stêrkekê binax dikim, binax kirina
vê stêrkê mêjiyê min yê ku hemû jiyana xwe razayî bû şiyar kir, cara
yekemîn bû min meraq dikir çi diqewime derveyî vê goristanê?!